Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê di deh mehên destpêkê yên sala 2026’an de herî kêm 257 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 286 jin jî bi gumanbarî mirin. Li gel dewamiya doz û lêpirsînên têkildarî kuştina jinan, di nava salê de di çar dozên kuştina jinan de cezayê li kiryaran hate birîn hate kêmkirin. Daneyeke fermî nîne ku nîşan bide bê salên derbasbûyî çend dosya bi biryara neşopandinê bi encam bû, yan jî bi necezakirinê hate girtin. Li gel daxwazên parlamenter û rêxistinên jinan jî daneyên dawî bi raya giştî re nayên parvekirin.
LI BAJÊR 6 JIN HATIN KUŞTIN, 4 JIN BI GUMANBARÎ MIRIN
Li Amedê di nava sala 2026’an de 6 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, çar jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Li bajêr herî dawî Rojda Odabaşi li êrişa çekdarî ya cîranê xwe Mazlûm Çelebî rast hat. Çelebî ku piştî bûyerê hate girtin, piştî 2 mehan hate berdan.
Zêdebûna kuştin jinan û biryarên têkildarî kiryaran hate dayin bû sedem ku li bajêr jin dest bi nobeda edaletê bikin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Zîlan Oktay diyar kir ku biryarên di çarçoveya polîtîkaya necezakirinê de têne tayin tenê li salonên edliyeyê nabînin, lê encamên civakî bi xwe re tîne. Zîlan Oktay destnîşan kir ku biryarên têne dayin di asteke bilind de bandorê li jiyana jinan û civakê dike.
DI NAVA 10 MEHAN DE HEZAR Û 500 SERLÊDAN
Zîlan Oktay anî ziman ku ji Çileya 2026’an û vir ve bi giştî hezar û 500 serlêdan li navenda wan hate kirin û anî ziman ku piraniya van serlêdanan ji ber tundiya psîkolojîk bû. Parêzer Zîlan Oktay got, “Salên berê serlêdanên ji ber tundiya fîzîkî hîn zêde bûn, lê belê hina tundiya psîkolojîk zêdetir bûye. Em di wê baweriyê de ne ku perwerdeyên navenda me, rêveberiyên xwecihî û saziyên civakî yên sivîl bandor li vê rewşê kiriye. Jin êdî cûreyê tundiya ku lê rast tên baştir pênase dikin.”
‘POLÎTÎKAYÊN WELÊ TÊNE MEŞANDIN KU PÊŞÎ LI KIRYARAN TÊ VEKIRIN’
Zîlan Oktay destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de têgihiştina necezakirinê pirsgirêkeke girîng e û got, nemeşandina lêpirsînê ya bi têrkerî, kêmasiya di nirxandina delîlan de, dirêjiya dema darizandinê û daxistina cezayê di hin dosyayan de vî fikrî xurtir dike. Zîlan Oktay diyar kir ku jin di lêgerîna li edaletê de neçar dimînin ku tiştên bi serê wan ve hatiye timî vebêjin, ispat bikin û destnîşan kir ku ev rewş baweriya bi dadgeriyê têk dibe.
Bi dewamî Zîlan Oktay got, “Ji ber ku dewlet polîtîkayeke welê dimeşîne ku pêşî li kiryaran vedike û cesaretê dide wan, ev yek dibe sedem ku kiryar ji çalakiyên xwe netirsin û tundiyê bi hêsanî bikin. Piştî tundiyê di jiyana kiryar de bi giranî guhertineke mezin nabe, jiyana xwe ji cihê mayî dewam dike.”
‘BIRYARÊN TÊNE DAYIN TENÊ LI SALONÊN DADGEHÊ NAMÎNIN’
Zîlan Oktay işaret bi encamên civakî yên biryarên necezakirnê kir û anî ziman ku biryarek têkildarî dosyayekê tê dayin tenê bi wê dozê re sînordar namîne, bandorê li jiyana jinên din û ewlekariya wan jî dike. Zîlan Oktay cezanekirin ji bo kiryarên din jî dibe mînakek ku jê hêzê bigire û got, “Necezakirina di bûyerekê de derdikeve holê vediguhere mînakekê ku hêz û wêrekiyê bide kiryarên cuda. Yanî dikare pêşî li bûyerên din veke. Weke encam divê em bandora biryarên necezakirinê tenê bi wê dozê yan jî wî kiryarî nenirxînin. Ev biryar encamên civakî bi xwe re tîne ku bandorê li ewlekarî û jiyana hemû jinan dike.
Çawa ku em tundiyê weke bûyereke yekane nanirxînin, divê em polîtîkaya necezakirinê jî li ser dozên yekane nenirxînin. Ji ber ku her pratîka necezakirinê dikare encamên diyarker li ser jiyana jinên din bi xwe re bîne.”
Zîlan Oktay diyar kir ku di bicihanîna mekanîzmayên qanûnî yên ji bo parastina jinan de pirsgirêk rû didin û xwest biryarên pêşîgirtin û parastina jinan bêne bicihanîn.
‘LI DIJÎ TUNDIYÊ DIVÊ POLÎTÎKAYÊN BI BANDOR BÊNE MEŞANDIN’
Zîlan Oktay bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan ev peyam da saziyên dadgeriyê û hêzên biryarê werdigirin:
“Divê têkoşîna li dijî tundiya li jinê tenê di gotinê de nemîne û bi polîtîkayên şênber bê xurtkirin. Parastina mafê jiyanê yê jinan berpirsyariya bingehîn a dewletê ye. Ji bo vê jî divê lêpirsînên bi bandor bêne meşandin, kiryarên ku pêşî li necezakirinê vedike bêne astengkirin û mafên qezençkirî yên jinan werin parastin. Her wiha divê sûd ji tecrûbeyên rêxistinên jinan û baroyan bê wergirtin, jin bi xurtî beşdarî pêvajoyên biryardanê bibin. Jiyaneke jinan a dûrî tundiyê bi rengekî azad û wekhev ne qencî ye, lê mafekî bingehîn ê mirovan e.”
Zîlan Oktay destnîşan kir ku garantîkirina mafê jiyanê yê jinan daxwaza wan a sereke ye.

