Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li nahiya Sinûnê meşek lidar xist. Meşa TAJÊ ku jin û mêr beşdar bûn, ji ber komîna gel a Sinûnê destpê kir. Meşê bi rakirina posterên Rêber Apo, wêneyên jinên hatine qetilkirin û ala TAJÊ, her wiha bi dirûşmeya “Jin jiyane, jiyanê nekujin”, “Jin, Jiyan, Azadî” heya Çerxerêya Mam Zekî dewam kir.
Piştre li ser navê TAJÊ ji aliyê Rîham Hesen ve daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de tundiya li dijî jinan hate şermezarkirin û li hember tundiyê banga yekitiyê li hemû jinên cîhanê hate kirin. Her wiha di daxuyaniyê de TAJÊ de dawî li Pêngava “Ji bo Edalet û Azadiyê Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” ya ku di 17ê Tîrmehê de dabû destpêkirin, anî.
Berfirehiya daxuyaniya TAJÊ wiha ye:
“Îro 25ê Mijdarê ye; roja ku li seranserê cîhanê dengê têkoşîn, berxwedan û hevgirtina li dijî her cûre tundiya li ser jinan bilind dibe. Ev roj ne tenê bîranîneke, lê banga edalet, wekhevî û azadiyê ye.
Tundiya li ser jinan çawa ku fîzîkî, derûnî, aborî an jî civakî be, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e. Civakeke azad û pêşketî bêyî azadî û ewlehiya jinan pêkan nabe. Mixabin, îro jî li gelek deverên cîhanê û li welatê me, jin bi newekhevî, zext û tundiyê re rû bi rû dimînin.
Dema em behsa tundiya li dijî jinan dikin, birîna herî kûr û nehatî jibîrkirin komkujiya li Şengalê ya sala 2014’ane. Li Şengalê tundiya herî hov a dîrokê li dijî jin û zarokên me pêk hat. Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin, di sûk û bazaran de wekî kole hatin firotin, jinên ducanî bi saxî hatin binaxkirin û keçên 12 salî bi destdirêjî û tecawuzê re rû bi rû man. Ev hovîtî rûyê herî reş ê tundiya li ser jinan e ku hîn jî edaleta wê pêk nehatiye. Hîna jî bi hezaran jinên Êzidî hîn jî winda ne.
Ji bo ku ev edalet pêk were û ev birîna dîrokî bê dermankirin, me wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û rêxistin û saziyên jinên Êzidî, bi dirûşma ‘Ji bo Edalet û Azadiyê Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê’ pêngaveke berfireh da destpêkirin. Ev pêngava ku ji 17’ê Tîrmehê ve destpê kir û heta îro bi biryardarî berdewam kir, ne gaveke ji rêzê bû; hilbijartina vê dîrokê xwedî wateyeke dîrokî, exlaqî û siyasî ya gelekî mezine. Ev hemle bû dengê qêrîna jinên bêdengkirî, bû pirek di navbera êşa Şingalê û vijdanê mirovahiyê de û nîşan da ku jinên Êzidî ne tenê qurbanî ne, lê pêşengên lêgerîna heqîqet û edaletê ne. Em vê roja dîrokî de hemleya xwe bi dawî dikin.
Di nav van pênc mehan de, me ji bo rizgarkirin û diyarkirina çarenûsa dîlgirtiyên Fermanê, hem li welat û hem jî li derveyî welat gelek xebat, çalakî û hevdîtin pêk anîn. Herî dawî jî, me nameyên fermî ji bo wan welatên ku komkujiya Êzidiyan wekî jenosîd (komkujî) nas kirine û her wiha ji bo sazî û rêxistinên navneteweyî yên têkildar şandin. Di wan nameyan de me pêşniyar, daxwaz û nexşerêya xwe ya ji bo edaletê bi zelalî anî ziman. Em dixwazin bi wesîleya vê roja girîng, 25’ê Mijdarê careke din ji hemû cîhanê re ragihînin; Heta ku dîlgirtiyekî me yê dawî di destê çeteyên DAIŞ’ê de be û çarenûsa hemû windayan neyê zanîn û heta ku jinek li vê cîhanê rastî tundiyê were, emê têkoşîna xwe bênavber û bi hêztir bidomînin.
Di vê çarçoveyê de em bang li hemû aliyan, saziyên fermî û civaka navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina her cure tundiya li dijî jinan gavên pratîk û cidî bavêjin. Her wiha bersiva name û daxwazên me yên ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên Êzidî bidin û tawanbarên fermanê li dadgehên navneteweyî bidin dadgehkirin. Zagonên parastina mafên jinan bên xurtkirin û bi awayekî dadperwerane bên bicihanîn.
Hişyariya civakî li dijî zihniyeta baviksalarî û tundiyê bê bilindkirin.
Em TAJÊ piştrast dikin ku emê heta dawiyê dengê hemû jinên têkoşer û dîlgirtiyên fermanê bin.
Na ji tundiya li ser jinan re!
Niha dema jinê, dema parastin û rêxistinkirinê ye!
Jin, jiyan, azadî!”

