Festîvala Duyemîn a Şehîd Vejîn a Şand û Sporê 21’ê Cotmehê li navçeya Xanesorê ya Şengalê hate lidarxistin.
Festîvala ku Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi rêxistin kir, bi dirûşmeya “Çiyayê Şengalê stargeha gel e” hate lidarxistin.
Festîval bi lîstikên voleybol û futbolê yên tîmên jin û mêran destpê kir. Bernameya giştî ya festîvalê jî bi axaftinan destpê kir. Di festîvalê de standên tiba xwezayî, xwarinên Şengalê û pirtûkên Rêber Apo jî hatin danîn û rastî eleqeyeke mezin hatin.
Li ser navê rêveberiya ciwanan Emîra Zozan axivî. Zozan di serî de festîval di şexsê şehîd Vejîn de li hemû şehîdan pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wekî tê zanîn, Şehîd Vejîn yek ji pêşengên vê rêxistinê bû ku ji bo civaka me ya Êzidî û rêxistinkirina ciwanên me kedek mezin û bêhempa da. Em soz didin ku emê li ser xeta şehîdan rêxistina xwe mezin bikin û heya dawiyê xwedî li xeyalên wan derkevin. Di dema ku Şehîd Vejîn li Şengalê bû, gelek zehmetî danîn ber çavên xwe, lê tu carî dest ji rêxistinkirina ciwanên me berneda û herdem di nava têkoşînê de bû. Îro jî ji me tê xwestin ku em xwedî li keda wan şehîdan derkevin û em dixwazin ku vê festîvalê bikin festîvala yekîtiya gelê xwe.”
Piştî axaftinê Koma Dîlanê ya Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa û koma şanoyê derketin ser dikê û festîval heta danê êvarê bi coş dewam kir.

