Li Tirkiyeyê sînemaya Kurd di her serdema dîrokê de li sansur û zextê rast hat. Ne tenê sînemaya Kurd, projeyên fîlm û rêze fîlman ên li ser cografya Kurdan neçar tên hiştin ku li hemberî kiryarên sansur û zextên yên desthilatdariyan têbikoşin.
Fîlm û dokûmanterên têne amadekirin nikarin cih peyda bikin ku lê bêne weşandin Salonên sînemayê deriyên xwe li van berheman venakin. Herî dawî fîlmê Rojbash ê li ser Teatra Jiyana Nû hîn jî nekarî bê nîşandan. Dozên li hemberî fîlm jî dewam dikin. Yek ji berhemên ku nekarî salonê ji bo weşandinê bibîne dokûmantera li ser komkujiya Vartinisê ye.
Derhênerê ku komkujiya Vartinisê kir belge Omer Bîçer mijar ji ajansa me re nirxand.
Bîçer anî ziman ku beriya belgesela Vartinisê wî fîlmekî kurt ê li ser pirsgirêka tenduristiya gel a di dema berxwedana Sûrê de amade kir û got, “Beriya Vartinisê di sala 2024’an de min fîlmê S’êhiya Gel’ kişand. Vî fîlmî qala pirsgirêka tenduristiya gel a di dema berxwedana Sûrê ya 2015’an de dikir. Dema ku ev fîlm di asta post-produksiyon’ê de bû, yanî piştî ku kişandina wê qediya çîrokeke bi vî rengî, projeyeke bi vî rengî hat. Ya rast ev daxwaz ji Vartinisiyan hat.”
Omer Bîçer diyar kir ku dema belgesela Vartinisê amade kir û reaskiyona piştî aamdekirina wê anî bîra wan ku civaka Kurd bi rastî jî civakeke dînamîk û polîtîk e û got, “Min ev beş dît: Civaka Kurd dikare rê li ber hunermendan bixe. Sînemaya Kurd bi çi ve mijûl dibû, li pey vegotineke çawa bû? Lewma dema meseleya Vartinisê hat pêşiya mirovan, mirov bi carekê bi giraniya her tiştî dihese. Pêvajoya nivîsandina çîroka Vartinisê bi vî rengî destpê kir.”
Omer Bîçer destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên sînemaya Kurd xwegihandina li temaşevanan e û got, “Ji ber vê eykê hilberîner li şûna temaşevanên giştî fîlmên xwe dibe qadên festîvalan. Lewma li holê tercîhek dimîne; temaşevanên Kurd an jî temaşevanên festîvalê? Piraniay van festîvalan jî li derveyî welatn an jî li Tirkiyeyê têne lidarxistin. Ji ber ku li Kurdistanê nîşandana cemaweriyê ya sînemayê gelekî kêm e. Sînemager jî piştî astekê êdî dest bi çêkirina fîlmên li gorî cihê lê bê nîşandan dike. Ev rewş jî pirsa ‘Sînema ji bo kê tê çêkirin’ digihîne asteke cuda. Mixabin em dibînin ku sînema ji bo mirovên Kurd nayê çêkirin.”
Derhêner Omer Bîçer ragihand ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re sînema bi roleke girîng rabûye û got, “Em dikarin sînemaya Kurd weke nîşanedana rewşa gelê Kurd bibîne. Piştî ku pirsgirêkên dibin sedema pirsgirêka Kurd ji holê rabûn wê hin astengiyên li pêşiya sînemaya Kurd jî ji holê rabin. Di vir de paraleliyek heye. Lê belê vê jî dibînim: Li qada siyasî hin pêşketin û destketî çêdibin. Pêvajoya aştiyê bi xwe destketiyeke mezin e, lê belê ev yek hîn veneguherîne destketiyên çandî.”
Omer Bîçer destnîşan kir ku rawestandina şer destketiyeke mezin e, lê belê destketiyeke çandî nîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Tevkariya herÎ mezin a sînemagerên Kurd ew e ku ji cihê mayî berxwedanê û rastiay sînemaya antî mêtingeriyê bike çîrok, bigihîne mirovên xwe û hişê dîrokî biafirîne. Bi dîtina min, divê di çarçoveya kevnşeopiya siyasî û sînemayê ya heyî de tevbigere û li gorî vê mîrateyê pêşî li tasfiyeya pêşwext bigire.”

