Daxuyaniya Koma Berxwedan bi vî rengî ye:
“Di van rojên dawî de û bi taybet ku rojhilata navîn di nava kaus û aloziyên mezin de ye,Hukumeta navendî ya Iraqê destkeftiyên kurdan li başûrê kurdistanê bi hinek behaneyan tahdîd dike. Ev hişmendî li şûna aramiyê, aloziyeke din li herêmê zêde dike, li şûna pêkvejiyana gelan, li ser vê axa ku mazûbaniya şaristaniyên cuda kiriye, kîn û nefretê diçîne. Tu tişt nabe hincet ku azadî û destkeftiyên gelan ji dest wan bêne girtin. Ew destkeftî bi xwîna vî gelî pêk hatine. Ne enfal ne jî koçberiyên li pey hev nikarîbûn vî gelî ji nasnameya wî dûr bixin. Ev destkeftî ne yên partiyekê, hêl û parçeyekî Kurdistanê ne, ew destkeftiyên her Kurdekî li her deverekî cîhanê ye.
Çawa gelê me ji bo Rojava herikîn kolanan wê wiha ji bo Başûr jî bike. Em li vir, weke her demê, bi hestên netewî nêzîkî pirsê dibin. Bîr û baweriyên siyasî yên cuda ji bo Kurdan dewlemendiyeke, lê dema mesele bû hewldana têkbirina destkeftî û dîlgirtina azadiya gelê Kurd, êdî hemû sînor li hember hêrsa netewî hildiweşin. Divê ku hikumeta navendî ya Iraqê vegere destûra xwe ya bingehîn û demildest dest ji zimanê tehdîdê berde.
Em bi hêvîne ku hêz û partiyên Başûrê Kurdistanê jî nakokiyên xwe bidin hêlekê û karê sereke yê wan bibe parastina destkeftiyên Kurdan li Başûr. Em weke koma Berxwedan, çawa em li cem gelê xwe li Bakur bûn, wiha jî li Rojhilat û Rojava bûn. Niha em vê zilma ku li başûr dibe, qebûl nakin, şermezar dikin û vekirî li kêleka gelê xwe ne. Tu caran sînoran em ji hev cuda nekirin, niha jî wê wiha be.”

