Yekşem, 29 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Newroz Uysal Aslan: Azadiya girtiyan dikin mijara bazarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çelik: Meseleya Kurd bi gihîştina hev a herdu aliyan çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Karaman: Em alîgirê aştiya mezin in

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê meclisên tenduristiyê yên alternatîf bên avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyê nexweş Hasan Turgay Taş bang hate kirin: Divê were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna rûspiyan de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan: Xwedîderketina li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê erka me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > ‘Ne fîlmek bû, jiyaneke ku mîna guleyan derbas dibû’
Çand û Hûner

‘Ne fîlmek bû, jiyaneke ku mîna guleyan derbas dibû’

Ezmûnên rojnamevan Nedîm Turfent ê ku li Geverê bibû şahidê şer û mirina sivîlan, bûn mijara fîlma Restless Stones a Ellen Vermeulen. Fîlm, rastiya jiyanekê ku wekî guleyan derbas dibe, radixe ber çavan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Nedîm Turfent, di salên 2015-2016’an de di dema qedexeyên derketina derve yên li bajarên Kurdan de, êrîş û wêrankariyên mezin ên ku ji aliyê hêzên dewletê ve dihatin kirin dişopand. Turfent qala wan rojan dike û wiha dibêje: “Demek bû ku jiyîn jî wekî şansek min didît.”

Nedîm Turfent ê ku piştî ragihandina qedexeya derketina derve li navçeya Geverê ya Colemêrgê binpêkirinên mafên mirovan dikirin nûçe, li ser medyaya civakî dest bi wergirtina gefan kiribû. Di 12’yê Gulana 2016’an de piştî ku wesayîta ew tê de bû li ketina Wanê hate rawestandin, hate binçavkirin û bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Turfent di wê demê de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) bû ku di Mijdara 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) dê bihata girtin.

Amadekirina îdianameyê 13 mehan ajot. Dema ku Turfent di 14’ê Hezîrana 2017’an de derket rûniştina xwe ya yekem, 399 roj bûn girtî bû. Ji bîst kesên ku li dijî wî şahidî kiribûn, nozdeh kesan di dadgehê de îfadeyên xwe paşve kişandin û gotin ku wan îfadeyên xwe yên pêşîn di bin êşkenceyê de dane. Lê belê dadgehê ev paşvekêşandin li ber çavan negirtin, îfadeyên pêşîn esas girtin û di Kanûna 2017’an de 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Turfent birî.

Mahkûmiyeta Nedîm Turfent ê ku ji mafê beşdarbûna fîzîkî ya rûniştinan jî hatibû bêparhiştin, di 21’ê Gulana 2019’an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Piştî 6 sal û 6 meh girtîmayînê, Turfent di 29’ê Mijdara 2022’yan de hate berdan.

Nedîm Turfent ê ku di heman demê de helbestvan e, di çêkirina fîlma Restless Stones a derhênerê Belçîkî Ellen Vermeulen de jî cih girt ku dê di 4’ê Kanûnê de li Bozarê bê nîşandan. Fîlma ku wekî rêwîtiyeke ceribandinî ya li ser bingeha lêgerîna wateyê li hemberî dîmenên şer û tundiyê tê pênasekirin, ezmûneke ku bixwe Nedîm Turfent jiyaye digire dest. Turfent vê ezmûnê wiha vedibêje: “Di dawiyê de li wir lîstikek nedihat lîstin, fîlmek nedihat kişandin. Di şert û mercên hişk ên wekî keviran de, jiyanek bû ku wekî guleyan derbas dibû.”

Di payîza 2015’an de, di dema ku şer li Geverê gur bibûn, derhênerê Belçîkî Ellen Vermeulen hat bajêr da ku bûyeran bişopîne. Li vir Nedîm Turfent nas kir ku wê demê nûçegihan bû û tundî û binpêkirinên mafên mirovan tomar dikir.

Hevnasîna wan a yekem di şert û mercên trajîk de pêk hat. Di 16’ê Cotmehê de dema ku bi hev re ber bi navenda bajêr ve dimeşiyan, polîsan gule berdan ciwanên ku rê girtibûn. Diyar Ertaş ê 17 salî û Diyar Akîn ê 16 salî di encama gulebarana ji wesayîta zirxî hat avêtin de jiyana xwe ji dest dan.

Turfent wê rojê bi van gotinan tîne bîra xwe: “Ellen ê ku şahidê vê êrîşê bû, gelekî bandor bibû. Lê ji bo min, piştî ewqas mirinên ku berê ez bûbûm şahidê wan, mirineke din qewimîbû.”

Dema ku Nedîm Turfent hewl dida bûyeran bi rêya wêne û nûçeyên xwe tomar bike, Ellen Vermeulen projeya xwe ya fîlmê dewam dikir. Bi taybetî dixwest bi malbatên kesên ku bi zorê hatibûn windakirin û qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar re hevdîtinê bike. Di vê pêvajoyê de derhêner li mala Turfent ma.

Turfent wiha vedibêje: “Her şev, li ser nivîna ku min li erdê raxistibû, ev çîrok dinivîsand; bi awayekî li cihê herî nêzîkî axa vî bajarî.”

Wekî rojnamevanekî ku di wan şert û mercan de bûye şahid û binpêkirina mafan tomar kiriye, di navbera li pêşiya kamerayê û li pişt kamerayê bûnê de çi cudahî hebû? Di navbera nasnameya we ya rojnamevanî û şahidiyê de alozî çêbû?

Bi taybetî zarokên ku di encama gulebarana hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan di serî de, me di wê pêvajoyê de gelek binpêkirinên mafan tomar kirin. Ne tenê di dema berxwedana xwerêveberiyê de, beriya wê jî em bûn şahidê kuştina bi dehan sivîlan. Di qadên cuda yên wekî koçberkirina bi zorê, bombebarankirina qadên niştecihbûnê yên sivîlan, zexta leşkeran li gundan, êşkenceya di binçavan de, binpêkirin çêdibûn. Bi rastî gotina ‘çêdibûn’ jî ne rast e; binpêkirin dihatin kirin.

Werin em vegerin ser şahidiyê, li ser pirsa we. Dema ku zilm bi awayekî zindî diqewime, gava ku hûn li wir rojnamevaniyê dikin, hûn nikarin tenê wekî ‘rojnamevan’ bimînin. Di dawiyê de hûn mirov in, dilê we, wîjdanê we heye. Dema ku hûn rojnamevaniyê dikin, êdî hûn dibin parçeyek, aliyek ji tiştên ku diqewimin.

Heke wîjdanê we kor nebûbe, gava ku hûn li fîlmekî temaşe dikin hûn ne bi zalim re, bi kesê ku zilm lê hatiye kirin re hemhestiyê dikin. Ev hemhestî carnan bi xweber, carnan jî bi hilbijartineke hişmendî pêş dikeve. Lê di jiyana rastîn de gelekî bi xweber pêş dikeve.

Tiştê ku we ber bi xwe ve dikişîne terazûya edaletê ye. Hewldana ku hûn vê terazûyê di hevsengiyê de bihêlin û rojnamevaniyê bikin, hûn jî qebûl dikin ku barekî zêde dixe ser milên we. Di navbera nasnameya min a rojnamevanî û şahidiya min de gelek caran alozî çêbû, lê dengê dilê min ji aliyê wîjdanî ve ez li cihê rast hiştim.

Di dawiyê de li wir lîstikek nedihat lîstin, fîlmek nedihat kişandin. Di şert û mercên hişk ên wekî keviran de, jiyanek bû ku wekî guleyan derbas dibû. Li pêşiya kamerayê be an li pişt kamerayê be, tiştê ku hûn vediguhezînin, heqîqeta ku hûn hewl didin ronahiyê bidin serê an bibin dengê wê, naguherîne. Cewhera kar ev e: helwesta we çi be jî, heke tiştê ku hûn nîşan didin heqîqet be, berpirsiyariya we ya rojnamevaniyê jî naguherîne.

Di nav tiştên ku hûn di wê demê de bûn şahidê wan, kêlî an dîmenên ku herî zêde bandor li we kirin kîjan bûn? Îro jî di hişê we de cih girtine, kêliyên ku hûn ji bîr nakin hene?

Bêyî zêdegaviyê dibêjim, bi sedan kêlî hene. Gava ku hûn dipirsin jî, di serê min de dibin rêz û derbas dibin.. Piştî ku min hinekî nefes girt û hizir kir, min biryar da ku qala perçeyekî wê bikim.

Bi rastî nûçeyeke min a vîdeoyî ya ku rewşa herî tazî, herî eşkere ya zilmê nîşan didê: “Hûn ê hêza Tirk bibînin!” ye.

Polîsên tevgera taybet ên ku avêtibûn ser şantiyeyekê, bi dengekî bilind li karkerên ku nîv-tazî, berê rûyê wan li erdê û destên wan ji paş ve kelemçekirî li erdê hatibûn razandin, diqîriyan: “Vê dewletê çi bi we kir lawo?”

Ew gotinên li wir, wekî kurteya demekê ketin nav dîrokê. Dewletê bi rastî tam ew kir.

Aliyekî trajîkomîk ê vê jî hebû. Vê nûçeya vîdeoyî hem xelat û hem jî ceza anî ji min re. Di pêvajoya ku bi girtina min re encam bû de, nûçeya ku polîs herî zêde jê nerehet bibûn ev bû. Heta di biryara berfirehî ya cezayê 8 sal û 9 meh girtîgehê ku dadgehê dabû de, digot: “Nedîm Turfent ji ber ku nûçeyên ku nerehet dike çêkirine hatiye cezakirin.”

Halbûkî armanca xebata rojnamevaniyê agahî dayîn û agahdarkirina raya giştî ye. Nûçeyek ji ber ku nerehet dike ango matmayî dihêle, bi tenê wê weke sûc nayê dîtin. Li vir yên ku nerehet bibûn, hêzên ewlehiyê bûn ku binpêkirinên mafan dikirin. Ev gotina “nerehetkirin” a di biryara dadgehê de, îtirafek bû ku nîşan dida xebatên rojnamevaniyê çawa tê krîmînalîzekirin. Bedêla derxistina binpêkirinên mafan li holê, bû girtîgeh.

Piştî salên ku derbas bûn, gava ku hûn dîsa wan rojan û tiştên ku îro diqewimin dinirxînin, vê pêvajoyê di we de şopeke çawa hişt? Li gorî we tiştên ku qewimîne di bîra civaka Kurd û di têkoşîna wê de cihê xwe çawa girt?

Ez bawerim ku ev pirsa herî zehmet e. Li çend bajaran bi mehan qedexeyên derketina derve yên bênavber hatin sepandin. Bi hezaran mirov bi can û xwîna xwe, bi mîlyonan mirov jî ji aliyê derûnî û aborî ve bandor bûn. Di salên 90’î de gund dihatin şewitandin, lê di 2015-2016’an de bajarên mezin hatin bombebarankirin. Ew roj bûn ku hevrikê desthilatdariyê Devlet Bahçelî gotibû: “Kevir li ser kevir, serî li ser serî nehêlin.” Dewletê bi tank, top, tifing, leşker, tîmên taybet û kontrayên xwe şêweya herî dijwar a tundiyê bi kar anî.

Wêrankariya giran a ku li bajaran qewimî, li Kurdistanê hewayeke şînê derxist holê. Heke hûn ji min bipirsin, di çend salên piştî pêvajoya xwerêveberiyê de hêza kolanan a Kurdan kêm bû, refleksên civakî bi awayekî eşkere qels bûn. Pêvajoyeke bêdengiyê ya çend salan, bi demê re veguherî pêvajoyeke ku civakê berxwedana xwe bi awayekî ji nû ve ji xweliyê afirand.

Bîra wan salan bê guman bi çîrokên berxwedanê tije ye. Lê belê êş û wêranî jî gelekî giran bûn. Şopên wan, li wan bajaran mîna ku li ber demê radibin hîn jî pir zindî ne; wekî ku her tişt hîn duh qewimîbe.

Italo Calvino, di Bajarên Nexuya de digot: “Bajarek rabirdûya xwe venabêje; wê wekî xêzên nav kefa destan hildigire.” Kolanên wan bajaran jî rabirdûya xwe wekî xêzên di nav kefên destên me de hildigirin.

Ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê yên wê demê hûn hatin girtin û 6 sal û 6 meh li girtîgehê man. Hûn vê pêvajoyê di çarçoveya têkiliya di navbera şert û mercên şer, berxwedana gelê Kurd û rojnamevaniya Kurd de çawa dinirxînin?

Demek bû ku min dikarîbû ji ber ku ez sax mam xwe “bi şans” bihesibînim. Piştî ku JÎTEM’ê bi eşkereyî gefên kuştinê xwarin, ez hatim binçavkirin, revandin û rûbirûyî hewldana windakirinê bûm. Bi rastî, ez bawer bûm ku zexta raya giştî ez sax hiştim. Dibe ku li wî girê ku ez biribûmê, kî dizane, bi biryareke wisa kêfî dev jê berdan.

Va ye bedêla rojnamevanî kirin di şert û mercên şer de li Kurdistanê, heke hûn bi awayekî karibin sax bimînin, bi îhtimaleke mezin tê girtin. Ji ber ku gava nikarin winda bikin, digirin.

Mixabin nîv sedsal e ku navên rojnamevanên Kurd biguherin jî çîrokên wan yek in, tiştên ku dijîn dişibin hev. Heke hûn rojnamevaneke ku derdê gelê Kurd dike derdê xwe bin, halê we xirab e!

Rojnamevaniya Kurd, bi salan e di nava bêderfetiyên mezin ên aborî de, tevî zexta herî giran a dewletê jî westiyayî nabe, ax nakêşe; kevneşopiyeke rojnamevaniyê ya ku di eslê xwe de çîrokeke serkeftinê ye. Ev çîrok, bi saya gel li ser piyan dimîne; tê nivîsîn, tê xêzkirin. Werin em bibêjin, bila qet hibira wê zuha nebe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dokûmantera Mîrza: Çîroka bawerî, hêvî û berxwedanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

Ji bo gerîlayên HPG’ê Harun Sune (Şevger Rojger) û Remezan Çakarsin (Serbest) ên ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Mamoste Şemal li Kifriyê hat bibîranîn

Dîroknas û lêkolîner Mamoste Şemal ku sê sal berê ji aliyê MÎT’ê ve hat qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

YRD’ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir

Koordînasyona Giştî ya YRD'ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir û got, "Em soza xwe dubare…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Dokûmantera Mîrza: Çîroka bawerî, hêvî û berxwedanê

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Berxwedan: Xwedîderketina li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê erka me hemûyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?