Bi beşdariya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-DER), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan li ber Edliyeya Mêrdînê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka TUHAD-DER’a Mêrdînê Ayşe Bozan ve hat xwendin.
Ayşe Bozan diyar kir ku tundiya li ser jinan tenê bi tundiya fîzîkî ve ne sînordar e û anî ziman ku zextên ku vîn, nasname, azadî û mafê jiyanê yê jinan hedef digirinbeşek ji tundiyê ne. Ayşe Bozan destnîşan kir ku astengkirina mafên bingehîn, sînordarkirina gihîştina dermankirinê û taloqkirina berdanê şêweyên vê zextê ne.
Ayşe Bozan diyar kir ku girtiyên jin ên nexweş û temenmezin di gihîştina dermankirinê de pirsgirêkan dijîn, tevî ku cezayê wan bi dawî bûye jî berdana hin jinan tê taloqkirin.
Ayşe Bozan wiha axivî: “Azadiya girtiyên jin ên nexweş û temenmezin divê bi ti pêvajo yan pêşveçûneke siyasî ve neyê girêdan. Bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, gihîştina girtiyên nexweş a dermankirinê û berdana girtiyên ku dema berdana wan hatiye, pêdiviyeke jêneger a aştiya civakî ye.”
Ayşe Bozan banga piştgiriya bi girtiyên jin re kir û anî ziman ku li cihê ku jin lê ne azad bin wê aştî kêm bimîne.
LI NISÊBÎNÊ KOMXEBAT
Her wiha li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li taxên Firat û 8’ê Adarê bi mijara “Şerê taybet û hişmendiya zayendî” komxebat hatin lidarxistin.

