Komelgeya Jinên Azadîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di çaçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan pêngava ‘Hemû Rojekê Bikin 25’ê Mijdarê’ ragihand.
Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:
Banga tevlîbûna kampanyaya her roj 25’ê Mijdarê ye
Roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan ne tenê rojeke di salnameyê de ye; ew bîranîna tundiya ku her roj li seranserê cîhanê jiyana jinan dixe xetereyê ye. Her jineke ku tê qetilkirin, her jineke ku dibe qurbana tundiyê û her dengekî ku bi xorê tê girtin, bîranîna wê rastiyê ye ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê nabe ku di rojekê de yan di salekê de bê sînordarkirin.
Em vê kampanyayê bi dirûşma ‘Heta Jinek Bê Qetilkirin, Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ didin destpêkirin. ev banga ji bo bêdengnebûn, jibîrnekirin û bi tenê nehiştina ti jinekê ye; banga hevgirtin, hişyarkirin û têkoşîna ji bo cîhaneke dûrî tundî û cudakariyê ye.
Em bang li hemû jin, mêr, aktîvîst, medya û wijdanên zindî dikin ku bi belavkirina vê dirûşmeyê û bikaranîna hashtagê li jêr beşdarî vê kampanyayê bibin. Tundiya li dijî jinê ne rojeke; ji ber vê yekê divê têkoşîn ne tenê rojek be.
#hemû-rojek-25’ê-mijdarê-ye
#hemû-rojek-têkoşîn

