Li bajarê Abdanan ê girêdayî eyaleta Îlam yê Îranê, xwepêşandanên ku piştî qezaya otobusa karkeran ku 13 karker jiyana xwe ji dest dan destpêkirin, dewam dikin.
Li gorî agahiyên xwecihî, zêdeyî 3 hezar kes ji bo bertek nîşanî bûyerê bidin, li kolanên bajerê li hev civiyan. Hate diyarkirin ku çalakvanan bertek nîşanî mirina karkeran dan û dirûşmeyên dijberê hikûmetê berz kirin.
Her wiha hate ragihanin ku dema ku çalakî berdewam dikirin, li Abdananê înternet pir kêm bûye.

