Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê rewşa jin di nav de ne dibe cihê fikaran. Aktîvîsta mafên jinan û Seroka Ofîsa Kerkûkê ya Rêxistina Hîwa Sirud Mihemed Falih anî ziman ku komkujiya jinan, xwekuştin û zewicandina di temenê zarokatiyê de zêde bûye û bal kişand ser aliyên hiqûqî, aborî û civakî yên pirsgirêkê.
‘KOMKUJIYA JINAN Û ZEWICANDINA DI TEMENÊ ZAROKATIYÊ DE ZÊDE DIBE’
Sirud Mihemed Falih anî ziman ku dema dawî kuştina jinan û zewicandina zarokên keç di temenê kêmî temenê qanûnî yê zewacê zêde bûye û diyar kir ku li başûrê Iraqê guhertina qanûnî ya hate kirin bandor li vê kiriye. Sirud Mihemed Falih got, bi taybetî guhertina qanûnî ya xwe dispêre mezheba Caferî kiriye ku zewicandina di temenê zarokatiyê de zêde bibe.
Bêkarî û pirsgirêkên aboriyê jî weke ji sedemên zewicandina di zarokatiyê de bilêv kir û anî ziman ku malbatên xizan ji ber mercên aboriyê berprisyariya zarokên xwe yên keç radestî hinekî din dikin. Sirud Mihemed Falih anî ziman ku bikaranîna medya dîjîtal jî bandorê li fikra zewicandina zarokatiyê ya hin malbatan dike û destnîşan kir ku zewicandin ji aliyê hin zarokên keç ve weke rizariya ji pirsgirêk û tundiya li nava malbatê jî tê dîtin.
‘PIRANIYA BÛYERÊN WEKE XWEKUŞTINÊ HATIN RAGIHANDIN CÎNAYET BÛN’
Têkildarî bûyerên xwekuştinê jî Sirud Mihemed Falih anî ziman ku piraniya bûyerên weke xwekuştinê hatin qeyidkirin cînayet an jî neçarhiştina jinan a ji bo xwekuştinê bûn.
Sirud Mihemed Falih got, “Zêdeyî nîvê bûyerên ku weke xwekuştinê hate dîtin cînayet an jî hewldana ji bo xwekuştinê bûn.”
‘DESTWERDANA PARTÎ Û EŞÎRAN EDALETÊ ASTENG DIKE’
Sirud Mihemed Falih diyar kir ku hebûna çekê li nava civakê tundiyê zêde dike û got, koçberî, guherîna demografîk a li Kerkûkê û veguherîna çandî ya di çarçoveya polîtîkayên Erebkirinê de bandor li avaniya civakî kiriye.
Her wiha destnîşan kir ku gelek bûyerên tundiyê yên li hemberî jinan bi lihevkirina eşîran têne nixumandin û diyar kir ku li şûna cezakirina kiryar û darizandinê di berdêla pere de lihevkirin çêdibe.
Sirud Mihemed Falih ragihand ku destwerdana eşîran û partiyên siyasî li pêvajoya dadgeriyê baweriya bi hiqûqê hejandiye û got, “Mixabin baweriya mirovan a bi qanûnê êdî nemaye. Ev rewş eger dewam bike wê baweriya bi dewletê jî kêm bibe.”
‘STARGEHÊN JINAN HATIN GIRTIN’
Sirud Mihemed Falih diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li jinê divê bi kampanyayên demkî sînordar nemîne û bang kir ku pirsgirêk bi rêbazên zanistî û akademîk bê lêkolîn, planeke stratejîk a demdirêj bê amadekirin û di nava civakê de jî hişyarbûn bê afirandin.
Bi dewamî işaret bi kêmaniya mekanîzmayên parastina jinan ên li Kerkûkê kir û anî ziman ku stargehên ku berê li bajêr hebûn di parastina jin û zarokan de xwedî rol bûn, lê belê ji ber kêmaniya piştgiriya madî ev navend êdî naxebitin.
Sirud Mihemed Falih destnîşan kir ku di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li jinê de divê planeke stratejîk û berfireh bê amadekirin.

