Li gorî agahiyan, xwendekarekî bi çekê avêt ser Lîseya Anadolû Teknîk û Pîşeyî ya Ahmet Koyûncû û gule li derdorê reşand.
Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrişê de 11 xwendekar û 2 mamoste birîndar bûn, hin xwendekar jî dîl hatin girtin.
Têkildarî motîvasyona êrişê agahî bi dest neket. Gelek polîs û tîmên tenduristiyê ji bo qadê hatin veguhestin.

