Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe meclisê de axivî. Malbatên girtiyên nexweş, dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Eylul Kapkaç ku piştî 30 salan hat berdan jî tevlî komcivîna DEM Partiyê ya vê hefteyê bûn. Her wiha bi munesebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li dijî Jinan Koma Jinan a DEM Partiyê jî tevlî komcivînê bû. Di komcivînê de jinan wêneyê jinên girtî yên nexweşin rakirin û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de xêr hatina Dayikên Aştiyê û jinên tevlî koma jinan a DEM Partiyê ku yekem partiya koma jinan li dardixîne, kir. Tulay Hatîmogullari bi munasebeta 25’ê Roja Têkoşîna Tundiya li dijî Jinan 3 xwişkên Mîrabel bi bîr anî û got ku ew ji bo bîranîna xwişkên Mîrabel têkoşîna jinan li hemû cîhanê bilind dikin. Tulay Hatîmogullari Sakîne Cansiz, Sêvê Demîr, Denîz Poyraz û Nagehan Akarsel û Dîlan Karaman, jin û zarokên di fabrikaya Dîloavasi jiyana xwe ji dest dan jî bi bîr anî.

Tulah Hatîmogullari bi lêv kir ku jinên Sûriyeyê di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de dixwazin mafên jinan bên naskirin û wiha got: “Jinên Êzidî ji bo jinên winda yên Êzidî têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye û silav dikin. Her wiha em bi jinên Elewî yên Sûriyeyê jî di nava piştgiriyê de ne û jinên hatinê qetilkirin bi bîr tînin. Em girtiyên LGBT+ re jî silavên xwe li vir dişinin. Di şexsê Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û Ayşe Gokhan de ji hemû jinên girtî re jî silavên xwe dişînin.”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku desthilat bi polîtikayên li dijî jinan dixwazê jinan mehkumî zilam bike û ev tişt anî ziman: “Desthilat bi polîtîkayên ‘Parastina malbatê’ mafê jinan desteser dike. Lê çi diparêze? Jin rastî tundî û kuştinê tên. Em li vir bang li desthilatê dikin; Hûn nikarin bi van polîtîkayan jinan biparêzin. Em ji we dipirsin; Çima jin rastî tundî û kuştinan tên? Çima lêpirsînên bi bandor nayên meşandin? Ciwanên me yên diçin zanîngehê rastî kuştin û windakirinan tên lê kujerên wan nayên dîtin. Malbat bi salane dipirsin; Çi bi Gulistan Doku hat?, mirina Rojwelat Kizmaz çima nayê ronîkirin. Kujerê Rojîn Kabaîş çima nayê dîtin? Musa Orhan çima beraat kir. Çi bi Narîn Guran hat? Lê bila baş bizanibin heta dawî em ê li pêy van dosyayan bin. Di meha Cotmehê de 20 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Êdî ew bûye qirkirina jinan. Desthilat bi vekişîna peymana Stenbolê û qanûnên jinan diparêzin yek bi yek ji holê radike. Bi rakirina mafê nafaqayê destkêftiyên jinan tune dike. Lê bila baş bê zanîn em ê destkêftiyên xwe teslîmî polîtikayên we nakin. Em dev ji peymana Stenbolê jî ji mafê xwe yê nafaqayê jî bernadin û van polîtikayan qebûl nakin.”

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku jin careke din budçeyê de bê par hatine hiştin û wiha got: “Duh ez li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bûm. Rewşa jinên kedkar pir xirab bû. Lê desthilat dengê civakê nabihîse. Ji jinên malbatî ku nikarin debara xwe bikin tenê 2 hezar alikariyê didin û fedî nakin û propagandaya wê dikin. Dê bi 2 hezaran çi bikire. Ji bo daxwazên me bi cih werin em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin. Weke DEM Partî em dibêjin divê di hemû budçeyan de jin ber bi çav bên girtin û ji bo jinan budçe bê veqetandin. Her wiha divê Wezareta Jinan bê avakirin. Pêdiviya jinan bi sedeqeyê nîn e, lê pêdiviya jinan bi aboriyeke xweser heye. Divê mafê jinên astengdar bêyî muhtacî malbatê bibe bê misogerkirin. Her wiha divê budçe ji bo aştî, jin, karker, ciwan, xwendekar û hemû kesan bê veqetandin. Lê di vê budçeyê de ew tune ye.”

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku derfeta aştiyê herî zêde di vê serdemê de heye û wiha pê dê çû: “Divê budçe ji bo civakî kirina aştiyê were veqetandin. Ji bo perwerdehiya mafê zimanê dayikê were veqetandin. Ji bo wê jî em ê hertim bêjin; Nan, aştî û azadî. Li girtîgehan zextên li ser girtiyan zêdetir bûne. Li girtîgeha Sîncanê 4 jinên edlî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiyên jin ên siyasî ku nexweşin nikarin bigihêjin mafê xwe yê tenduristiyê. Newroz Bozkurt nexweşa penceşêrêye û ji ber ku tedawî nehatiyê kirin rewşa wê giran e. Tevî vê jî nayê berdan. Evîn Zapsû penceşêra asta 4an e lê dîsa nayê berdan. Ez ji wan dipirsim; Hûn li benda mirinê ne? Her wiha berdana girtiyên siyasî jî tê astengkirin. Malbatên girtiyên nexweş, ji bo girtiyên nexweş werin berdan di çalakiyê de ne. Ez têkoşîna wan jî silav dikim û dibêjim; Têkoşîna we têkoşîna me ye. Malbatên girtiyên nexweş dibêjin heta ew encamekê bigirin dê li ber Wezareta Dadê bin. Divê Wezareta Dadê û rêyedarên dewletê dengê dayikan bibihîse û demildest girtiyên nexweş berde. Em destûr nadin hûn girtiyên nexweş li benda mirinê bihêlin.”
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku jin ji bo civakîkirina aştiyê têdikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin kirdeyên sereke yê vê pêvajoyê ne. Jinan bi avakirina Înisiyatîfa Pêdiviya min bi Aştiyê heye pêvajoyê li benda dewletê nahêlin. Jinan bi avakirina komîsyonekê ew pêvajo ji înisiyatîfa zilaman re nehişt. Em jî serkêftinê dixwazin. Jin dibêjin divê qanûna çarçoveyî demildest bikeve meriyetê. Divê êdî ew qanûn ji astengiya teyît û tespîtê derbas bike û bikevê meriyetê. Misogeriya destkêftiyên jinan aştî ye. Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û demildest birêz Ocalan koordînatoriyê bike û dest bi xebatan bike. Her wiha divê rojnamegerên jin, parêzer û siyasetmedar bikaribin biçin Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Heyeta me jî silavên xwe bi rêya heyetê şand û em jî li vir silavên xwe ji birêz Ocalan re dişinin.”
Tulay Hatîmogullari axaftina xwe bi banga tevlibûna çalakiyên 25’ê Mijdarê û bi berzkirina dûrişmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî kir.
Li ser axaftina Tulay Hatîmogullari jinên tevlî komcivînê bûn bê navber dirûşma, “Bê Serok Jiyan nabe” berzkirin.
‘Em naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin’
Dayika Aştiyê Fînce Akman ku di komcivînê de axivî jî bi lêv kir ku ew di çalakiya nobedê ya ji bo girtiyên nexweş de cih digire û wiha got: “Em dibêjin zarokên me berdin û em tedawiya zarokên xwe bikin. Lê Wezareta Dadê deriyê xwe ji me re venake û daxwazên me guhdar nake. Em naxwazin ji girtîgehan tabutan derxînin. Em hemû kesî vedixwînin çalakiya li ber Wezareta Dadê.”
Piştî axaftinan sînevîzyona behsa têkoşîna jinan dike hat temaşekirin.

