Konferansa Wêje û Aştiyê ya ji aliyê PENa Kurd ve tê lidarxistin li Eywana Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê destpê kir. Li gel Serokê PEN a navneteweyî Bûrhan Sonmez, Siyasetmedar Veysî Aktaş, hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, nivîskar û rewşenbîran, endamên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek kes tev li konferansê bûn. Konferans bi dedeqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyan destpê kir.
Piştî rêzgirtinê Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PEN a Kurd Omer Fîdan axaftina destpêkê kir. Omer Fîdan diyar kir ku Tirkiye ne dewletek yek netewe ye û got: “Li Tirkiyeyê gelên sereke Kurd û Tirk in û divê ji bilî Kurd û Tirkan hemû gelê li ser vê axê xwe di makezagonan de bibînin. Divê hebûna zimanê Kurdî di her qadê were bikaranîn û bi awayek fermî cih li her derê bigire. Rewşenbîr û nivîskar divê her tim pênûsa xwe ji bo aştiyê bi kar bînin. Divê êdî siyasetmedar ji bo dijberiyê tevnegerin û ji bo aştiyek mayînde û bi rûmet tevbigerin.” Omer Fîdan herî dawî spasiya xwe ji bo hemû kesên keda wan di lidarxistina konferansê de çêbûye kir.
Piştî Omer Fîdan, konfransê bi beşa Kursiya Vala dewam kir. Di beşa Kursiya Vala de, Nivîskar Mizgîn Ronak bal kişand ser nivîskar û hunermendên di zindanan de û got ku kursiyê Nûdem Dûrak, Ramazan Çeper û Sarya Mulkiye Dogan vale ye û em bang dikin ku werin û kursiyê xwe tije bikin.
Piştî Mizgîn Ronak, Îlhan Samî Çomak got, dema aştî tê gotin destpêkê hevalên di zindanê de tên bîra wî û wiha axivî: “Dema ku destpêkê girtiyên me neyên berdan tu wateya vê pêvajoya aştiyê tuneye. Ji ber wê yekê divê beriya her tiştî hevalên me yên di zindanan de werin berdan û Hatîce Çakmak, Îbrahîm Oruç, Fatma Tokmak, Tevfîk Yaşli, Mahmût Yamalak, Selahattîn Demîrtaş kursiyên xwe yên vale tije bikin.”
Piştî Îlhan Samî Çomak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak nivîskar û helbestvanên Kurd ên di dîrokê de cih girtine bi bîr anî û wiha axivî: “Ez bi serfirazî dikarim bibêjim ku kaniya wêjeya Kurdî gelekî bi hêz e. Ez serketinê ji bo hemû helbestkar û nivîskarên welatê me dixwazim. Ez konferans di demekî gelekî girîng de tê lidarxistin. Aştî tenê li ser maseyê pêk nayê, aştî bi zimanan tê axaftin û divê ji bo aştî pêk were ziman û wêje neyê astengkirin. Bingeha aştiyê azadiya raman û derbirînê ye. Peyvên azad welatê azad ava dike û em ê xwediyê peyvên azad silav dikin. Ev konferans hêviya me ya aştiyê zêdetir dike û em ji bo hemû beşdarvanan spas dikin.”
Beşa yekemîn a konferansê bi panela bi mijara Ziman, Wêje û Mafên Gerdûnî di Pêvajoyên Aştiyê de bi pêşkêşkirina Nivîskar Dîba Keskîn destpê kir. Serokê Giştî ya PEN a Navneteweyî Bûrhan Sonmez got, divê êdî pênûs ji bo aştiyê binivîse û wiha axivî: “Rewşenbîr ew e ku li gel hunera xwe eleqeyekî nîşanî pirsgirêkên gel bide. Li her dera cîhanê dema krîzek derdikeve holê em rewşenbîr hewl didin li wir bin, ji bo çareseriya pirsgirêkê di nava tevgerê de bin. Aştî bi hêsanî nayê destxistin. Aştî niha di qonaxa destpêkê de ye. Helbet ji bo aştiya di navbera Kurd û Tirkan de demek dirêj û avêtina gavên girîng lazim e. Em ne rêxistinek siyasî ne lê parastina mafên ji ber rewşa siyasî hatine astengkirin dikin. Îro Kurdên bakurê Kurdistanê ber bi aştiyê ve diçin. Destpêkirina aştiyê gaveke mezin e, çareserkirina pirsgirêka Kurd gaveke mezintir. Divê gava derstpêkê girtiyên li zindanan werin berdan, gerîlayên sere çiyan bikevin nava siyaseta demokratîk, divê mafên ziman ên gelê Kurd were dayîn û tu astengî li pêşiya ziman nemîne. Bila êdî pênûs ji bo aştiyê binivîsin.”
Seroka Rûmetê ya Navenda PEN a Kurd Dr. Bêrîvan Doskî destpêka axaftina xwe de got ku azadiya zimanekî metirsiyê li ser zimanekî din nake û wiha got: “Zimanê Kurdî azad bibe, astengiyê ji bo zimanê Tirkî dernaxe, çanda Kurdî azad bibe ev yek ji bo çanda Tirkî ne taloke ye. Mafê her welatî heye ku ji bo kar û barên dewletê zimanek an jî çend zimanan bike zimanên fermî. Lê ev yek nayê wê wateyê ku zimanên fermî çewisandinê li ser zimanên din ên li welatî tên axaftin pêk bîne. Hemwelatiyek Tirk divê tu dem ji axaftina zimanê Kurdî netirse, her wiha divê tu Kurd ji axaftina zimanê Kurdî fedî neke. Zimanê dayikê tenê ne alaveke ku em pê diaxivin. Zimanê ew e ku me dike em. Ji bo Kurdan ziman gelekî girîng e, ji ber ku bi sedan salan e tê qedexekirin lê li gel hemû astengiyan ziman astengî û sînor nasnekiri û xwe da jiyankirin.”
Siyasetmedar Veysî Aktaş di destpêka axaftina xwe de spasiyên xwe ji bo Rêber Apo, Serokê MHPê Bahçelî û Serokomar Erdogan kir. Veysî Aktaş de bal kişand ser rola rewşenbîran a li ser pêvajoyên aştiyê û wiha got: “Bandora rewşenbiyê li ser civakê her wiha ya civakê jî li ser rewşenbiriyê heye. Divê rewşenbîr ji civakî qut nebe da ku bikaribe civakê fam bike. Di nava Kurd û Tirkan de têkiliya rewşenbiran a bi civakê re qels e. Dema mirov ji civakê dûr bike rewşeke elîtîst derdikeve holê û niha jî ev yek di rewşenbiriya me de hakim e. Em dikarin bibêjin ku ji ber vê yekê rewşenbiriya me neketiye nava pêvajoya. Dîlgirtina civaka tenê ne fîzîkî ye, her wiha dîlgirtin bi ramanî jî pêk tê. Divê rewşenbîrên me di vê pêvajoyê de, şer, hiqûq, jiyanek hevpar, aştî çi ye û bikaribin van ji civakê re bibêjin. Mixabin rewşenbiriya heyî vê yekê pêk nayîne ji bo pêvajoyê dûr disekine. Helbet hewldanek heye lê rewşenbîr rola xwe nalîzin. Di pêvajoyê de gotina wan tenê li ser şîroveyê maye.”
Veysî Aktaş diyar kir ku hin têgehên tên bikaranîn şaş tên destgirtin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de têgeh şaş tên bikaranîn. Mînak em dibêjin, ‘Entegrasyona Demokratîk’ lê rewşenbîr tenê li ser entegrasyonê diaxivin, dixebitin û li ser wê peyvê şîroveyên xwe dikin. Di vir de têgeha girîng demokrasî ye lê piraniya kesan li ser peyva entegerasyonê radiwestin, ev yek şaş e. Ger civak li ser pirsgirêkên xwe bikaribe hûrbûnekî pêk bîne dikare li ser pirsgirêka xwe polîtîka jî bike. Li vir têkiliya siyaset û rewşenbîr çi ye divê baş were nirxandin. Dema rewşenbîr di çareserkirina pirsgirêkan de xwedî rol be wê demê xemla çareseriyê dikare bike. Dema rewşenbîr rola xwe nelîze wê demê siyasetmedar ber bi desthilatiyê ve diçin. Ji ber wê divê rewşenbîr di her mijarê de xwedî gotin be û gel aresteyî rastiyê bike.”
‘PÊDIVÎ BI GAVÊN DEMOKRATÎK HEYE’
Veysî Aktaş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo pêvajo bigihêje qonaxa nû divê hin gavên demokratîk werin avêtin û wiha bi dawî kir: “Weke hûn jî dizanin armanca vê pêvajoyê siyaseta demokratîk e. Heya niha bi şer me dixwest pirsgirêkê çareser bikin lê êdî ev yek dê bi siyaseta demokratîk çareser bibe. Ji bo vê yekê divê dewlet demokratîk bibe. Niha dewlet ne demokatîk e û ji bo pêvajo pêş bikeve dê hiqûqek defakto were bikaranîn. Niha tiştek li ser hiqûqê ava nebûye û hiqûqa nivîskî dê bi têkoşînê pêk were. Niha divê hin gav werin avêtin û em derbasî merheleya duyemîn bibin. Niha ji bo em derbasî merheleya nû bibin hin pirsgirêk tên jiyandin. Ji bo ku em derbasî merheleya duyemîn bibin divê hin gav werin avêtin û yek ji van jî rewşa Rêber Ocalan e. Piştî ku em derbasî merheleya duyemîn bûn wê demê her tişt dikeve ser milê siyaseta demokratîk. Kî xwe zêdetir bi rêxistin bike û xwe bide qebûlkirin ew ê xwe bide jiyandin jî.”
Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PEN a Navneteweyî German Rojas diyar kir ku çeka rewşenbîran tenê pênûs e, her wiha ew ê bi pênûsa xwe aştiyê pêk bînin û wiha axivî: “Bê guman bê wêje aştî pêk nayê. Dema em li cîhanê dinêrin gelek deveran wêjekar ji aliyê dîktatoran ve tên girtin. Ev yek jî nîşan dide ku bandora wêjeyê li ser azadî û aştiyê heye. Ez li hember tiştên hatine serê gelê Kurd pir êşiyame. Em niha di pêvajoyeke wiha de ne ku divê mirov pêtir rola wêjeyê ya li ser aştiyê bifikire. Ji ber ku wêje di têkiliyên mirovî de her tim hebûye û di pêvajoyên aştiyê de wêje divê cardin hebin. Divê baş bê zanîn ku çeka nivîskaran tuneye. Çeka me tenê pênûsa me ye û ev pênûs ji şer dûr e. Ez hêvî dikim ku hûn jî pênûsa xwe bikar bînin û bi pênûsê bikaribin hemû xewn û xeyalên xwe pêk bînin.”
Konferans bi danişîna 2’yemîn a bi mijara ‘Rola Qada Navneteweyî, Siberoja Wekheviyê û Mafên Mirovan’ dewam dike.

