Ji birîndarên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ku şevê din ji Helebê anîbûn Herêma Rêveberiya Xweser, 46 kes anîn Reqayê.
Birîndarên ku veguhestin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şehîd Kendal û Nexweşxaneya Reqayê, niha tên dermankirin.
25 welatiyên birîndar ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî veguhestibûn nexweşxaneyên li bajarê Hesekê.
Çav li rê ye ku di saetên pêş de birîndarên din jî bigihîjinin herêmê.

