Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî û salvegera 28’emîn a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, gavên ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dema dawî avêt û nêzîkatiya dewleta Tirk a li pêvajoyê nirxand. Hevpeyvîna berfireh a bi Mûrat Karayilan re bi vî rengî ye:
Di ser Komploya Navneteweyî re 28 sal derbas bûn ku li dijî Rêber Apo û gelê Kurdistanê hate kirin. Armanc ji vê komployê çi bû?
Destpêkê di salvegera 28’an de Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikim, di şexsê wan lehengan de ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe kirin goga ji agir şehîdên Şoreşa Kurdistanê hemûyan bi hurmet bi bîr tînim. Di heman demê de Salvegera 11’emîn a komkujiya Enqere-Gar e, mirovên me yên hêja yê li wir şehîd bûn hemûyan bi hurmet bi bîr tînim.
Bi salan e em li ser wate û armanca Komploya Navdewletî nîqaşan dikin. Lê belê ez ê jî li ser hin aliyên wê parvrekirinan bikim; wê bi vî rengî baştir be. Armanca destpêkê ya komployê pêşîgirtina li çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku di 1’ê Îlona 1998’an de Rêber Apo bi rengekî yekalî agirbest ragihand û ji bo çareseriya siyasî berê xwe da Ewropayê. Eger armanc gurkirina şer bûya Rêber Apo wê berê xwe bida çiyayên Kurdistanê. Ji xwe wî bi xwe jî bi vî rengî şîrove kir. Lê belê tercîha xwe rawestandina şer bû û ji bo vê jî berê xwe da Ewropayê. Lê li Yewnanistanê pirsgirêkê rû da, lewma Rêber Apo derbasî Rûsyayê bû û ji Rûsyayê jî vegeriya paytexta Îtalya Romayê. Li Romayê bernameya xwe ya li ser çareseriya siyasî bi çapemeniyê re parve kir. Wê wextê Serokwezîrê Îtalyayê Massimo D’Alema bû. Mirovekî demokrat bû û ji bo çareseriyê dixwest hewl bide, li welatên Ewropayê geriya, çû Elmanyayê, çû welatên cuda. Lê belê hate hişyarkirin ku dest ji van hewldanên xwe berde. Di serî de Şansolyeyê Elmanyayê Gerhard Schroder zêde erênî nêzîk nebû. Diyar e ku ji aliyê Emerîka û Îngilistanê ve hate hişyarkirin. Ji ber vê jî Massimo D’Alema êdî dest ji hewldanên xwe berda.
Van dewletan plan kiribûn ku Rêber Apo bigirin û teslîmî Tirkiyeyê bikin. Çima? Ji bo karibin pirsgirêka Kurd hîn kûr bikin û di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de şerekî welê bidin destpêkirin ku bi dehan salan dewam bike. Bi esasî ji bo vê armancê plan hate kirin ku Rêber Apo bê revandin û radestî Tirkiyeyê were kirin. Ev yek lîstikek bû, yanî komploya di nava komployê de bû. Lê rayedarên Tirkiyeyê nekarîn vê fêhm bikin. Serokwezîrê Tirkiyeyê wê demê Bulent Ecevît bû û wê demê got, ‘Min fehm nekir bê çima Emerîkayê Abdullah Ocalan radestî me kir’. Ya rast Bulent Ecevît yekî zane bû. Dibe ku ji vê rewşê ketibû gumanan. Dibe ku ev rew hinekî fêhm jî kiribû. Ji ber ku piştre nexwest ku Rêber Apo bê darvekirin û ji bo vê helwest nîşan da. Lê belê giştî Tirkiyeyê ev rewş fêhm nekir. Ya rast me jî fêhm nekir û weke Rêveberiya Tevgerê şer gur kir. Me welê fêhm kiribû. Yekane kesê ku rewş dî tû fêhm kir Rêber Apo bû. Rêber Apo piştre agahî ji me re şand. Dawiya Nîsana 1999’an bû, parêzerê Rêber Apo Mahmût Şakar bi rêyên ne fermî derbasî Rojhilatê Kurdistanê û me ew anî gel xwe. Bi me re axivî û got, ‘Rêber Apo got, di vê demê de gurkirina şer şaş e, xefik e û divê şer bê rawestandin’. Me du rojan hewl dan fikir û nêrînên Rêber Apo fêhm bikin.
Wê wextê me yekser şer nesekinand, me xwest hîn baştir fêhm bikin. Di wê pêvajoyê de li Stenbolê û gelek bajarên Tirkiyeyê çalakiyên şewitandinê û çalakiyên fedaî dihatin lidarxistin. Lê belê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran me daxuyaniyek dan û ragihand ku çalakiyên fedaî û çalakiyên şewitandinê sekinandin e. Piştre diyalog çêbû, çûn û hatin çêbû û me nêrînên Rêber Apo hîn baştir fêhm kir. Bi banga Rêber Apo ya 2’ê Tebaxa 1999’an re me şer rawestand. Pênc salan fîşekeke bi tenê jî neteqiya. Bi vî rengî Rêber Apo lîstika bi aqlê Îngilistanê ya berdana hev a Kurd û Tirkan pûç kir.
Bêguman armanca komploya navneteweyî tasfiyekirina Rêberê me û Tevgera me ya Azadiyê bû. Bêguman bi vê armancê hate kirin. Lê belê armanca wê ya esasî ya duyemîn çi bû? Lawazkirin Tevgera Kurd li Rojhilata Navîn bû. Wê demê gelek siyasetmedarên li derveyî me di wê baweriyê de bûn ku ev komplo tenê li hemberî Rêber Apo û PKK’ê hatiye kirin. Halbûkî di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya gelê Kurd hatibû kirin. Bi rengekî qelêşî di şexsê gelê Kurd de êrişek li ser gelê herêmê bû. Hewldan hemû ji bo wê yekê bû ku gelê Kurd lawaz bike û li piştperdeyê bihêle. Dikarim vê jî bibêjim; heman siyaset niha jî di rojevê de ye. Mînak; 5’ê Çileya 2026’an li Parîsê civînek hate lidarxistin û biryar hatin wergirtin. Piştre jî me dît ku 6’ê Çileyê li Helebê êriş li ser QSD’ê destpê kir. Rêber Apo ev êriş weke komploya duyemîn nirxand. Me jî ev rewş bi heman rengî nirxand. Ji bo rol nedin QSD’ê û QSD’ê bi zorê entegreyî sîstema ku dixwazin li Sûriyeyê ava bikin, ev êriş kirin. Ev konsepta navbera dewletan bû û welê meşandin. Niha jî binihêrin; mînak li Rojhilatê Kurdistanê jî nexwestin ku Kurd di rêza destpêkê de bin û danîn piştperdeyê. Li Başûrê Kurdistanê jî hêzên xwe vekişandin, weke ku qet girîng nabînin; yanî siyaseteke welê heye ku Kurdan nake aktorê sereke. Her tim vedikişîne nava refên paş û rol nade. Vê yekê bi komploya li ser Rêber Apo destpê kir, heta niha jî dewam dike. Lê belê armanca wan ew bû ku me bi temamî tasfiye bikin. Nekarîn vê bi ser bixînin. Komplo di asteke girîng de hate pûçkirin; bê encam ma lê belê hîn jî dewam dike; di rojevê de ye. Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe wê komplo dewam bike.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiye kîjan astê?
Weke ku tê zanîn pêvajo nêzî 2 sal in dewam dike. Me heta niha weke aliyê Kurd bi yek alî gelek gav avêt. Weke ku tê zanîn me şer sekinand, agirbest ragihand, Kongreya PKK’ê ya 12’emîn lidar xist, PKK fesix kir, stratejiya têkoşîna çekdarî sekinand û piştre jî weke peyamekê bi pêşengiya hevala Besê sih hevalên me çekên xwe şewitandin, me hêzên xwe yên li Bakur vekişand. Li pêşberî vê yekê dewleta Tirkiyeyê çi kir? Wan jî hinekî hewl dan; em nabêjin ku qet tiştek nekirine. Yekemcar li bin sîwana Meclîsa Tirkiyeyê komîsyonek ji 50 kesî hate avakirin, vê komîsyonê bi mehan kar kir. Dûre bernameyek amade kirin û pêşkêş kirin. Kêmasiyên vê bernameyê hebûn lê belê çareseriyeke siyasî nirxandibû. Piştre hinekî sekinînin. Dûre li Meclîsa Tirkiyeyê bi piraniya dengan qanûnek hate derxistin. Di derxistina qanûnê de nêrînên Rêber Apo û nêrînên me li ber çavan nehatin girtin. Qanûna ku hate derxistin qanûneke yekalî ye. Tenê bi çavê ewlekariyê nêzîkatî li qanûnê hate nîşandan, çekdanîn esas tê girtin û ev jî her kesî venahewîne. Di navbera rêveberî û civata giştî de nêzîkatiyeke kategorîkirinê hatiye nîşandan. Qanûn ji gelek aliyan ve kêm e. Ji bo çareseriyê qet û qet têrê nake. Qanûneke bi vî rengî derxistin.
Me di Kongreya PKK’ê ya 12’emîn de biryareke bi vî rengî dan; divê ev pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Yanî Rêber Apo divê ji aliyê fîzîkî ve azad be. Girîng e pêvajoya bêçekbûnê ji aliyê Rêber Apo bi xwe ve bê meşandin, ji bilî wî kes nikare bimeşîne. Ev biryar li kongreyê hate wergirtin û piştre bi vê wesîleyê gelek hevalên me û rêveberiya me ev destnîşan kir. Lê belê dewleta Tirkiyeyê heta niha di vê der barê de ti gav neavêtiye. Rêber Apo hîn jî li zindana Îmraliyê ye. Rast e, li gorî berê merc hinekî nerm bûye. Mînak, doh malbata Rêber Apo û malbatên hevalên li Îmraliyê çûn serdanê. Carna Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê diçe. Lê belê ev nayê wê wateyê ku zindan nîne, yan jî tecrîd rabûye. Dewleta Tirk di vê mijarê de heta niha gavek neavêtiye. Hîn jî di zimanê wê de heqaret heye, ji nedîtî ve tê. Di navbera Rêber Apo û heyeta dewletê de diyalog heye. Her wiha heyeteke me jî li derve heye û di navbera wê û heyeta dewletê de diyalog heye. Di van diyalogan de mijarên ku me li jorê vegot, tê ser ziman. Wan jî di van hevdîtinan de timî digotin, ji bo dewlet zanibe ku metirsiyek li ser nîne divê em hêzên xwe yên li Bakur hemûyan vekişînin, her wiha dixwestin ku em hêzên xwe yên li Metînayê vekişînin. Me jî got, hêzên me yên li Bakur ne li qadên welê ne ku bibe xeterî; di bin kontrolê de ne. Hêzên me yên li Metînayê jî bi heman rengî. Li ser vê mijarê demeke dirêj e hevdîtin têne kirin. Gihandin rewşeke welê ku gotin, heta ev gav neyên avêtin wê tiştekî nekin. Me jî ji bo hincetên li ber destê wan hemûyan ji holê rakin û bibînin bê bi rastî jî wê gavê biavêjin an na, herî dawî ev gav avêt.
Bila raya giştî û dostên me bi vê zanibin; Ne ku pêvajo erenî dimeşiya, lewma me ev gav avêt. Me dît ku pêvajo dikare bixitime, ji bo pêvajo nexitime, pêşî lê bê vekirin û dewlet jî gavê biavêje me ev sê gav avêt. Ev gav çi ne? Ya destpêkê; Me hêzên xwe yên li eyaletên Botan, Mêrdîn û Amedê hemû vekişand. Vekişîn 26’ê Îlonê qediya. Rast e ji Îlona par û vir ve me ji gelek herêmên Bakur hêzen xwe vekişand. Li van hersê eyaletan hêz mabûn. Haya dewletê ji hebûna hêzên li van eyaletan hebû û dişopand. Ji me xwestin ku em van hêzên xwe jî vekişînin. Lê belê me jî got, ev hêzên me wê nebin metirsî, çalakiyan nakin, wê zerarê nedin. Israr kirin, me jî vekişand. 26’ê Îlonê vekişîna hêzên me temam bû. Dîroka van bûyeran bi tesadufî li hev rast hat. Ji ber ku 26’ê Îlona 2025’an hevalan civîneke çapemeniyê lidar xistibûn; îsal jî me vekişîna hêzên Bakur di 26’ê Îlonê de temam kir.
Gava duyemîn; Li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê hin hêzên me yên veşartî hene. Dewlet li ser vê îstîxbaratê werdigire. Dewletê ji me xwest ku em hêzên xwe yên taybet vekişînin – Ji xwe ew jî ji van hêzan re dibêjin Hêzên Taybet-, em van hêzên xwe jî vedikişînin. Fermana pêwîst ji van hêzan re hate ragihandin. Ji bo vekişînê kar tê kirin.
Di 17’ê Nîsana 2021’ê de li Başûrê Kurdistanê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên dagirkeriyê yên berfireh hate destpêkirin. Berê jî êriş li ser Heftanîn, Zap, Avaşîn û Xakurkê dihate kirin, lê belê ewqasî berfireh nebû. Di 17’ê Nîsana 2021’ê de ji bo dagirkeriya berfireh liv û tevgereke leşkerî ya mezin destpê kir. Ev êriş destpêkê li ser Metînayê bû; li Zendûrayê destpê kir. Dixwestin ku Metînayê dagir bikin, lê belê di ser êrişa destpêkê re 6 sal derbas bûn. Ev sal û nîvek e jî şer sekinî ye, lê belê çar sal û nîvan hewl dan ku Metînayê bi zorê ji me bistînin. Ji bo vê jî li hemberî me her cûre çe bi kar anîn. Kîmyasal hate bikaranîn, taktîk nukleer hate bikaranîn û her roj bi balafirên şer bombardûman hate kirin. Piştî ji Iraqê û hin hêzên li herêmê wergirtin. Armanca wan ew bû ku me ji wir derxînin, lê belê nekarîn. Ji bo em ji Zap û Metînayê derkevin gelekî israr kirin. Par Rêber Apo nameyek ji me re şand û di nameya xwe de got, “Ji bo pêşîvekirina li pêvajoyê hûn dikarin ji Zapê vekişin.” Li ser vê yekê me hêzên xwe ji Zapê vekişand.
Lê belê bila gelê me bi vê zanibe; Ji bo vekişîna ji Metîna û Bakur şertên me jî hene û ev şert ji bo Zapê jî derbas dibin. Şertên me ev in; Şehîdgehên me yên li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bêne parastin, wê karibe bêne sererastkirin û divê em karibin şehîdên xwe yên li wan herêman kom bikin û bînin şehîdgeha navendî. Şertên me ev bûn. Bêguman bi esasî ji bo ew jî gavê biavêjin me ev gav avêt. Ji bo şehîdên me dewletê soz da û divê vê soza xwe bi cih bîne. Li ser vê esasê me hêzên xwe ji Metînayê vekişand. Weke ku we jî got, herî dawî 8’ê Cotmehê hevalên me bi konvoyê hevalen me yên li wê derê ji gundê Bazyan ê Metînayê vekişandin. Vekişandina hevalên me çar rojan dewam kir. Me her rojê ji qadekê hevalên xwe vekişand. Bi vî rengî vekişîn temam bû. Li gorî me êdî li ber destê Tirkiyeyê ti hincet nemaye. Divê êdî Tirkiye gavê biavêje. Eger gavê neavêje ne baweriya me, ne ya hevalên me, ne jî ya gelê me wê bimîne. Dibêjin, “Me jî qanûn derxistiye.” Qanûn cuda ye. Şertê me yê destpêkê ev e; Divê Rêber Apo bi xwe karibe vê pêvajoyê bimeşîne û di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze. Eger dewlet têkildarî Rêber Apo biryareke nû nede ev pêvajo nameşe. Ev eşkere ye û me ev yek bi dehan caran anîn ziman.
Rêber Apo rêberê vî gelî ye. Binihêrin, bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê li seranserê Bakurê Kurdistanê bi hezaran, bi deh hezaran kesî komplo şermerzar kirin û bi dirûşman nîşan dan ku Rêber Apo îradeya wan e. Rêber Apo Serokê vî gelî ye. Eger Serok êsîr be aştî nabe. Wekî din, Rêber Apo vê pêvajoyê bi înîsiyatîfa xwe dimeşîne. Rêber Apo di vê xusûsê de dibêje, “Ez bi tena serê xwe bi santraçê dilîzim. Ne rêxistin ne jî dewlet dilîze. Ez dilîzim.” Vê yekê ji dewletê û heyeta DEM Partiyê re dibêje. Vê yekê ji bo wê dibêje ku hem divê em gavê biavêjin hem jî dewlet gavê biavêje. Lê belê heta niha dewletê gav neavêtiye.
Divê dewlet pêşî li Rêber Apo veke. Çima? AKP dibêje, “Gelê me dixwaze ev pêvajo bi ser bikeve, lê belê ji azadiya Abdullah Ocalan re ne amade ye.” Baş e, wê demê gelê xwe jê re amade bike. Tu her roj radibe dibêje serkêşê terorîst. Eger tu welê bibêje bêguman gel jî wê bibêje, “Tu çima serkêşê terorîst (bi gotina wan) azad dike?” Halbûkî Tirkiyeyê van du salan ji pêvajoya ku Rêber Apo dimeşîne gelekî sûd wergirt. Destê xwe sivik bû. Tirkiye di nava sendroma Kurd de bû, Tirkiye di nava sendroma parçebûnê de bû. Gelo ew sendrom niha heye? Nîne. Her roj dibêjin, “Em dewleteke xurt in. Pêvajoya Tirkiye ya bê teror di rêya xwe de dimeşe.” Ka di rêya xwe de dimeşe? Hîn doh Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş got, “Her tişt gelekî baş dimeşe.” Rast em gavê diavêjin, lê hûn çi dikin? Tiştekî ew dikin nîne.
Carna Devlet Bahçelî diaxive. Ji bo diyarkirina statuya Rêber Apo, ji bo bibe koordînatorê komîsyona aştî û siyasîbûnê carna diaxive. Lê belê ev axaftin heta niha qet ne xema AKP’yiyan e. Wê demê pêşî li Rêber Apo vekin ku karibe bi çapemeniyê re biaxive, bi siyasetmedaran hevdîtinê bike, bi rewşenbîran re rûnê. Bila pêşî lê bê vekirin ku karibe xwe îzah bike, ji raya giştî ya Tirkiyeyê re îzah bike, ji gelê Tirkiyeyê re biaxive. Lê belê pêşî li vê digirin û nahêlin ev pêk bê, di heman demê de dibêjin, “Eger em der barê Rêber Apo gavan biavêje wê pêvajo bikeve rewşeke zehmet, dijber wê bikevin nava liv û tevgerê.” Bi van hincetan gavê neavêjin. Em vê rast nabînin. Eger rewş bi vî rengî be wê demê pêşî li Rêber Apo vekin, bila ew bi xwe rewşê îzah bike. Ez bawer dikim, eger gelên Tirkiyeyê zanibe ku Rêber Apo vê pêvajoyê bi tena serê xwe çawa bi înîsiyatîfa xwe da destpêkirin, fêhm bike bê ev pêvajo bandoreke çawa erênî li aborî û siyaseta Tirkiyeyê die, psîkolojiya civaka Tirkiyeyê ji ber vê yekê çawa rehet bûye, hingî wê gelê Tirkiyeyê bi xwe bibêje, “Mafê xwe ye ku azad bibe.” Lê belê di vê mijarê de jî tiştekî nakin, pirsgirêk jî ji xwe di vir de ye. Hin rayedarên AKP’ê di çapemeniyê de gotin, “Ji niha û pê ve rojnamevan dikarin biçin Îmraliyê û bên, di vir de pirsgirêk nîne.” Ev yek beriya du mehan gotin, lê belê heta niha tiştek nehatiye kirin. Dewleta Tirkiyeyê gav neavêt.
Mirovên me hîn jî li zindanê ne. Hinek ji wan 32 sal in di zindanê de ne û hîn jî nehatine berdan. Çima? Dibêjin, “Hûn hîn poşman nebûne.” Ew mirov wê çawa poşman bibe? Ji ber wê 32 sal in di zindanê de ye. Mînak, dayikek bi navê Hatîce Yildiz heye, 77 salî ye. Li ser kursiyê birin zindanê. Çi sûc kiriye? Pere ji keça xwe re şandiye. Di bin navê pere ji keça xwe re şandiye dibêjin, “Te pere şandiye rêxistinê.” Halbûkî bi rêya postayê, yanî bi fermî pere şandiye. Ji ber vê avêtin zindanê, niha nexweş e û nayê berdan. Ev dibe?
Jineke ciwan bi navê Nûdem heye. Li zindanê ye û nexweş e. Çima li zindanê ye? Dibêjin, “Endama rêxistinê ye.” Rêxistinê xwe fesix kir, lê hîn jî dibêjin rêxistin. Dewleta Tirk bi vî aqlî, bi vê siyasetê û bi vî zimanê dijber pêvajoyê dixitimîne. Ez vê yekê dikarim bi eşkere bibêjim, pêvajo di demeke gelekî hesas de ye. Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe me gav avêtin, dora gavavêtinê ya wan e. Ji bo nêta xwe ya baş nîşan bidin me ev sê gav avêt. Ji bo fêhm bikin ku nêteke me nîne ku careke din li hemberî Tirkiyeyê şer bikin me hêzên xwe ji Bakur û çeperan vekişand. Di heman demê de me hêzên xwe yên veşartî jî vekişand. Em binihêrin bê dewleta Tirkiyeyê wê van rojan çi bike?
Dewleta Tirk di çapemeniya xwe de timî qala bêçekbûnê dike. Li Başûrê Kurdistanê jî dema dawî axaftin li ser valakirina Qendîlê tê kirin. Li ser vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?
Na, welê nîne. Vê dikarim bibêjim; Dewleta Tirk destpêkê got, ‘Tirkiye ya bê teror’. Yanî bi gotina ‘terorê’ destpê kir. Destpêkê tu dibêje, “Dibe ku ewilî ji bo propagandayê ji girseya xwe re bike dibêje.” Lê belê mesele meseleya Kurd e, ji xwe her kes jî bi vî rengî zane. Ji ber ku ji aliyekî ve Tirkiyeya bê teror tê gotin, li aliyê din jî aştiya civakî tê gotin. Di navê komîsyonê de têgîna Aştiya Civakî heye. Gotin, “Xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk.” Tayyîp Erdogan Ereb jî xist nava vê. Yanî tifaqa navbera Kurd, Ereb û Tirkan. Wateya vê ew e ku mijareke civakî ye; leşkerî yan jî pirsgirêka terorê nîne û tu bi xwe vê dibêje. Lê belê piştre radibe navê Tirkiyeya bê teror lê dike. Ev hevok şaş e. Em li bendê bûn ku ev hevok bi demê re bê sererastkirin. Em êdî gihîştin wê astê ku gav bê avêtin, qanûn bê derxistin, divê ev hevok jî êdî biguhere lê belê dewleta Tirk dest ji vê hevokê bernade. Ev mesele meseleya terorê nîne, meseleya çekdanînê nîne; mesele meseleya Kurd e. 220 sal in destpêkê bi Osmaniyan re niha jî bi Komara Tirkiyeyê re ev mesele heye. Tu yê vê pirsgirêkê çareser bike yan na? Min beriya niha gotibû; her tişt di destpêkê ve şartiye. Yanî di her pêvajoyê de, di her qonaxê de gavên destpêkê girîng e.
Ev pêvajo bi banga Devlet Bahçelî û piştre bi banga Rêber Apo destpê kir. Ya rast di banga herduyan de jî çareserî heye. Devlet Bahçelî got, “Bila Abdullah Ocalan partiya xwe fesix bike, şerê çekdarî bisekinîne û bê li meclîsê di Civîna Koma DEM Partiyê de biaxive. Bila heta dawiyê mafê hêviyê jê re bê naskirin.” Dewleta Tirk heta niha ev kir? Nekir. Destûr dan ku Rêber Apo bê meclîsê û biaxive? Nedan. Mafê hêviyê hate nakirin? Nehate naskirin.
Konseya Ewropayê 12 sal in ji bo Tirkiye mafê hêviyê bide Rêber APo biryar daye lê belê dewleta Tirk vî mafî nade. Di axaftina Devlet Bahçelî û Rêber Apo çareserî heye. Her wiha Rêber Apo bi şoreşgerê hêja Sirri Sureyya Onder ev yek da nivîsandin; “Ji bo vê divê derfetên hiqûqî bêne afirandin, gavên hiqûqî bêne avêtin. Ev diyarker e.” Ev destpêk bû û di ser re du sal derbas bûn, lê belê hîn jî negihîştiye wê astê. Daxuyaniyên di destpêkê de hatin kirin di asteke bilind de bûn, lê belê ya ku hate kirin di heman astê de nîne. Ji ber vê yekê pêvajo gelekî giran û bi yekalî dimeşe. Bi vî rengî nabe.
Li ser mijara vekişîna ji Qendîlê; Qendîl ji bo Kurdan hemûyan cihekî pîroz e. Di her kêliya dîrokê de keleha berxwedanê ye. Çiyayên Zagrosê ye. Eger gerîla vekişin jî wê welatparêz li wê derê bimînin. Wê bê xwedî nemîne. Wê her tim ji aliyê Kurdan ve bê parastin. Hêviya me jî ew e ku her tim bê parastin. Pêwîste kes nekeve nava wan fikaran ku wê çi bi Qendîlê ve bê. Qendîl wê bi xwe bimîne. Wê her tim cihê Kurdên azad be, her tim cihê berxwedanê be.
Bi vê wesîleyê xelkê Qendîlê bi jin, mêr, biçûk, mezin yek bi yek bi hurmet û rêzdarî silav dikim. Ev bi rastî jî mirovên welatparêz in. Bi salan li Qendîlê bi hevalên me re dimînin. Em heta niha ji wan razî ne. Ne tenê çiyayên xwe bilind e, keleha berxwedanê ye; civaka xwe jî civakeke berxwedêr û welatparêz e. Hezar silav ji wan hemûyan re. Bijî Qendîl û bijî gelê Qendîlê. Demeke dirêj e min ew der nedîtiye, lê belê beriya 12 salan min gelê wê derê gelekî dît û gelek ji wan nas dikim. Bi rastî jî gelekî hêja ye.
Têkildarî pêvajoyê wê tam çi bibe, ne diyar e. Gog li aliyê dewleta Tirkiyeyê ye û em li bendê ne. Bi van hersê gavên me yên dawî re gog êdî li aliyê dewleta Tirkiyeyê ye. Em ê bibînin bê ew ê gogê çawa bi kar bîne. Ji bo pêşî li Rêber Apo bê vekirin divê qanûna hiqûqî derxînin. Mînak bi qanûna derxistine dibêjin, “Werin çekan dînin.” Temam, piştî ku gerîla çek danî wê çi bike? Gerîla piştî ku çek danî divê biçe karên siyasî bike. Bila gelê me bi vê zanibe, me dest ji têkoşînê bernedane. Em di wê baweriyê de ne ku bi siyaseta demokratîk dikarin bigihêjin armanca xwe. Jİ ber vê yekê jî em rêbazê diguherînin. Em ji şerê çekdarî derbasî siyaseta demokratîk dibin. Her kadroyên me gerîla ye; her gerîla jî kadoryek e. Gerîla wê sibe biçe Amedê yan jî Mêrdînê. Îro ji wir bi çekê hatin, sibe wê bê çek vegerin. Dema ku vegeriyan jî divê karibin li gundan, taxan, bajaran yanî di nava gel de karibin bixebitin. Divê karên zanistî, rêxistinî û siyasî yên bê çek bêne kirin. Beriya her tiştî wê derfetên vê hebin an na, divê em vê fêhm bikin. Wê qanûna pêwîst bê derxistin an na? Hem ji bo Rêber Apo hem jî ji bo vegera gerîla divê qanûn bê temamkirin. Eger bi vî rengî bibe wê pêvajo bi pêş ve biçe.
Li Rojavayê Kurdistanê jî pêvajoyeke entegrasyonê destpê kir. Hikumeta Sûriyeyê zimanê Kurdan qebûl nake. Dixwaze yekperestiyê ferz bike û hewl dide şerekî di navbera Ereb û Kurdan de derxînin. Gelo di vir de tiliya dewleta Tirk heye?
Çarçoveyeke peymanê heye ku di navbera QSD û hikumeta Sûriyeyê de hate amadekirin û weke peymana 29’ê Çileyê tê zanîn. Ev çarçove heta astekê ji bo parastina Şoreşa Rojava û destketiyên gelê me ye. Lê diyar e di nava sîstema nû ya dewleta Sûriyeyê de alî hene ku vê qebûl nakin. Dema ku ev peyman hate mohrkirin şerek hebû û ew şer ji aliyê hêzên navneteweyî ve dihate birêvebirin. Wê demê rawestandina şer û pêkanîna peymanê weke biryarke giştî kete meriyetê. Lê belê ev aliyên ku qala wan tê kirin ji vê re razî nebûn. Niha jî hewl didin binê peymana 29’ê Çileyê hêdî hêdî vala bikin. Bi taybetî jî li ser Hesekê û Kobanê disekinin.
Kurdî li wê derê ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê zimanê perwerdeyê yê fermî ye. 12 sal in bi vî rengî perwerde tê dayin, lê niha dibêjin, “Vê bisekinînin. Perwerdeya bi Erebî bidin destpêkirin.” Ev yek redkirina berhema şoreşa Rojava ye, bêhurmetiya li hemberî ewqas şehîdan e. Tiştekî rast û di cih de nîne. Neteweperestî ye, ferzkirina yek zimanî ye û nêzîkatiya Rejîma Baas e ku hewl dide civakê bi temamî bixe nava qalibekî. Li Sûriyeyê Kurd, Ereb, Mesihî, Ermen, Asûrî-Suryanî, Durzî, Elewî gelek netewe û bawerî hene. Lê belê dixwazin wan hemûyan bixin nava qalibekî. Ka xwe weke desthilatdariyeke Îslamî pênase dikirin? Di Îslamiyetê de ziman qedexe nîne. Xwedê zimanê hemû civakan daye wan. Tu çima zimanê ku Xwedê daye mirovan qedexe dike? Diyar e di vir de nêzîkatiyeke rast û durust nîne. Hin tişt li ser Rojava têne ferzkirin. Bûyerên ku çend rojên dawî em di televîzyonê de dibînin li Hesekê diqewimin projeyek e. Hinekan gotin, “Ev provokasyon e.” Ev rast e. Lê belê projeyek e.
Şoreşa Rojava perspektîfa Neteweya Demokratîk afirand. Li Sûriyeyê Kurd bi perspektîfa neteweya demokratîk dikare bibe hêzeke bingehîn. Eger bi piştevanên Ereb ên ku baweriya xwe bi perspektîfa neteweya demokratîk tînin re bibe yek, dikare li tevahiya Sûriyeyê bibe hêzeke mezin. Hin alî û dewlet ji ve ditirsin. Yanî ji perspektîfa neteweya demokratîk a Rêber Apo ditirsin. Di vê mijarê de em zanin bê kîjan dewletê kîjan biryar wergirtiye. Gotine, “Hûn her tiştî bidin aliyekî, li ser siyaseta neteweya demokratîk bisekinin.” Ev yek hîn beriya 4-5 salan hate gotin.
Mixabin hin derdorên Kurd ên ji xwe re ‘neteweperest im’ dibêjin jî heman tiştî dibêjin. Teng in, dixwazin Kurdan bi tenê bihêlin. Eger li Rojava Kurd bi tenê bimînin wê nikaribin li Qamişloyê jî bimînin. Ev nêzîkatiyeke gelekî çewt e. Kurd bi feraseta neteweya demokratîk dikarin li Sûriyeyê bibin aktorekî girîng, di pêşvebirina demokrasiyê de dikarin bi roleke girîng rabin. Ji ber vê jî siyaseta herî rast ev e.
Bi bûyerên li Hesekê re dixwazin ku siyaseta neteweya demokratîk birizînin. Binihêrin, hin derdorên Kurd ên xwe bi neteweperestiyê pênase dikirin, hewl didain birizînin. Niha jî hin derdorên li deverên weke Reqa û Şedadê hatine birêxistinkirin tên li Hesekê meşê dikin, dixwazin gelan li hemberî hev rakin. Dixwazin xwişk û biratiya gelan an jî perspektîfa neteweya demokratîk birizînin, têk bibin; şerekî di navbera gelan de derxînin û Kurdan bi tenê bihêlin.
Ev yek siyasetek e, projeyek e. Di nava vê meseleyê de t iliya kê heye, naxwazim zêde bidim nava detayan. Lê belê gotineke min heye; Dewleta Tirk dibêje, “Ez dixwazim di navbera gelên Kurd û Tirk de xwişk û biratiyê bi pêş ve bibim.” Her wiha dibêje, “Ez dixwazim di navbera geên Kurd, Tirk û Ereb de xwişk û biratiyê bi pêş ve bibim.” Eger dewleta Tirk di vê gotina xwe de ji dil be û bi rastî jî dixwaze pêvajoyeke aştiyê bi me re bimeşîne, beriya her tiştî divê dijberiyê li Kurdên li derveyî sînorên Tirkiyeyê neke. Ev yek.
Ya duyemîn; divê destên xwe ji ser Kurdên li Rojava vekişîne. Dubare dikim; Divê dewleta Tirk destên xwe ji ser Kurdên li Rojava vekişîne. Mesela Kurdên li wê derê wê çi ji Tirkiyeyê kêm bikin? Ez tenê vê dibêjim.
Ji Serokkomarê Sûriyeyê re jî dibêjim; eger tu li ser vî welatî serwer be hingî divê tu xwedî li serweriyê derkeve. Divê li ser welatê we projeyên cuda neyên meşandin. Eger hûn ê bi Kurdan re yekîtiya Sûriyeyê ava bikin, divê zemîn ji provokasyonên bi vî rengî re neyê dayin. Di vê mijarê de bang li her kesî dikim, divê bi berpirsyarî rabin. Ne ji bo dijberî, nijadperestî û komkujiyê divê her kes ji bo xwişk û biratiya gelan, ji bo aştiyê hewl bidin. Em li dijî nijadperestiyê ne. Lê belê diyar e ku li Sûriyeyê projeyeke bi vî rengî ya xetere heye. Dibe ku ev yek bibe sedema xerabûna Sûriyeyê. Ji ber ku hin alî hene; ne tenê Tirk û Ereb. Lê belê yên ku vê projeyê diafirînin dostên gelên Sûriyeyê nînin. Dostên gelên Sûriyeyê divê yekîtiya gelên Sûriyeyê û aştiya navbera gelên Sûriyeyê biparêzin.
Gelê me yê Rojava bi tecrûbe ye. Beriya her tiştî gelê me yê Rojava yê welatparêz bi hurmet bi bîr tînim. Piştî pêvajoya dawî, ez bawer im ku wan tecrûbeyeke mezin bi dest xistine. Divê li her derê xistinî û parastina xwe bi xwe bikin. Erebên dostên Kurdan jî hene, ew jî dibin hedef. Hevalên me yên Ereb, dostê hene; em wan jî zanin. Lê belê divê ew jî ji bo Sûriyeyeke wekhev, azad û demokratîk bi rêxistin bikin, xwe biparêzin û ji xwe bawer bin. Gelên me yên li wê derê ji perspektîfa neteweya demokratîk bawer dikin eger xwe bi rêxistin bikin, wê karibin xwe biparezin û di siyasetê de jî bi rêxistin, hêz û îradeya xwe bi ser bikevin. Ji her kesî bêhtir zane ne, zemîna vê heye, tecrûbeya xwe ya parastinê û rêxistinî jî heye. Divê ji xwe bawer bikin, xwe bi rêxistin bikin û li her derê xwe biparêzin. Li ti cihî divê bê rêxistin nemînin. Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Mesihî, Ermen hemû divê bibin yek. Divê Sûriye bibe Sûriyeyeke aram û demokratîk. Bibe Sûriyeyek ku hemû gel bi hev re lê dimînin. Vê yekê hem ji bo gelê me hem jî ji bo rêveberiyê dibêjim.
Rojava bi rastî jî ji demeke hesas derbas dibe. Ya wê xwe bi vî rengî bi rêxistin bike û destketiyên peymana 29’ê Çileyê biparêze, tawîzê nede û gav paşve neavête; têkoşîna civakî yên bi pêş ve bibe, yan jî wê dest ji xwe berde û her roj hîn bêhtir wê bi ser wan ve biçin. Bawerim ku gelê me wê bi vî rengî tevbigere. Rêxistina li wê derê, pêşengên li wê derê divê bi vî rengî bikin; pêşengiyê bikin, wêrek bin, bi biryar bin û destketiyên vî gelî yên bi xwîna şehîdan hatine bidestin karibin biparêzin.
Pêvajo bandoreke çawa li Başûrê Kurdistanê dike? Nêzîkatiya gel û partiyên siyasî ya li pêvajoyê çawa ye? Her wiha li Başûrê Kurdistanê bêkarî heye, civak ji partiyên desthilatdar bê hêvî ye. Di heman demê de pirsgirêkên ewlekariyê jî hene. Hûn vê çawa dinirxînin?
Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê yê hêja silav dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Di demên dawî de li Kurdistanê gelê ku herî zêde êş kişandiye, komkujî dîtiye, qirkirin dîtiye gelê Başûrê Kurdistanê ye. Enfal dît, Helebce dît û fedakarî û lehengiyên mezin kir. Destketiyên xwe îro hene. Di van destketiyên Başûrê Kurdistanê de rola Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê heye. Keda herî mezin a gelê Başûrê Kurdistanê ye, lê belê parçeyên din jî piştgirî dan û têkoşîn bilind kirin. Ji xwe Başûrê Kurdistanê bi vî rengî bû xwedî statu. Ne ji Bakur bûya ne bawer im ku ev statu karîbûya bi dest bixista. Bilindbûna têkoşîna li Bakur di salên 1990-1991’ê kir ku li Başûrê Kurdistanê astek biafire. Lê belê keda esasî ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye ku bi hezaran, bi sed hezaran şehîd da. Îro destketî hene û divê ev destketî bêne parastin. Weke ku min li jorê got; em dinihêrin ku Kurd di siyasetê de ber bi piştperdeyê ve têne dehfdan. Li Sûriyeyê nedana rolekê ji bo QSD’ê işaretek ji bo hemû Kurdan bû.
Di mijara jinûve dîzaynkirina herêmê de dixwazin xeta Lozanê careke din ji xwe re bikin esas. Yanî dixwazin Lozaneke din biafirînin û naxwazin di rêza destpêkê yan jî diyarker de cih bidin Kurdan. Niha bi vî rengî xuya dike. Em dikarin hêza serwer a ku van polîtîkayan dimeşîne rexne bikin? Ya ku tê kirin neheqî ye, şaş e, divê bê rexnekirin. Lê belê ji aliyekî din ve jî divê em li xwe bipirsin. Berpirsyarê vê em Kurd bi xwe ne, siyaseta Kurdan e. Eger siyaseta Kurdan bi vî rengî belawela be û her yek li gorî xwe tevbigere, hinek jî wê wan tine bihesibîne. Berpirsyarê vê em bi xwe ne.
Di vê serdema dîrokî û girîng de ku li herêmê şer diqewime û jinûve dîzayn tê kirin, teqez pêwîstî bi stratejiyeke hevpar heye. Lê belê ew bi me re nîne. Niha dewletên herêmê û cîhanê bi Kurdan dilîzin. Çima? Ji ber ku Kurd bi ku ve biçin li ser hev diaxivin. Ev yek ji bo her kesî cihê şermê ye. Divê bi vî rengî nebe. Kêr gihîştiye hestî; ji ber vê jî ji bo parastina destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatine afirandin, ji bo jiyaneke azad a Kurdan weke neteweya herî qedîm a vê xakê divê em her tişta pêwîst bikin. Divê kesek li gorî berjewendiyên rêxistina xwe tevnegere. Berjerwendiya neteweyî divê destpêkê be. Em vê timî dibêjin, lê di pratîkê de nîne. Rastî bi vî rengî ye. Lewma pozîsyona heyî pir baş nîne. Ji ber ku nediyar e bê sibe çi bibe. Weke ku min li jorê jî qalê kir, piştî şerê Rojava me dît ku Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê jî ber bi piştperdeyê ve dehf dan.
Ev yek ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbas dibe. Mînak, hêzên Emerîkî vekişiyan, parastina hewayî hate vekişandin. Divê Kurd karibin xwe biparêzin. Ev vê dibêjim; em Kurd divê karibin li ser stratejiyeke hevpar bigihêjin hev. Avakirina yekîtiya neteweyî hinekî zehmet e. Ne yekîtiyeke bi temamî. Rêber Apo got, ‘Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk’. Tişta min jê fêhm kir ew e; dibe ku em her tiştên hev qebûl nekin, lê belê dikarin hin tiştan qebûl bikin. Mînak, em dikarin li ser stratejiyekê bigihêjin hev, lê belê di hin mijaran de dikarin nebin yek. Lê belê rêgeh û stratejî bila yek be, dîsa em dikarin cuda tevbigerin. Li ser stratejiyekê pêwîstî bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk heye. Eger bi vî rengî nebe Kurd di vê pêvajoyê de nikarin tiştekî bikin, her ku biçe jî wê paşve bikeve. Ji ber ku hêzên serwer dixwazin Kurdan bixînin asta duyemîn. Her kes li Tom Barrack guhdarî dike, pêwîstî pê nîne ku ez tiştekî bibêjim. Min pê re hevdîtin nekir, lê belê gelek kesan hevdîtin pê re kirin. Siyaseta serwer diyar e ku dixwaze îro li herêmê çi bike; dixwazin sîstema dewletê ya navendî xurt bikin. Hewldanên xwe li ser vê bingehê ye û me weke aktorê esasî nabînin. Lewma divê em vê bibînin û êdî stratejiyeke hevpar ava bikin. Rêber Apo dibêje, “Divê aqlê hevpar ê Kurdan hebe.” Eger ev bibe, ez bawer dikim ku Kurd wê karibin xwe biparêzin, siyasetê bikin, li herêmê bibin aktorê esasî. Hîn jî derfetên vê hene û her tişt bi temamî neqediya ye. Belê em dereng mane, lê belê her tişt bi temamî neqediya ye. Ez vê jî bibêjim; Kurd dikarin teknîka xwe, teknolojiya xwe û hişê xwe yê çêkirî jî biafirîne. Dikarin her tiştî biafirînin, çima nebe? Niha dibêjin “Sîstema parastina hewayî ya Başûrê Kurdistanê nemaye.” Kurd dikarin sîstema xwe ya parastinê biafirînin.
Li vê cîhanê divê tu xwe bispêre hêza xwe. Eger tu ji hêza xwe bawer bike, xwe xurt bike, bi rêxistin bike; hinekî din jî wê te xurt bibîne. Eger tu xwe parçe bike, lawaz bike, xwe bi rêxistin neke; kesek silavê jî nade te, te nabîne. Eger tu dixwaze bibe îrade, destpêkê divê tu di nava xwe de bibe îrade, piştre jî wê yên din te weke îradeyê nas bike. Eger tu hilberîne, siyasetê bike, xwe bi rêxistin bike, teknîk û hêza xwe hilberîne; yên din jî wê te bibîne û pêşî li te veke. Kes ji ber xwe ve ber bi aliyê te nayê. Eger tu bi xwe bimeşe, wê bibêjin “pêşiya te vekirî ye.” Ev rastî ye.
Me gelek carna bang kir, em dubare dikin; Rêber Apo timî bang dike, ev hevok jî timî weke hev in, bangek e; siyasetmedarên Kurd ên hêja, bawerim ku her kes vê rastiyê dibîne, lê belê divê em hînbûnên xwe yên berê biterikînin. Em di serdemeke nû de ne û divê bên gel hev. Mînak, du sal in li Başûrê Kurdistanê hikumet nehatiye avakirin, ev rast nîne. Ez naxwazim giran biaxivim, lê belê ev kêmasiyeke girîng e û divê ev kêmasî ji holê bê rakirin. Di navbera dewletên cîhanê de şerê cîhanê diqewime, lê li hev rûdinên, nîqaş dikin û di hin mijaran de li hev dikin. Lê belê Kurd çima nikarin li hev bikin? Berê Bosna-Hersek mijareke xitimî bû, bi salan nekarî bê çareserkirin. Dema ku hin pirsgirêk nedihat çareserkirin dihate gotin, ‘Veguheriye meseleya Bosna-Herkes’. Meseleya Bosna-Hersekê jî çareser bû. Meseleya Kurd weke birîneke tarî ya nayê dermankirin ma. Birîna tarî ya meseleya Kurd çi ye? Nebûna yekîtiyê ye. Dermanê vê birîna tarî heye, ew jî stratejiya hevpar e.
Ji bo li Başûrê Kurdistanê hikumet ava bibe, ji bo hêz nêzî hev bibin çi bikeve ser milê me em amade ne ku bikin. Em ji dil û cidî dixwazin ku Kurd nêzî hev bibin, bibin hevpar. Berê ji ber ku me li hemberî aliyekî şer dikir dibe ku tirsek hebû. Lê belê êdî ew şer jî nîne, hebe jî zêde nîne. Ya girîng em guh bidin hev, nedin hinekî din; em guh bidin aqlê Kurd ne yê hinekî din. Eger bi vî rengî bibe em ê karibin pirsgirêka xwe teqez çareser bikin. Banga me li her kesî ye; werin em di stratejiyeke hevpar de bibin yek û pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Hûn entegrasyona li Şengalê çawa dinirxînin? Rêber Apo gotibû, “Parastin divê di nava gel de be.” Hûn vê çawa dinirxînin?
Civaka ku li herêmê herî zêde mexdûr bûye, mezlûm e û herî zêde li êrişan rast hatiye civaak Êzidî ye. Heta niha li hemberî gelê Êzidî 74 caran ferman rabû. Ne dûr e ku sibe fermaneke din lê rabe. Ji ber vê yekê jî pêwîstiya gelê Êzidî bi hêza xweparastinê heye. Em ji vê bawer dikin. Roja ku me bihîst ku DAÎŞ ketiye Şengalê, di nava çend deqeyan de me biryar dan ku divê em destwerdanê bikin. Me zanîbû ku destwerdan ne hêsan e. Her kes ji ber DAÎŞ’ê direviya, dewlet bi xwe ji DAÎŞ’ê ditirsiyan. Lê belê me berê xwe da ku li dijî DAÎŞ’ê şer bikin. Çima? Ji ber ku Rêber Apo çarçove bi zelalî danîbû holê; parastina gelê Êzidî ji bo me tevgerê gelekî girîng e. Exlaqî û wijdanî ye. Ev li aliyekî, Êzidîtî koka neteweya Kurd e, ji ber vê yekê divê em biparêzin. Weke gelê Kurd divê em hemû vê rastiyê bibînin, lê belê divê dewleta Iraqê jî vê bibîne. Civaka Êzidî bi gelek êrişan rû bi rûyê qirkirinê hatiye, lewma divê xwedî hêza xweparastinê be. Niha li Şengalê hêza YBŞ’ê heye, ev hêz di nava şer de ava bû û xwe ispat kiriye. Ji bo ava bibe me jî di dema xwe de alîkarî pê re kir û ev ne tiştekî veşartî ye. Ji xwe baweriya me ev e; Divê gelê Êzidî bê parastin. Lê em jî zanin ku em nikarin her tim wê derê biparêzin, lê ew dikarin xwe biparezin. Me jî ji ber vê yekê alîkarî bi wan re kir, ya me tenê alîkarî bû. Niha ew xwedî hêzên YBŞ û YJŞ’ê ne. Ew dikarin biparêzin. Divê dewleta Iraqê jî vê fermiyetê bide wan; yanî bibin hêza parastinê ya Şengalê ya xweser û xwecihî. Ev yek mafê gelê Êzidî ye. Dİ heman demê de di qanûna Iraqê de jî tiştên bi vî rengî hene, ne ku nîne. Hemû aliyên Kurd, weke Tevgera Azadiyê, weke PDK, weke YNK, weke hêzên Başûrê Kurdistanê hemû -Şengal jî beşek ji Başûrê Kurdistanê ye- di heman demê de dewleta Iraqê divê vê yekê li ber çavan bigire.
Eger tu hêzeke xweser a Êzidiyan fermî bike, ev yek wê nebe tenê hêzeke leşkerî, di heman demê de wê bê wateya hêviya jiyanê. Divê weke hêzeke ku civaka Êzidî xwe bispêrê û garantiya jiyanê bi rola xwe rabin. Ne tenê weke hêzeke leşkerî divê bibe weke dareke jiyanê ku civak bi temamî li dora wê bicive. Nêrîna me bi vî rengî ye.
Em jî baş bi detayên wê nizanin. Lê belê bi qasî ku me hem ji çapemeniyê hem jî ji derdorên cuda bihîst, di navbera hikumeta Iraqê û YBŞ-YJŞ’ê de hin hevdîtin çêbûn. Li gorî gotinên ku me bihîstin, nêrîn di vê çarçoveyê de bûn; wê entegrasyona demokratîk pêk were. Çawa? YBŞ wê serweriya artêşa Iraqê qebûl bike lê belê Iraq jî wê xweseriya YBŞ’ê ya li herêmê qebûl bike. Me bihîst ku di vê mijarê de pêşketin heye, lê belê hîn îmze nehatiye avêtin. Bi vî rengî YBŞ wê êdî bibe parçeyekî xweser ê artêşa Iraqê. Eger entegrasyoneke bi vî rengî pêk were wê baş be. Em piştgiriyê didin vê û di vê mijarê de eger tiştek bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin.
Koalîsyona navneteweyî hêzên xwe ji Rojava û Başûrê Kurdistanê vekişand. Tê gotin ku li Başûrê Kurdistanê valahiyek çêbûye. Ji bo parastina her çar parçeyan pêwîstî bi aqlekî çawa yê Kurdan heye? Bi vekişîna koalîsyona navneteweyî re Kurd dikarin ewqasî bê çare bimînin? Dema ku ev hêz bi temamî vekişiyan, gelo hêz û îradeyek heye ku Kurdan biparêze?
Bi dîtina min, eger hêzên parastinê pişta xwe bispêrin hêzên biyanî wê nebin hêza parastinê. Ji ber ku ew parastin mayinde nabe. Her hêz di parastinê de divê pişta xwe bispêre hêza xwe. Ev parastin jî parastina heqîqî ye. Xwespartina li hêzên biyanî nabe. Di serdema heyî de li nava Modernîteya Kapîtalîst dostanî nîne û hevaltiyeke mayinde jî nîne; tenê berjewendî heye. Berjewendiyê kê bi kê re hebe ew dostên hev e. Dema ku berjewendî qediya dostanî jî diqede. Qanûna serdema me bi vî rengî ye.
Binihêrin di sala 2003’an de Emerîkayê plan kir ku dest li Iraqê werde. Li gorî planê Emerîka wê ji Kurdistanê biketibûna Iraqê, lê belê piştre Tirkiyeyê nehişt. Wê demê ez çûm gel Celal Talabanî yê hêja, rehma xwedê lê be. Min jê re got, “Mam Celal, em bi fikar in ku eger Emerîka bê dikare gerîla bike hedef. Em nizanin. Divê hûn hewl bidin ku ew me nekin hedef.” Navê generalekÎ ji min re got û got, ji wî generalî re nameyekê binivîsîne, ew ê jî nameyê radestî wî bike. Got, “Divê gerîla bê parastin. Dibe ku sibe eger em û Ereb li hemberî hev şer bikin, dibe ku gerîla bê alîkariya me.” Mam Celal ev gotin di sala 2003’an de got. Dem derbas bû, di sala 2014’an de gerîla çû Kerkûkê, çû Hewlêrê, ji Hewlêrê derbasî Mexmûrê bû, derbasî Şengalê bû. Gerîla ji Kerkûkê heta bi Efrînê li dijî êrişên DAÎŞ’ê eniyek ava kir. Ev bû? Bû. Piştre di sala 2017’an de çûm serdana Mam Celal. Wê demê nexweş bû û nikarîbû biaxiviya. Min hingî jê re got, “Mam Celal tê bîra te, sala 2003’an ez hatim gel te û te ev ji min re gotibû.” Wî jî weke bibêje “erê” serê xwe hejand. Min jî jê re got, “Binihere gerîla niha li Kerkûkê -Wê demê hîn li Kerkûkê bû- ye, dîrokê gotinên te piştrast kir û gerîla bi alîkariya we ve hat.” Ew jî bi wî halê xwe yê nexweş gelekî kêfxweş bû û weke ku piştrast bike serê xwe hejand. Mirovekî zane bû û texmîneke welê kiribû.
Niha jî ji bo parastina gelê me, çi bikeve ser milê me em amade ne bikin. Hinek hene ku dilê wan nebaş e dibêjin, “PKK bi ku ve biçe dest ji wir bernade. Bivirê xwe li ku bixe dibêje ew der çepera min e. Çû Şengalê êdî dest ji Şengalê bernade; çû Mexmûrê êdî dest ji Mexmûrê bernade, çû Kerkûkê êdî dest ji Kerkûkê bernade.” Derket holê ku ev hemû tiştên hatin gotin derew in. Dîrokê nîşan da ku ew derewan dikin. Niha dibêjin, “Li Şengalê hîn jî PKK heye.” Rast e dibe ku hin perwerdekar hene. Ew jî ji bo me qet ne pirsgirêk e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan em nabin pirsgirêk. Em tenê ji bo parastina gelê xwe berpirsyariyên xwe bi cih tînin. Ji niha û pê ve jî em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Em di wê baweriyê de ne ku divê hêzeke neteweyî ya hevpar hebe. Di heman demê de di rêbazên parastinê de em dikarin gelek tiştan zêde bikin. Ji aliyê taktîkê ve, ji aliyê teknîkê ve Kurd dikarin xwe biparêzin. Tenê bila aqlekî Kurdan hebe, stratejiyeke hevpar hebe. Ev hebin tiştên din dikarin pêk werin.
Herî dawî bawerî gelekî girîng e. Di navbera hêzên Kurd de bawerî lawaz bûye. Ya ku ez dibînim ev e. Di nava 12 salên dawî de ez zêde nekarîbûm tevlî hevdîtinên bi aliyên Kurdan û siyasetê bibim. Ji berê ve hemû aliyan nas dikim. Bi qasî ku dişopînim baweriya aliyan a li hemberî hev lawaz bûye. Ev nebaş e, divê ev bê xurtkirin. Her alî divê ji ber xwe ve nêzîkatiyeke welê nîşan bide ku baweriyê zêde bike. Divê bi rengekî hîn rêzdar nêzî hev bibe. Divê rexne hebe, kesek bi rengekî teng nêzî rexneyan nebe. Lê belê di rexneyan de divê rêbaza êrişê tine be. Rexne jî kêmasî jî dibe ku çêbibe, lê belê divê her alî baweriyê ji hev bîne. Di navbera Kurdan de pêwîstî bi vê heye.
Ya duyemîn; di navbera me û dewleta Tirk de pirsgirêkeke gelekî cidî ya baweriyê heye. Divê em û dewleta Tirk li ser esasê baweriyê xwe nêzî hev bikin. Yanî me li dijî Tirkan ne tenê dawî li stratejiya şerê çekdarî anîn. Di heman demê de me dijberiya xwe ya li dijî Tirkiyeyê jî sekinand. Em êdî naxwazin dijberiyê li dewleta Tirkiyeyê bikin. Em êdî dixwazin bi Tirkiyeyê re rûpelekî nû vekin. Ez vê yekê ji bo partiyên Kurd jî dibêjim. Divê şerê bi dewleta Tirk re êdî bi dawî bibe. Ne îsyan ne jî înkar û îmha. Divê dewleta Tirk jî êdî Kurdan înkar neke û di hedefa xwe de îmha û asîmîlasyon tine be. Divê Kurd jî êdî îsyanê nekin. Ewqas salî şer qewimî, divê êdî bi dawî bibe. Şer tişta pêwîst kir. Ji niha û pê ve divê êdî diyalog hebe, siyaset hebe. Rêber Apo ji ber ku ji vê bawer dikin ev pêvajo da destpêkirin û em ji vê bawer dikin.
Em weke aliyê Kurd dixwazin dijberiyê û şerê çekdarî bi dawî bikin. Lê belê dewleta Tirk vê baweriyê nade me û nêzîkatiyên ku baweriyê zêde bike nîşan nade. Di dema diyalogê de jî dibêjin, “Hûn vê bikin em ê jî vê bikin.” Halbûkî tu dixwaze pirsgirêkeke sed salî çareser bike. Ji bo vê pêwîstî bi nêzîkatiyeke hinekî cihê baweriyê heye. Hûn dewletek in, divê hûn baweriyê biafirînin. Her tişt bi bilêvkirina gotinên dijber nabe. Di navbera me û dewleta Tirk de pirsgirêkeke bi vî rengî heye. Pêwîstî bi afirandina baweriyê heye; lawaz e. Ev jî dibe sedema tirsê.
Mînak, dema li cihekî endamekî me hebe dibêje, “ji wir vekişîne.” Li beramberî vê yekê nêzîkatiyeke cihê baweriyê nîşan nade. Mînak, meseleya qebûlm. Gelo we qet lêkolîn kir, bê qeyûm li kîjan devera cîhanê heye? Li devereke din a cîhanê nîne. Ev berhema AKP’ê ye. Şaredar û meclîs bi îrade û dengê gel hatiye hilbijartin. AKP van hemûyan dide aliyekî, zilamê xwe tayîn dike. Sîstemeke bi vî rengî li cihekî din nîne, lê belê li Kurdistanê heye. Şaredaran ji wezîfeyê dûr dixîne, lê belê dadgeh wan sûcdar nabîne û ceza lê nabire. Ahmet Turk, Abdullah Zeydan, Ahmet Ozer hemû li derve ne, dadgehê ew sûcdar nedît. Lê belê yên ku AKP’ê li şûna wan bi cih kiriye hîn li ser wezîfeyê ne. Ev nêzîkatiyeke antî demokratîk e. Ji bo vê pêwîstî bi qanûnê nîne. Di rewşeke bi vî rengî de divê înîsiyatîfa siyasî hebe.
Berdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî bi heman rengî ye. Doza Kobanê dozeke siyasî ye. Eger mejiyê we guherî be û hûn dixwazin bi Kurdan re bibin dost, hingî vê bikin. Lê belê nakin. Ev hemû dibin zemîna bêbaweriyê. Ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê pêwîstî bi baweriyê heye. Eger bawerî pêk were, hewldanên Rêber Apo û tevgera azadiyê wê hîn encamgir be. Bila gelê me meraq neke; em zanin ku ev pêvajo dibe ku bi ser jî nekeve. Divê em bi her awayî hesabê xwe bikin. Divê em vê pêvajoyê weke pêvajoya têkoşînê bibînin. Ev pêvajo pêvajoya têkoşînê ye; divê her kes têbikoşe, bi komînan bibe yek, xwe bi rêxistin bike, xwe bike îrade. Divê têkoşîna siyasî û rêxistinî bilind bike û em destê Rêber Apo xurt bikin ku ev pêvajo hîn bi xurtî bi pêş ve biçe û bi ser bikeve. Naxwe ewqasî rehet nîne. Fikarên me jî hene ku pêvajo bixitime û bikeve xeteriyê. Divê em hesabê vê bikin. Lê belê hêvî û baweriya me hîn xurt e. Gavên ku me avêtine hene. Em êdî li benda dewleta Tirk in ku li beramberî van gavan gavê biavêje ku pêvajo bi pêş ve biçe.

