Siyasetemdara Kurd Leyla Guven li ser navê 30 jinên girtî li Girtîgeha Sîncanê ji panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratik” ku ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ve tê lidarxistin re peyamek şand.
Peyama Leyla Guven wiha ye:
“Kedkarên Hêja yên Kongreya Civakên Demokratîk (HDK), Hevrêyên ku tevlî panelê bûne, dostno;
Wek 30 girtiyên jin ên siyasî yên li zindana Sîncanê, em we bi hesreta asîmanê şîn ê bêdawî hembêz dikin. Her çiqas ji aliyê fîzîkî ve em ne li cem we bin jî, bizanin ku bi hest û ramanên xwe em bi we re ne.
Hevalên hêja,
Her kesê ku bi îdiayên şoreşgerî derketiye ser rê dizane ku zindan jî stasyoneke neçarî ya têkoşînê ye. Hema bêje tu şoreşgerek nîne ku tevlî vê nobetê nebûbe. Wek ku hevrêyê me yê hêja Sirri Sureyya dibêje: “Hepisxane jî parçeyek ji welat in.” Ji ber vê yekê em baş in, bêmoral nîn in û bi hêvî ne; lewra em baweriya xwe bi xwe û bi we hevrêyên xwe tînin.
Tevî krîz û alozîyên piralî yên li welat, hewldana gelan a ji bo afirandina rojeva xwe pir bi qîmet e. Ev panel jî mîna meşaleyek e ku di tarîtiyê de hatiye pêxistin. Em jî van keda ku ji bo xurtkirina rojeva rastîn a gelan tê dayîn, pir bi wate dibînin. Girîngiya organîzasyon û civînên wiha her ku diçe zêdetir dibe. Deşîfrekirina rastîn a rojevên sexte, hilweşînên civakî û komkujiyên li ser jinan di bingehekî rast de gelekî girîng e. Di heman demê de, em di wê baweriyê de ne ku divê ji xuyaniyan wêdetir, timî were gotin ku alternatîfên wan nîn in.
‘DÊ BI HÊZA GELAN BIBE’
Wek ku hûn jî dizanin, piştî her aloziyê bêçaretiyek li ser civakê tê ferzkirin; tê gotin ku “Bi van re nabe.” Pirsa “Nexwe dê bi kê re çêbibe?” li holê radiweste. Li gorî me, tam di vî noqteyê de divê bi dengekî bilind û bi her zimanî were qêrîn: Dê bi hêza xweser a gelan bibe! Divê were gotin “Em gel in.” Li hemberî hêza hevgirtî û rêxistinkirî ya gelan, kîjan pergal û kîjan hêz dikare bisekine?
Wek ku hûn dizanin, li Rojhilata Navîn sedsala 21’emîn ji aliyê desthilatdaran ve tê sêwirandin. Di vê çarçoveyê de dibêjin “Bila gelê bê statu û rêxistina çekdar nemîne” û bi vê têgihiştinê her roj hewldanên nû yên dagirkeriyê dikin. Gotineke navdar heye: “Yên ku çareseriya wan bi xwe nîn e, mecbûrê çareseriya kesên din dibin.” Bi rêya nîşandana zindî ya komkujî, mirin, êş, birçîbûn û bêçaretiya li Xezeyê ji bo hemû gelên cîhanê, dagirkerî û xerabiya bêdawî normalîze dikin. Erê, bi milyonan mirovan mîna temaşekirina fîlmekî li wan dîmenên wehşetê temaşe kir û tiştek ji destê wan nehat.
Xwestin ku heman konseptê li Rojava jî bixin meriyetê. Li gorî we jî belavkirina vîdeoya bi keziyên porê hevrêyeke jin, an avêtina jinekê ji avahiyê piştî kuştina wê, ne provokasyon bû? Hûn dizanin ku taktîka emperyalîstan a “Pêşî jinan bikujin”, wehşeteke wisa ye ku heta roja îro timî hatiye dîtin û pêkanîn.
‘EM DI QONAXA AVAKIRINA KOMARA DEMOKRATÎK DE NE’
Erê, mijara panela we ya derbarê entegrasyona demokratîk a de di pirsa Kurd de, qanûna çarçoveyê û hwd. mijarên bingehîn û êşdar ên welat in. Gelê Kurd ê ku zêdetirî sed sal e ji çiyayan ve li muxatabê xwe, nasname û çanda xwe ya înkarkirî digere, di dawiyê de ew dît. Bi eşkere tê diyarkirin ku ev muxatab ne desthilatdariya heyî ye, lê rasterast dewlet bi xwe ye. Gelê Kurd di têkoşîna 50 salên dawî de şerê xwe yê hebûn û rûmetê temam kiriye. Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin. Gelê Kurd; bi pêşengiya xwe, bi saziyên xwe û bi gelê xwe yê li hemû parçeyan dixwaze di ronahiya paradîgmaya nû de rêya xwe bidomîne. Em dixwazin civaka demokratîk li ser bingeha entegrasyona demokratîk ji nû ve ava bikin.”
Siyasetemdarê Kurd Nazmî Gur li Girtîgeha Sîncanê ji panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratik” ku ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ve tê lidarxistin re peyamek şand.
Nazmî Gur jî diyar kir ku stratejiya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk perspektîfeke çareseriya demokratîk pêşkêş dike ku ji xeynî Tirkiyeyê, Sûriye, Iraq û Îranê jî digire nava xwe.
Gur îfade kir ku pirsgirêka Kurd wê bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser bibe.

