Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya têkildarî serlêdana parlamenterê Hatayê yê ji Partiya Karker a Tirkiyeyê (TIP) eşkere kir ku ji 25’ê Nîsana 2022’an û vir ve girtî ye. Dadgehê biryar da ku Atalay “derhal” bê berdan û wezîfeya wî ya parlamenteriyê radestî wî bê kirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn jî têkildarî Atalay beriya niha du caran biryara “binpêkirinê” dabû û xwestibû, bê berdan. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn a Edliyeya Stenbolê û Dadgeha Bilind biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih neanîn.
Parlamenteriya Atalay jî 30’ê Çileya 2024’an bi xwendina biryara Dadgeha Bilind a li Meclîsê hate xistin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî di biryara xwe ya bi hincet de ya 1’ê Tebaxa 2024’an, xistina parlamenteriya Atalay bi “hukmê nîne” ragihand. Piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî qediyan, Atalay bi rêya parêzerên xwe serî li DMME’yê da.

