Tundiya ji ber dewletê û Hîzbûllahê ya salên 1990’î ya li Kurdistanê, weke gelek malbatan malbata Ozbey a li navçeya Farqînê ya Amedê jî kir hedef. Malbata ku mala wan gelek caran hate gulereşandin, derî û paceyên wê hate şikandin û zarokên wê yên keç li zextê rast hat, ji ber ewlekariya jiyana xwe neçar ma ku du caran koç bike. Lê belê zext û tundiya lê hate kirin nekarî têkoşîna malbata Ozbey bi dawî bike.
Raife Ozbey ku wê demê li hemberî zextê li ber xwe da, îro li Amedê weke endama Meclîsa Dayikên Aştiyê têkoşîna aştiyê dimeşîne. Raife Ozbey qala serpêhatiya xwe û malbata xwe kir.
Raife Ozbey bi bîr xist ku Hîzbûllahê li Amed, Qoser, Êlih û Farqînê gelek kes qetil kir û anî ziman ku malbata wê jî bû hedefa vê tundiyê. Raife Ozbey diyar kir ku hevjînê wê di lîsteya ji 80 kesî de bû ku wê bihatina kuştin û qala wê demê kir:
“Hevjînê min neçar ma ku ji malê biçe, ez jî li gel zarokên xwe yên biçûk bi tenê li malê mam. Êvarê em newêrîbûn biçin şaneşînê ku êzingan bînin û sobeyê dadin. Dema ku didîtin yek derketiye derve yekser berdidan û dikuştin. Bi gotina ‘Ev der mala PKK’yiyan e’ êrişî mala me dikirin. Zarokên min nikarîbû biçin dibistanê. Min ew li pişt dezgeha mutbexê ya ji beton vedişart.”
JI BO ZAROKÊN XWE SÊ CARAN KOÇ KIR
Keça wê dema diçe dibistanê dibe hedefa êrişê û 20 kêliyan diavêjin serê wê. Malbata ku neçar ma ji Farqînê koç bike, li Edeneyê bi cih bû. Raife Ozbey qala zexta hingî kir: “Dewletê li Edeneyê jî dest ji me berneda. Timî hinek binçav dkir û berdida. Zext û girtin qet kêm nebû. Rojekê hatin hevjînê min birin, 15’ê Tebaxê jî keça min Xangul. Keça min a din Semra jî girtî bû. Ez çûm ber edliyeyê û sekinîm. Xwestin min ji wir dûr bixin, lê belê min israr kir, rûnişt û ranebûm. Dawiya dawî gotin, ‘Temam em ê nîşanî te bidin, lê tu yê ji kesî re nebêje’. Bi hevaleke xwe em çûn. Pirsîn bê xwendin û nivîsandina min heye yan na. Ya min hebû, lê belê hevala min a ku xwendin û nivîsandina wê tine bû birin û xwestin kaxizekê bi wê bidin îmzekirin ku bibêjin vaye tiştek bi zarokan nekirine. Min destûr neda, ez çûm. Zarok nîşan nedan. Sirgûnî Konyayê kirin.”
BERXWEDANA DAYIKEKÊ YA LI BER DERIYÊ GIRTÎGEHÊ
Piştî girtina du keçên wê, Edene êdî ji bo malbatê ne cihê mayinê bû. Vê carê jî neçar ma ku koçî Antalyayê bike. Li vê derê jî Raife Ozbey ji bo parastina zarokên xwe dest bi têkoşînê kir. Raife Ozbey got, “Ji bo em şopa xwe bidin winda kirin me qeyda navnîşanê nekir û zarokên xwe neşand dibistanê. Şevekê avêtin ser malê. Gotin, ‘Ji we heye ku hûn xwe vedişêrin, lê belê dosya we hemû di destê me de ye. Hûn biçin ku derê, hûn çi bikin jî em pê zanin’. Êdî ji tirsa em nikarîbûn derkevin derve û timî serdegirtin dikirin. Carekê polîs hatin ber derî û min ji wan re got, ‘Eger hûn careke din bên ber derî ez ê xwe û zarokên xwe bişewitînim.”
DAXWAZA DAWÎ YA KEÇA WÊ
Piştî ku keçên wê hatin berdan malbatê biryar da ku vegere Amedê, lê zext li vê derê jî neqediya. Semra ku gelek caran hate binçavkirin, girtin û mafê wê yê perwerdeyê hate astengkirin, piştî demekê biryar da ku derkeve serê çiyayên Kurdistanê. Semra beriya ku biçe ji dayika xwe xwest ku beşdarî nava Dayikên Aştiyê bibe û têkoşîna xwe dewam bike Raife Ozbey qala wê axaftinê kir: “Semra got, ‘Dayê, eger tu li min guhdarî bike tevlî nava Dayikên Aştiyê bibe, têbikoşe’. Min jî got, ‘Temam’. 22 sal in ji wê rojê û vir ve di nava Dayikên Aştiyê de me.”

