Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr û Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya jî di nav de, gelek parlamenter li pêşiya Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînirina qeyûman daxuyanî dan.
Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku ji sala 2016’an heta niha qeyûm li şaredariyan tên tayînkirin û wiha got: “Tu bingeheke wan a qanûnî tune ye. Destûra Bingehîn binpê dikin. KHK a di dema OHAL’ê de derxistin weke hincet nîşan didin. Ên li vî welatî derbe kirin jî wiha dikirin. Ev qanûn, rewa nîne, hiqûqî nîne, exlaqî û wijdanî nîne. Mafên hemwelatiyê yên her derdorên civakê tên binpêkirin. Mafê bijartin û hilbijartinê tê binpêkirin. Hewldaneke ji bo derxistina ji hemwelatîbûnê ye. Heke sibe dera xwe bibînin dê parlamentoyê û hilbijartinan jî rakin. Lewma ev meseleye ne tenê ya partiyekê, ne tenê ya Kurdan e. Qeyûm tenê tayînî Sêrtê nekirin, tayînî tevahiya Tirkiyeyê kirin. Lewma divê em bi hev re li dijî vê derbikevin û têbikoşin.”
Mûrat Emîr jî wiha got: “Dengên gel hatin xespkirin. Em ê serî netewînin. Tevahiya dengên li welat tên avêtin biqasî hev binirxin. Ji hêla makezagonê ve wekhev in. Lê dema li Pulurê, li Esenyurtê, li Sêrt û Mêrdînê tê hilbijartin dibêjin ‘hûn nikarin hilbijêrin.’ Tekane sindoqa rewa, ne sindoqa hûn tê de tên hilbijartin e. Weke partiyên siyasî em ê mafên xwe biparêzin û serî netewînin. Bila qala hiqûq û biryara darazê nekin.”
Bulent Kaya jî diyar kir ku der heqê Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş de biryareke dadgehê ya teqez tune ye û wiha got: “Tevî ku doza wê didomiya jî hevşaredarî kir. Li Sêrtê tu rewşên neyînî rû nedan. Biryara dadgeha herêmî ne biryara teqez e. Heta ku biryara teqez nebe jî her kes li pêşberî qanûnan bêguneh e. Li Esenyurtê endamên meclisê nikarin şaredarê nû hilbijêrin lê yê Beşîktaşê dikare. Di navbera 20-30 km’an de du demokrasiyên cuda hene. Hûnê vê çawa ji gel re vebêjin? Ma demokrasî ji bo Esenyurtê cuda ji bo Beşîktaşê cuda dibe?”
Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca jî anî ziman ku gel dibêje “êdî bes e.” Sevda Karaca, banga têkoşîna hevpar kir.
Piştî daxuyaniyê, parlamenteran xwestin çelengê deynin pêşiya wezaretê. Polîsan hewl dan asteng bikin. Parlamenteran tevî astengkirinan jî çeleng danîn. Parlamenter û welatiyan bi hev re dirûşm berz kirin.