Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi rojeva avakirina Komîsyona Çavderiyê û Şopandinê ya Meclisê serdanên partiyên siyasî didomîne. Di çarçoveya serdanan de Numan Kurtulmuş serdana Koma DEM Partiyê ya Meclisê kir. Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek re hevdîtin pêk anî.
Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de serdana DEM Partiyê kir
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş di çarçoveya serdanên partiyên siyasî yên têkildarî karên Desteya Çavdêrî û Şopandinê de ku tê payin li Meclîsê bê avakirin, serdana koma DEM Partiyê kir. Hevdîtinê saetekê dewam kir.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

