Li gorî agahiyan, piştî dîtina hestiyên li şikeftê 15 malbatan ji bo hînbûna aqûbeta xizmên xwe yên winda û bi hêviya peydakirina hestiyan serî li Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan.
Hate ragihandin ku serlêdan ji aliyê wan malbatan ve hatiye kirin ku di saxlên 1990’î de xizmên wan bi rengekî kiryar nediyar hatin windakirin. Tê payin ku serlêdanên li ÎHD’ê yên ji bo vê yekê di rojên pêş de jî dewam bike.

