Lîstikvan Lale Mansur, Julide Kural û Merve Asya Ozgur bi wesîleya 26’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ji ANF’ê re axivîn.
Lîstikvanan anîn ziman ku serdestiya mêran a di cîhana hunerê de bandoreke neyînî li hilberîn û xuyabûna jinan dike. Lîstikvanan destnîşan kirin ku mêr ji pêk neanîna edaletê cesaretê digirin û anî ziman ku di civakeke ku jin lê ne azad be, mirov nikare behsa edalet, aştî û demokrasiyê bike.
LALE MANSUR: KUJERÊN MÊR CESARETÊ DIGIRIN
Lale Mansur diyar kir ku divê tundî û qetilkirinên li dijî jinan ne tenê di 25’ê Mijdarê de, her roj û heta her kêlî di rojevê de bin û got: “Li Tirkiyeyê divê pênc danan ev yek bê bîranîn. Tirkiye bûye kuştargeha jinan! Em hatin vê rewşê ji ber ku bêcezakirin heye. Hiqûq tine ye yanî nayê meşandin û edalet tine ye. Kujer di nav me de digerin. Li cenazeyê jinekê tê gerîn, di bîrê de cenazeyên du jinên din derdikevin. Êdî ji vê wêdetir dikare çi bibe? Kujerên mêr ji bêcezakirinê cesaretê digirin.”
‘LI KANALAN JÎ SERDESTIYA MÊRAN HEYE’
Lale Mansur diyar kir ku di cîhana hunerê de jî avaniya serdestiya mêran serwer e û wiha axivî: “Xwedî û rêveberên kanalan bi piranî mêr in; serdestiya mêran li wir jî heye. Dema em ji aliyê lîstikvanan ve lê dinêrin, gelek kes zarokan didin xwendin. Di vê buhabûna jiyanê de, ji bo ku pere qezenc bikin neçar dimînin di karên wiha de cih bigirin. Helbet gelek kêm be jî kesên ku dibêjin ‘ez ê lîmonan bifiroşim’ û vî karî red dikin hene, lê dema zarokên te hebin an jî malbateke ku ti neçar î lê binêrî hebe, ti mecbûr î. Hêmana herî mezin a ku tundiyê xwedî dike bêcezakirin e.”
JULÎDE KURAL: DI CIVAKA KU JIN LÊ NE AZAD BE DEMOKRASÎ JÎ NABE
Julîde Kural jî got: “25’ê Mijdarê li çar aliyê cîhanê roja têkoşîn û hevgirtina jinan a li dijî her cure tundî, cihêkarî û newekheviyê ye. Ji ber ku tundî tenê li ser bedenê nayê kirin. Bêrûmetkirina kesayetiya jinekê, paşguhkirina ked û îradeya wê, dorpêçkirina bi derew û êrîşên sîstematîk jî tundî ye. 25’ê Mijdarê ne tenê roja protestokirina tundiyê ye, roja hesabpirsîna ji pergala civakî û siyasî ya ku wê hildiberîne ye. Di civakeke ku jin lê ne azad bin, mirov nikare ne behsa demokrasiya rastîn, ne edaletê û ne jî aştiyê bike.”
Jülide Kural peyama ku jin dê bêdeng nemînin da û wiha got: “Em ê bêdeng nemînin! Em ê hevgirtinê mezin bikin û dev ji mafê xwe yê li ser jiyan û pêşeroja xwe bernedin. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê ye.”
MERVE ASYA OZGUR: JI KÊMDÎTINA AQILÊ ME HETA TACÎZÊ EM DIKARIN BIHEJMÊRIN
Lîstikvan Merve Asya Ozgur diyar kir ku serdestiya mêran a di cîhana hunerê de bandoreke neyînî li hilberîn û xuyabûna jinan dike û wiha got: “Kêmdîtina hişê jinê, ji bo karê wekhev nedayîna heqdestê wekhev, tacîz, tundî, îstîsmar bi awayekî wêranker berdewam dike. Ji vê wêdetir, destketiyên têkoşînê di bin merhameta patrîyarkayê û bi gotinên wekî ‘qada ku ji jinan re hatiye vekirin’, ‘hunermenda jin’, ‘piştgirîdayîna hunermendên jin’ ji bo kesê ‘kêm’ li paş nemîne tê xemilandin.”

