Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de bûyerên di rojevê de nirxand. Di destpêka axaftina xwe de Abdulvahap Adsoy bi bîr anî ku li girtîgehê bi nexweşiya kanserê ket û piştî ku hate berdan jiyana xwe ji dest da. Bakirhan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, “Ji bo berdana girtiyên nexweş divê li benda qanûna çarçoveyê nesekinin. Divê bi lez bêne berdan.”
Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina Serokê PSKê Bayram Bozyel û siyasetmedarên din ên Kurd da û got”, Fikir û ramanên me cuda bin jî ji bo me parastina wan rêgezek e û em vê binçavkirinê şermezar dikin.” Tuncer Bakirhan her wiha nerazîbûn nîşanî tayinkirina qeyûm li ser Sozcu TV’yê, binçavkirina parêzerên endamên ÇHDê da û xwest dawî li sepanên li pêşiya demokrasiyê dibin asteng bê anîn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajo bi îradeyeke mezin berdewam dike. Em vê pêvajoyê weke avakirina jiyana hevpar dibînin. Di pêkanîna aştiyê de tişta şaş taloqkirin e. Bêtehamûliya li dijî demokrasiyê ye. Rêveberiya Tevgerê helwesta xwe bi îradeyeke şênber nîşan da. Gotin, îradeya wan a çareseriyê tam e û eger dewlet gavên pêwist biavêje ew amade ne. Pêvajo bi çar merhaleyan pêk tê. Ya yekemîn bidawîkirina ji şer bû. Ev pêk hat. Ya din muzakere ye û ev jî pêk hat. Ya din jî çarçoveya hiqûqî ye. Ev jî tevî kêmasî û nebasiyan pêk hat û em di nav de ne. Ya din jî demokratîkbûyîn e û ev jî li pêş me ye.”
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê qanûna çarçoveyê bikeve meriyetê û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan derbasî cihê xwe yê nû bû. Di şert û mercên karê wî de guhertin hate kirin û Sekreteriya wî hate xurtkirin. Em van agahiyan cara ewil parve dikin. Em jî dibêjin werin em siberoja Tirkiyeyê bi hev re binivisînin. Divê li şûna çekan hiqûq were bicihkirin. Em bi hev re di deriyê aştiyê de derbas bibin. Bila ev Meclîs bibe meclisa çareseriya pirsgirêka sed salan. Me di hevdîtinê de bi birêz Numan Kurtulmuş re jî got mayindebûna aştiyê bi demokrasiyê pêkan e û divê Komîsyona Meclisê tenê çavderiyê neke û piştgiriya civakîkirina aştiyê bike. Birêz Numan Kurtulmuş jî bi erênî nêzî rexne û peşniyarên me bû. Di vê pêvajoyê de nêta me ji dil û baş e.”
Tuncer Bakirhan diyar kir ku li Tirkiyeyê karker bi mirinê re rû bi rû ne û bertek nîşanî kedxwarina mirina karkeran da û got ku kî dibe sedema mirina karkeran, pereyên ku digirin jî bila wan heram be. Tuncer Bakirhan pirsa “Çima mirin her tim para karkeran e?” kir û karkerên di teqîna HABAŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan jî bi bîranî û got ku DEM Partî her tim li rex karkeran e.
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku bi gendeliya fonê hinek kes xwe dewlemend dikin û hinek jî nikarin debara xwe bikin û bertek nîşanî polîtîkayên desthilatê yên li ser aboriyê da. Tuncer Bakirhan bal kişand ser qirkirina xwezayê jî û got ku Tirkiye yek ji welatê ku herî zêde xwezayê talan dike ye.

