Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 9’ê Mijdarê de nasnameya gerîlayên azadiyê eşkere kiribû ku ji bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên berxwedanê bûn û li cih û demên cuda şehîd bûn.
Li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê ji bo gerîlayên şehîd merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Di merasîmê de malbatên şehîdan, dayikên aştiyê û gelê welatparêz amade bûn. Di merasîmê de tim û tim dirûşma “Şehîd namirin” hate qîrîn.
Her wiha soz hate dayin ku têkoşîna şehîdan bê mezinkirin û heta pêkhatina armancên wan berxwedan bê dewamkirin.

