Nûçegihanê Rojnewsê Herêm Ebûbekir ragihand ku di civînê de biryar hate dayîn ku du komîteyên yasayî û siyasî bê avakirin. Komîsyon ku ji Bafil Talebanî, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî pêk tê, wê bi hev re ji Hewlêrê biçin Bexdayê, li wir tevlî civîna 1’ê Kanûnê bi navnîşana ‘Diyaloga Niştîmanî’ bibin.
Komîteya yasayî wê ji bo nirxandina biryarên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bicive û heta aliyên destûrî yasaya biryaran dinirxîne.
Civîna îro bi tevlîbûna şandeya PDK’ê ya Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Piştîwan Sadiq û Mehmûd Mihemed û ya YNK’ê jî ji Bafil Talebanî, Qubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl, Daro Şêx Nûrî û Rifet Ebdulla pêk hat. Civîn li ser bûyer û pêşketinên dema dawî di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de pêk hatine hate kirin.
Di daxuyaniya hevpar a ji aliyê YNK’ê û PDK’ê ve hate dayîn de her du aliyan tekezî li ser girtina rêya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûra heyî ya Iraqê de kirin, her wiha biryar dan bi yek helwest beşdarî civîna roja Sêşemê (1’ê Kanûna 2026’an’ ya li Bexdayê bibin û mafê destrî ya Herêma Kurdistanê biparêzin.
Li ser pêşniyara her çar serokatiya Iraqê biryar hate dayîn ku şandeya Herêm û Iraqê bi tevlîbûna Nûnerê Taybet ê Donald Trump, Tom Barrack li Bexdayê bicivin.
Komîsyona ku wê tevlî civîna ku wê serê meha Kanûnê destpê bike ji Bafil Talebanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pêk tên. Her wiha aliyê Iraq jî ji her çar serokatiyên Iraqê û 7 rayedarên Şîa û Tom Barrack pêk tên.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Hêjayî bibîr xistinê ye 24’ê Mijdarê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi dosyaya qaçaxçîtiya petrolê çend berpirsên bilind ên leşkerî û siyasî ji erka wan girtibû. Her wiha têkildarî Herêmê jî biryar girtibû ku dest dane hemû deriyên sînor ên fermî û nefermî, dîsa bîrên petrolê yên li Herêmê. Her wiha biryar da ku Wezareta Petrolê ya Iraqê dest dane ser hemû bîrên neftê yên dikevin sînorên parêzgeha Kerkûk, Neynawa, Selahedîn û Diyale ku dikevin jê kontorla hêzên ewlekariyê ya Herêmê.
Ev biryara Elî Zeydî bi taybet li Herêma Kurdistanê û ji bo hemû Kurdan bû cihê nerazîbûnê. PDK’ê û YNK’ê di cih de li ser vê yekê daxuyaniyek hevpar da û helwesta xwe ya hevpar a li dijî vê nîşan da û hate gotin ku ne li benda daxuyaniyeke wiha ya Berdevkê Hêzên Çekdarî ya Iraqê bûn. Hate gotin ku Herêma Kurdistanê berhema xwîn û têkoşîna salên dûr û dirêj a Gelê Kurdistanê ye, binpêkirina maf û destkeftiyan xeta wan a sore. Ew li gel diyalog û zelaliya jihevfamkirinêne. Hate diyarkirin ku biryara yek alî xizmetê ewlehî û aramiya Iraqê nake.
Piştî vê Dadgeha Bilind a Federal daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ya ji bo biryara Elî Zeydî destnîşan kir. Dîsa Donald Trump li ser hesbê medya civakî piştgiriya xwe ya ji bo gavên Elî Zeydî diyar kiribû.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî mijarê ev gotibû: “Serokwezîrê Iraqê eşkere kir ku wan biryar dane ku qadên petrolê û deriyên sînor ên li Başûrê Kurdistanê radestî hikumeta navendî bêne kirin. Xwest ku qadên petrolê û deriyên gumrukê yên li Başûrê Kurdistanê radestî wan bê kirin. Ev yek tê wê wateyê ku temamiya çavkaniyên aboriyê yên federasyona Başûrê Kurdistanê radestî hikumeta navendî bê kirin. Civakek û sîstemeke siyasî dema ji çavkaniyên malî bêpar bimîne, hingî bi temamî tê girêdan. Bi taybetî di serdema heyî de çavkaniyên malî ji aliyê avakirin û parastina sîstema siyasî, çandî, civakî û aborî ve xwedî roleke girîng e. Lewma biryara hikumeta Bexdayê tê wateya sînordarkirina aliyên bingehîn ên jiyanê û destwerdana yekser a li qada jiyanê ya federasyona Başûrê Kurdistanê.”

