Civan Boltan ê ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde bûne.
Boltan anî ziman ku laşê wî dixure û qalik digire, lingên wî werimîne û ji ber sermayê germ nabe. Boltan destnîşan kir ku tevî biryara sewqkirina nexweşxaneyêheye jî ev sê hefte ne wî nabin nexweşxneyê.
Dayika wî Nazîme Boltan diyar kir ku ji ber parçeyê şarapnelê yê di mejiyê kurê wê de, metirsiya wî ya jiyanî jî heye. Nazîme Boltan anî ziman ku milek Boltan jêbûye, çavê wî yê çepê nabîne û çavê wî yê rastê jî ji sedî 80 nabîne û anî ziman ku tevî raporên tenduristiyê jî kurê wê nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û bi cezayê hucreyê re rû bi rû ye.
Nazîme Boltan destnîşan kir ku ji bo kurê wê ji sermayê bê prastin bijîşk şert û mercên taybet ên germkirinê û sobe pêşniyar kirine, lê ev pêdivî bih nehatine. Nazîme Boltan diyar kir ku di xwarinên girtîgehê de pirsgirêkên paqijiyê hene û giliyên kurê xwe yên derbarê derketina madeyên biyanî ji nava xwarinan de ragihand.
Nazîme Boltan da zanîn ku serlêdanên malbatê yên ji bo sewqkirina Boltan bo girtîgeheke nêzî wan jî bêencam mane û daxwaz kir ku kurê wê demildest bibin nexweşxaneyê, pêdiviyên raporên tenduristiyê bên bicihanîn û şert û mercên guncaw bên pêkanîn.

