În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bozkurt: Doktorê girtîgehê mafê dermankirinê yê birayê min Abdulkadir Bozkurt asteng kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Kivanç Kilinç: Divê her kes ji bo aştî û azadiyê ya ji destê wan tê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > 27’ê Mijdarê ji gelê Kurd re ronahiyek pêket
Rojane

27’ê Mijdarê ji gelê Kurd re ronahiyek pêket

Têkoşîn roj bi roj li her devera welat pêş ket. Leheng û qehremanên weke Hakî Karer, Xelîl Çavgûn, Salih Kendal li hemberî çeteyên dewletê yên herêmî berxwedaneke bêhempa nîşan dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

27’ê Mijdara 1978’an, li gundê Fîsê yê girêdayî Licêya Amedê ji bo gelê Kurd partiyek bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat damezirandin. Vê partiyê Kurdên li çiyayê Agiriyê di qebreke çîmentokirî de hatibûn defnkirin zindî kir û da têkoşînkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê dest bi kar û xebata xwe ya lêgera neteweke windayîbûyî kir. Bi wêrekî got, “Kurdistan Mêtingeh e” û dest bi meşa dirêj zêdetirî nîv-sedsalê kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê xwe rakir ser piyan, rûpelên dîroka kevnar vekir. Destpêkê lêpirsîn bi dayika xwe re kir. Piştre ket nav lêpirsîna her tiştî. Ji ber wiha li civaka dîrokî temaşe dike û dibêje, “Em di destpêka dîrokê de û dîrok jî di roja me de veşartiye.” Bi vî rengî gavên xwe diavêje nav serdemeke nû da ku her tişta serûbinî hev bûye vegerîne ser rastiya wê.

Rêberê me ji Bendava Çûbûkê ya Enqereyê tevî çend hevalên xwe civîna yekem a şoreşa Kurdistanê pêk anî. Piştre bi hevalên xwe yên li dora xwe kom kiribû berê xwe dan bajarên Kurdan ên bi welatparêziya xwe navdar û xwedî ezmûna serhildêriyê bûn. Wek hawariyan li nav bajarên Kurdistanê belav bûn. Mirov kom kirin, bi roj û şevan ji gel re behsa rewşa welêt, herêmê û cîhanê kirin. Bi wêrekî qala partiyeke sosyalîst kirin ku wê di nava hest, fikir û wijdanê wan de bimaya û biba amadekariya şoreşeke mezin a wê dost û dijmin li xwe matmayî bihişta. Roj bi roj rêxistinbûna xwe xurt kirin. Dema dewleta Tirk bi tundî bi ser wan de hat pişta xwe dan gelê xwe. Li şûna li welatên Rojava yên navenda kapîtalîzmê bihelin, li Rojhilata Navîn a qedîm xwe bi cih kirin.

Têkoşîn roj bi roj li her devera welat pêş ket. Leheng û qehremanên weke Hakî Karer, Xelîl Çavgûn, Salih Kendal li hemberî çeteyên dewletê yên herêmî berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Bi serbilindî çûn şehadetê. Hevrê Mazlûm Dogan, Kemal pîr, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Ferhat Kûrtay,  Akîf Yilmaz û bi dehan pêşengên din li zindanê di nav rewşên herî zehmet de berxwedan hilbijartin û tevahî planên dagirkeran pûç kirin. Wan berxwedêran bi gotinên, “Em ser didin, sir nadin” biryara berdewama têkoşînê dan.

Rêberê Gelê Kurd piştî amadekariyên li warê şoreşê Rojavayê welat biryar da li gor fermana şehîdên nemir û berxwedêr têkoşîn di asta herî bilind de pêş bixe. Diyar kir ku weke hevrê û şervanên şehîdan wê emir û fermana ji zindanan bilind bûye pêk bînin. Li ser vî bingehî di pêşengiya lehengê navdar Fermandar Mahsum Korkmaz de şerê çekdarî dest pê kir. Berxwedana gerîla bi pêşengtî û serkêşiya fermandar Egîd Botan rengîn kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e PKK û têkoşîna wê bi rê ve dibe. Rêber Apo bi berxwedan û qehremaniya wan şehîdên leheng û têkoşîna wan gihişt qinyata ku pirsgirêk tenê bi şer çareser nabin. Diyar kir ku ev kar karê zanebûn, siyaset û mejî ye jî û dest bi fikir û ramanên nû kir. Rêbertî got, “Ez li rêyeke hemdemîtir geriyam. Min rojê 40 carî di fikra xwe de şoreş çêkir.” Herî dawiyê jî bi Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an pêvajoyeke nû da destpêkirin.

Rêberê Gelê Kurd anî ziman ku dem ne dema şer û tundiyê ye, êdî dem dema siyaset, xwişk-biratî û demokrasiyê ye. Manîfestoya xwe nivîsand û pêşkeşî tevahî mirovatiya azadîxwaz kir.

Ez bi hêvî me ku wê salvegera damezirandina PKK’ê ya Kurd û gelên bindest hişyar kir û ji bo me bûye ruh, manewiyat û dîrok bi xwe re serkeftin û aştîyê bîne. 27’ê Mijdara 1978’an ji gelê Kurd re ronahiyek pêket. Em ê vê ronahiyê bi serketineke herî pîroz tacîdar bikin. Em bi her awayî yeqîn dikin ku  Rêber Apo di nava xwe de bibînin.

Ez 48’emîn salvegera PKK’ê li mîmarê civaka azad û wekhev Rêber Apo, tevahî gelê Kurd, malbatên şehîdan, gaziyên şer û gerîlayên berxwedêr pîroz dikim. Şehîd namirin, wê her û her di nav fikir, hest û wijdanê me de bijîn û mayînde bin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê girîngî bi berhemên Kurdî û xumalî bê dayîn’

Festîvala Payîzeyê ya Kelarê berdewam e. Beşdar daxwaz dikin ku gel girîngiyê bide berhemên xwemalî.

Ji aliyê Stêrk TV

Di pîrozbahiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat dayîn

Li 8 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li qadên Newrozê li hev civiyan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Hefteya Windahiyan de ji bo edaletê bang hate kirin

Di Hefteya Windahiyan de li Stenbol, Colemêrg û Dersimê daxuyanî hate dayin, ji bo eşkerekirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bozkurt: Doktorê girtîgehê mafê dermankirinê yê birayê min Abdulkadir Bozkurt asteng kir!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lîstikvan Kivanç Kilinç: Divê her kes ji bo aştî û azadiyê ya ji destê wan tê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?