Li Almanyayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li dijî kar dewam dikin. Tevgera Jinên Kurd jî li dijî qirkirina jinê ji bo mezinkirina têkoşîna civakî pêngaveke nû da destpêkirin. Di pêvajoya kampanyayê de ya ji 1’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê wê bi perwerde, semîner, panel û çalakiyan hewl bê dayin ku xwe bigihînin beşên cuda yên civakê.
Berdevka Demê ya Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) Kezban Dogan destnîşan kir ku divê kuştina jinan tenê bi rengê sûcên şexsî neyê nirxandin û anî ziman ku eşkerenekirina statîskên li ser kuştina jinan bi rengekî hevpare, pirsgirêke girîng e. Kezban Dogan bi bîr xist ku dewlet di krîzên şer, afet û aboriyê de rojane bîlançoyan eşkere dikin, lê belê di cînayetên jinan de heman nêzîkatiyê nîşan nadin û got, ev yek polîtîkayek ji bo pêşîgirtina li nerazîbûna civakî ye.
Kezban Dogan bal kişand ser daneyên têkildarî kuştina jinan a li Elmanyayê û diyar kir heta Cotmeha 2026’an li gorî hin çavkaniyan 105, li gorî hinekan jî 108 jin hatin kuştin. Lewma jî anî ziman ku divê cînayetên jinan ên şeş salên dawî yên li Elmanyayê bi berfirehî bê lêkolîn û got, mirinên bi rengê xwekuştinê hatin derbaskirin û aliyên din ên tundiya li hemberî jinê jî divê li vê nîqaşê bêne zêdekirin.
Berdevka Demê ya YJK-E’yê ragihand ku ji sedî 10 ê jinên dema dawî li Elmanyayê hatin kuştin jinên Kurd bûn û diyar kir ku jin bi zextên piranî yên dewletê, hêzên serwer, malbat, eşîr û derdora xwe ya nêz rast tên.
Her wiha anî ziman ku jin Ewropayê ne weke cihekî rizgariyê, lê belê ji ber sedemên zext, êşkence, binçavkirin û jiyanî weke cihê xwelêrgirtinê dibînin û destnîşan kir ku li ser rêya koçberiyê jin bi pirsgirêkên giran ên weke
destavêtin, tundî û fûhûşê rast tên.
Kezban Dogan diyar kir ku jin piştî gihîştin Elmanyayê jî pirsgirêk bi dawî nabin û got, “Vê carê jî li kampên penaberan li heman pirsgirêkan rast tên. Ji xwe dewlet te weke barekî dibîne. Halbûkî li gorî gelek peymanên ku dewleta Elmanyayê îmze kiriye, divê pirsgirêkên perwerde, tenduristî, madî û psîkolojîk ên mirovên weke penaber ji welatê xwe koç kirine, bêne çareserkirin. Lê belê rewş berevajî vê ye.”
Kezban Dogan anî ziman ku li kampên penaberan navendên terapiyê nîne, piştgiriya pedagog û psîkolojîk kêm e û ragihand ku jin bi mafên xwe nizanin, haya xwe ji mekanîzmayên piştgiriyê nîne, lewma ev yek pirsgirêkan hîn girantir dike.
Di dewama axaftina xwe de Kezban Dogan destnîşan kir ku qirkirina jinê û tundiya li hemberî jinên pirsgirêkeke civakî ye û got, “Ev pirsgirêk ne tenê ya jinê ye, ne jî tenê ya mêr e. Civak ji zayendekê bi tenê pêk nayê, çareseriya vê pirsgirêkê jî bi demokratîkkirina herdu zayendan dibe. Divê ji mirovan re bê nîşandan ku çawa dikarin jiyana xwe bi rengekî aram û kêfxweş derbas bike. Tenê bi vî rengî guherîn û veguherînek dikare bê kirin.”
Kezban Dogan destnîşan kir ku qirkirina jinê divê tenê weke tundiyeke şexsî neyê dîtin, girîng e bi aliyên xwe yên civakî û siyasî bê nirxandin û got, bi vê armancê li Elmanyayê pêngaveke nû dan destpêkirin.
Kezban Dogan anî ziman ku pêngava Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) û Yekîtiya Civaka Demokratîk a li Elmanyayê (KON-MED) ve hate destpêkirin, dema wê ya navbera 1’ê Mijdarê û 8’ê Adarê pêvajoyeke amadekariyê ye û got, “Ev pêvajo nayê wê wateyê ku wê pêngav bi dawî bibe. Yanî pêngav wê di 8’ê Adarê de neqede. Berevajî, ev dema navbera 1’ê Mijdarê û 8’ê Adarê pêvajoyeke amadekariyê ya pêngavê ye. Amadekariya destpêkê amadekariya ji bo hişyarkirina civaka xwe ye.”
Li ser sedema destpêkirina pêngavê jî Kezban Dogan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Em nêzîkatiya li hemberî jinê, tundiya li hemberî jinê zanin. Weke tevgera jinê em van timî tînin ziman. Ne tenê 25’ê Mijdarê yan jî 8’ê Adarê, em 365 rojên salê tundiyê timî dixin rojevê. Lê belê di pêvajoya heyî de bi taybetî di manîfestoya ku Rêber Apo di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşkêş kiriye, di beşa ‘Xweza, Civak û Civakîbûnê’ de me giranî dan ser hevokekê. Bi vî rengî dihate gotin, ‘Eger li cihekî piranî jin be wê jinperestî, piranî mêr be wê mêrperestî rû bide. Ji vê jî civak dernakeve holê’.”
Kezban Dogan diyar kir ku di çarçoveya vê nirxandinê de divê kêmasiyên feraseta civaka demokratîk û rêxistinbûna jinê jî bêne lêpirsîn û anî ziman ku sîstem ji van valahiyans sûdê werdigire. Kezban Dogan got, “Rêber Apo çi digot? Digot ‘Valahî ji aliyê sîstemê ve tê dagirtin. Hûn ê valahiyan nehêlin’. Mixabin me valahiyek hiştiye. Hem ji aliyê feraseta civaka demokratîk hem jî ji aliyê tevgera jinê ya rêxistinî ve me valahî hiştine. Sîstem jî ji vê valahiyê ketiye hundir.”
Kezban Dogan destnîşan kir ku yek ji armancên bingehîn ên pêngava hate destpêkirin ew e ku li nava civaka Kurd a li Elmanyayê li dijî qirkirina jinê baldariyeke xurt biafirîne, feraseteke malbata demokratîk ava bike.
Berdevka Demê ya YJK-E’yê ragihand ku di çarçoveya pêngavê de weke qonaxa destpêkê wê perwerde, semîner û panelan li qadên civaka Kurd lidar bixin û piştre jî çalakiyan pêk bînin. Kezban Dogan diyar kir ku her meh jî wê civînên nirxandina kar lidar bixin, di vê çarçoveyê de plansaziyên nû ava bikin û got, karên di pêvajoya 25’ê Mijdarê de ne tenê ji bo jinan, ji bo tevahiya civakê ye.

