Trump bi wesîleya Roja Şukranê li avahiya xwe Mar-a-Lago ya li Floridayê, daxuyanî da û got, têkildarî wextê bidawîbûna şerê li hemberî Îranê, ew ê bixwe biryarê bide. Trump diyar kir ku şer li DYE’yê ji aliyê raya giştî ve nayê destekkirin û îfade kir ku ji bo lihevkirinê derfet pêşkêşî Tehranê kirin, lê baweriya wan bi rêveberiya Îranê nehat. Trump îdîa kir ku ‘serketin nêz e’.
Serokê DYE’yê îdîa kir ku Îran li tesîsên nukleer ên berê hatine hedefgirtin, nikare car din fealiyetan bide destpêkirin. Trump gef xwar ku dibe car din herêma Pickaxe Mountain hedef bigire û got, wan li herêmê “di wateya rast de fealiyetek” çavdêr nekiriye.
Trump îdîa kir ku eger DYE mudaxile neke, dibe Îran li hemberî Îsraîlê û welatên din ên li herêmê çeka nukleer bi kar bîne. Trump diyar kir ku Îran xwedî wê kapasîteyê ye ku xwe bigihîne Ewropayê, lê nikare li DYE’yê bixe û got, “Em ê nehêlin ew bibin xwedî çeka nukleer.”
Serokê DYE’yê îdîa kir ku kapasîteya leşkerî ya Îranê di asteke mezin de hatiye tunekirin.

