Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî 24’ê Mijdarê der barê deriyên sînorî û dosyeya petrolê yên girêdayî Herêma Başûrê Kurdistanê biryar derxistin, rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê helwest nîşan dan û hikumeta demborî ya Herêma Başûrê Kurdistanê civiya û bersiva hikumeta Iraqê da.
Di civîna hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê de hat diyarkirin ku piştgiriya xwe ji bo azadiya raman û îfadekirina ramanê dubare dikin, lê tekez dikin her kesê li dijî statûya destûrî ya Herêma Kurdistanê, bingehên destûrî û berjewendiyên nîştimanî yên bilind ên Kurdistanê tevbigere û xelkê ji bo alozî derxistinê û dijayetîkirina mafên xelkê Kurdistanê teşwîq bike, dê rêkarên yasayî li hember wan bên girtin.
Di civînê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê her dem piştgira her rêkarekê ji bo rûbirûbûna gendeliyê û her karekî neyasayî bûye û got: “Hertim jî ji bo nehîştin û sînordarkirina her karekî neyasayî, li gel hikumeta federal hevkar û hemaheng bûye. Lê bikaranîna zimanê leşkerî û gefan red dikin.”
Hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku gendelî û bi qaçaxbirina petrolê li seranserê Iraqê ji holê rakin.

