Salvegera 48’an a damezrandina PKK’ê ku 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîs ê navçeya Lice ya Amedê hate lidarxistin, li gelek qadan bi coş tê pîrozkirin. Tevgera Apoyî di dîroka berxwedanê û têkoşîna 48 salî de berdêlên mezin dane. Her wiha mîrateyeke têkoşînê ya bi kok jî afirandiye. Yek ji nirxên herî girîng a vê mîrateyê, şehîdên şoreşê ye.
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rêber Apo û Tevgera Apoyî gavên dîrokî avêtine. Bi fesixkirina PKK’ê re pêvajo gihiştiye qonaxeke nû. Di vê pêvajoyê de şehîdên Tevgera Apoyî yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, ji raya giştî re hatin ragihandin. Li 4 parçeyên Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê gel bi merasîmên girseyî şehîdên xwe bi bîr anî û xwedî li nirxên têkoşînê derket.
Gerîlaya YJA Starê Şîndar Botan jî hest û fikrên xwe têkildarî vê parve kir. Şîndar Botan salvegera 48’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, Tevgera Apoyî di pêvajoya berxwedanê ya 47 salî de mîrateyeke têkoşînê ya mezin ava kiriye.
Şîndar Botan got, “PKK’ê weke Tevgera Apoyî mîrateyeke dîrokî li pey xwe hişt. Ji xeynî vê mîrateya girîng, berdêlên mezin jî hatin dayîn. Bi taybetî di vê pêvajoyê de, li 4 parçeyên Kurdistanê şehîdên me yên şoreşê hatin îlankirin. Malbatên me yên şehîdan car din bi rengekî girseyî nirxên xwe pêşwazî kirin û xwedî li şehîdên xwe derket. Weke Tevgera Apoyî û hevrêyên wan em jî berpirsyar in ku xwedî li mîrateya şehîdan derkevin, xeyal û armancên wan pêk bînin. Ev berpirsyariyeke mezin a li ser milên me ye.”
JI BO XWEDÎ DERKETINA LI BERDÊLAN, DIVÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE
Gerîla Şîndar Botan bi bîr xist ku Rêber Apo ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer PKK ava kiriye û got, “PKK bûye mîrateyeke berdêlên mezin a şehîdan. Li gorî vê gav, têkoşîn û berxwedana xwe hîn mezintir kir. PKK weke partiya şehîdan navê xwe li dîrokê nivîsand. Ev dîrok bi xwedî derketina li mîrateya şehîdan, gihişt roja îro. Bi xwedî derketina li van berdêlan, têkoşîn îro jî tê domandin.
Gelê me divê hîn zêdetir li şehîdên xwe, nirxên şoreşê û hebûna gelê Kurd derkeve. Divê em têkoşîna xwe hîn mezintir bikin û timî li ser vê rêyê bimeşin. PKK bûye nasnameya gelê Kurd û jinên azad. Gelê me divê xwedî li van nirx, berxwedan û têkoşînê derbikeve û li her qadê van bilind bike.
Weke hevrêyên şehîdên me yên şoreşê em ê jî xwedî li van nirxan derbikevin. Teqez soza ku me daye wan, bi cih bînin.”

