Şemî, 21 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bê ziman jiyan nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Parastina azadiya zimanan, avakirina azadî û aştiyê civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA Û DAKB: Zimanê dayikê siberoja me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Em ê bi pergala komînê zimanê xwe biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê roja zimanê dayikê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ji bo zimanê dayikê: Zimanê me rûmet û hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Bi saya serhildana 22’yê Sibatê em hîn bêhtir nêzî azadiyê bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li çar bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li Mexmûrê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şervanên HRE’yê: Em ê siya dewleta Tirk ji vê axê rakin
Rojava

Şervanên HRE’yê: Em ê siya dewleta Tirk ji vê axê rakin

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kirin ku ew ê hêviya gelê xwe pêk bînin û siya dewleta Tirk ji warê xwe rakin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Adar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bajarê Efrînê ku di sala 2018’an de  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin û gelê herêmê neçar ma ku ber bi herêma Şehbayê ve koç bikin.  Li Efrînê siyaseta binpêkirinê ya li dijî xweza, şûnwar û talankirina milk û malên welatiyan heta îro jî  berdewam dike. Her wiha kiryarên li dijî welatiyan yên weke revandin, kuştin, kiryarên qirêj yên li dijî jin û zarokan, guhertina demografiyê û hemû sûçên şer ên ku gelê herêmê neçar dike ku koçî herêmeke din bikin, li Efrîn pêk tên. Ciwanên Efrînê li hemberî hemû polîtîkayên dewleta Tirk û çeteyên wê û zulm û zordariya ser gelê Efrînê û ji bo rizgarkirina welatê xwe û da ku bibin bersiv li hember dijminê welatê xwe Hêzên Rizgariya Efrînê ava kirin. Li dijî polîtîkayên ku tên meşandin û HRE operasyon û çalakiyên xwe li herêmên dagirkirî pêk tîne.

 

Şervanê HRE’yê Xebat Dêrik ji ANF’ê re pênaseya Hêzên Rigariya Efrînê kir û wiha got: ”Hêzên Rizgariya Efrînê hêzên sozdayîna vegerandina gelê Efrînê û hemû gelên ku herêma wan di bin  dagirkeriya dewleta Tirk de ye. HRE li gorî şert û mercên siyasî, leşkerî û erdnîgarî xwe birêxstin dike. Bi perwerdeyên profesyonel û terza modêrn gerîlayan û şerkirina li hemberî teknîkên dijmin ên cur bi cur xwe perwerde û amade dike. ‘’

Her wiha Xebatî diyar kir ku HRE’yê  xwe li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan birêxistin dike û anî ziman ku HRE ji bo hemû gelê azadîxwaz, bindest û yên dixwazin ji zilma dewleta Tirk rizgar bibin heye û xwe girêdayî vê armancê  birêxistin dike û pênase dike.  

Dêrîkî operesyona ku di 30’yê Çileya 2024’an de li dijî dagirkeriyê pêk hat nirxand û got: ”Operesyona li gundê Basilê û pêk hat. Amadekariyên wê operesyonê bi terzeke fedayî û lehengî hatin kirin. Hemû şervanên ku di wê operesyonê de cih girtin, soz dabûn ku gelê bindest û hemû gelê Efrînê û  malbatên şehîdan ku wan ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin. Bi vê esasê operesyon hate lidarxistin û hemû şervanên ku di vê operesyonê de cih girtin xwedî tecrûbe û profesyonel bûn û hemûyan jî riska şehadetê dabû ber çavê xwe. Her wiha yek ji sereketirîn armanca vê operasyonê  ji dijmin re xistina derbeyeke mezin bû.’’

Şervanê HRE’yê Xebatî eşkere kir ku komek bi navê Ozbek ên ji Ozbekistanê bi destê dewleta Tirk li wan gundan hatiye bicihkirin û got: ”Li gorî şopandin û belgeyên ku ketine destê me komek bi navê Ozbekistanê ya girêdayî Cebhet El-Nusrayê li gundê Basilê bi cih bûye. Dewleta Tirk a dagirker wê komê weke mertal bi kar tîne ji ber ku ew bi xwe nikare li hemberî hêzên me şer bike. Dewleta Tirk a dagirker li gundê Basîlê ev komên çeteyan ku bi pereyan kar dikin, bi perayan xapandine û  ji xwe re kirine mertal. Heman rewş li hin herêmên din jî heye.’’

 Di dawiya axaftina xwe de Şervanê HRE’yê Xebat Dêrîk ji gelê Efrîn û hemû gelên ku herêma wan hatiye dagirkirin re got: ”Peyama me ya ji bo gelê ku di bin dagirkeriyê de ye wiha ye;  Em soz didin gelê xwe heta dawiyê em ê li dijî dagirkeran şer bikin û em ê nehêlin ku dewleta Tirk a dagirker li ax û sînorên me rehet be. Em soz didin ku em ê siya dewleta Tirk li ser vê axa xwe rakin. Em şopdarê şehîdên Kurdistanê ne û soz didin gelê xwe û rêhevalên xwe em ê rêya wan bişopînin û têkoşînê berdewam û berfirehtir bikin û tola wan hilînin. Operesyona gundê Basilê wê li hemû herêmên dagirkirî  li dijî baregehên dewleta Tirk dubare bibin. Ev yek armanca  hemû şervanên HRE’yê ye.’’

Şervana HRE’yê Bêrîtan Şoreş jî axivî û di destpêka axaftina xwe de derbarê fikr û armanca HRE’yê axivî û diyar kir ku rola jinan di nav HRE’yê de di asta herî bilind de û got: ”Hêzên Rizgariya Efrînê li ku derê qirkirin, êşkence û dagirkirin hebe li wir xwe birêxistin dike. Em xwe girêdayî fikr û Felsefeya Rêber Apo birêxistin dikin em weke HRE’yê li dijî êrîş û qirkirinên li ser  jinan jî têdikoşin. Rola me jinan di nava Hêzên Rigariya Efrînê de di asteke bilind de ye û pêşengtiya jinan di çalakiyan de xwe gelekî nîşan dide.  Li ku derê êrîş û êşkence li ser jinan hebe  were kirin em li wir xwe birêxistin dikin û li dijî wan derdikevin û çalakiyên xwe pêk tînin.’’

Bêrîtanê di dewama axaftina xwe de qala hemleya HRE’yê ya di 30’yê Çileyê de ya li dijî çeteyên Tirk a dagirker kir û got: ”Me di 30’yê Çileyê de li gundê Basilê a navçeya Şêrewa çalakiyek li dijî çeteyên dewleta Tirk pêk anî. Armanca wê çalakiyê ev bû ku me  dixwst bila dijmin bizanibe ku em li hember êrîşên ku tên kirin çavê xwe nagirin û bê deng namînin. Em ê van çalakiyan nasekinin û em ê her çalakiyên xwe dewam bikin. Dibe ku em şehîd bibin yan jî hevalên me ev yek ji bo me pîroz e. Her wiha hevalên jin yên ku di wê hemleyê de cih girtin, ji hemleyê re pêşengtî kirin û roleke girîng dabûn ser milên xwe. Em weke Tîma Şehîd Avesta em ê bêdeng nemînin. Hevalên me şehîd bûn lê belê em şopdarê wan in  û em ê tola wan hilînin.’’

Bêrîtanê di nav axaftina xwe de peyama xwe ji gelê xwe re got û diyar kir ku ew ê ji bo rizgarkirina û pêkanîna hêviya gelê xwe tim çalakiyên xwe li dar bixin  û wiha domand: ”Bila hêvî û baweriya gelê me ji bo me hebe, em tu carî welatê xwe di destê dagirkeran de nahêlin, wê rojek were û dewleta dagirker tune bibe. Bila herkes bizanibe ku gelê me yê li herêma Şehbayê li ber xwe dide li piştgiriyê dide me ye û hêvî û baweriya vegera ji Efrînê re li ser rûyê wan tê dîtin. Hêviya wan jî em in û em ê hêviya wan pêk bînin. Ji bo rizgarkirina Efrînê wê çalakiya me tim hebin.’’

Şervana Hêzên Rizgariya Efrînê Bêrîtan Şoreşê di dawiya axaftine xwe de xwe tekez kir ku ew ê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd bin û tola wan hilînin û ev yek anîn ziman: ”Em hemû şehîdên HRE’yê û şehîdên jin ên bi lehengî  şer kirin û şehîd bûn yên weke Şehîd Zîn, Şehîd Berfîn, Şehîd Çîçek û Şehîd Jiyan bi minetdarî bi bîr tînin. Hevalên şehîd ji bo me xet û pîvanên azadiyê ne û em şopdarê wan in û heta dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê şer bikin û tola  şehîdên xwe hilînin.’’ 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN EFRÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê ji bo şervanê QSD’ê Zagros konê sersaxiyê hate danîn
Nûçeya Pişt re Çalakiyên Nobeta Edaletê didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serdana şîna gerîla HPG’ê şehîd Serhed kirin

Şîna gerîlayê HPG’ê Abdurrahman Yaşa ku di sala 2018’an de şehîd bûbû didome. Bi pêşengtiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Erîmayê şerekî giran diqewime

Di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê-Cebhet El Ekrad û çeteyên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şandeya hikumeta demkî li balafirgeha Qamişloyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Em ê parastina zimanê xwe bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dorpêça li ser Kobanê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgeha Hesekê gavên îstîqrara xizmetguzarî û îdarî diavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?