Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi biryarnameyên di dema rewşa awarte de hate derxistin zêdeyî 125 hezar wezîfedarên cemaweriyê ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin. Desthilatdarî weke tedbîrên li hemberî kesên tevlî darbeyê bûn xwedî li vê kiryarê derket. Di vê pêvajoyê de gelek xebatkarên cemaweriyê yên muxalîf jî ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin. Yek ji van jî mamosteyê muzîkê Engîn Cengîz e ku niha di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de mamostetiya muzîkê dike. Cengîz pêvajoya biryarnameyê, dûrxistina ji wezîfeyê û naskirina NÇM’ê ji ajansa me re nirxand.
Destpêkê qala dûrxistina bi biryarnameyê kir û got, “Wê demê xwedî tecrûbeya mamostetiyê ya 15 salan bûm Ez mamosteyê muzîkê bûm û demeke dirêj li Meletiyê xebitîm. Beriya wê li qada sendîkayî min kar dikir, li qada kedê bûm.”
Engîn Cengîz diyar kir ku wê demê li ser Rojava, li Sûriyeyê şerekî navxweyî, êrişeke gelekî giran hebû û got, “Ya rast, qutbûn li wir destpê kir. Ji ber bûyerên Kobanê meha Kanûnê ji bo du rojan grev hebû. Ji ber ku em tevlî wê derê bûn li gel gelek hevalên xwe em yekser bûn hedef. Ji ber cihê lê dixebitîm timî li pêş bûm. Piştre jî li dû hewldana darbeyê bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatim dûrxistin.”
Cengîz anî ziman ku di salvegera damezrandina komarê de ji wezîfeyê hate dûrxistin, di demekê de ku daxwaza komara demokratîk dikir, 29’ê Cotmehê ji wezîfeyê hate dûrxistin.
Mamosteyê muzîkê Engîn Cengîz ragihand ku demeke kurt piştî bi biryarnameyê ji wezîfeyê hate dûrxistin hate girtin û 10 mehan girtî ma. Engîn Cengîz jinûve xwegihandina Kurdîtiya xwe weke sedema girtina xwe pênase kir.
Cengîz diyar kir ku piştî hate berdan li karên cuda xebitî, dûre Navenda Çanda Mezopotamyayê nas kir, lewma jinûve dest bi karê muzîkê kir û got, “Ji ber ku muzîsyen û parçeyekî gelê xwe bûm, min berê xwe da NÇM’ê.”
Cengîz destnîşan kir ku tişta destpêkê li NMÇ’ê dît ew bû ku berdêlên hatine dayin dibe xwedî wateyekê û got, “Li NÇM’ê li xwedîderketineke xurt rast hatim. Min bi şênberî dît ku berdêlên hatine dayin civakîbûnekê, hest û wateyekê diafirîne. Ji bo bidawîkirina kêmasiyên xwe û jinûve biwatekirina jiyanê hevalên min û saziyê gelekî alîkarî bi min re kirin. Di vê serdema hov a kapîtalîzmê de ev têkiliya hevrêtiyê gelekî hêja bû.
NÇM saziyek bû ku bi muzîka Kurd ve mijûl dibû, muzîka polîtîk çêdikir. Ji ber ku bendewariyeke min a mezin a maddî ji jiyanê nîne, ji ber ku min jiyaneke hewcedarê kesî nebe tercîh kir, ez li vê derê me. Ji bo xizmetê ji çand û civaka xwe re bike, ji bo agahî û danheviya xwe bi ciwanan re parve bikim, cihê herî rast ev der bû.”

