Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê ava bû. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera 48’an a damezrandina PKK’ê ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku 27’ê Mijdarê ji bo wan cejneke neteweyî ye.
Delal Çiya, Elî Dirêj, Amed Dêrik û Ezîz Derwêş li ser bandora PKK’ê ya li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn, tevgera jinê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn.
Delal Çiya: Beriya her tiştî salvegera partiya me PKK’ê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin. Bi rastî jî rojeke gelekî bi wate û girîng e. Bi hewldana Rêbertî û hemû hevrêyên cihê xwe di nava damezrandina partiyê de girtin ev partî gihîşt vê astê, guherîn û veguherîn pêk anî û di nava xwe de pêşketinên nû afirand. Bi rastî jî bi keda hevalên li ber xwe dan û hevalên şehîd ketin ev têkoşîn dewam dike, xurt dibe. Bi berxwedana Hakî Karer, Mazlûm Dogan û Sakîne Cansiz ku li zindanê dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ bilind ikrin, berxwedan di şexsê wan de mezin bû. Di heman demê de di nava partiya me de jî şoreşek pêk hat, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ afirî û ev şoreş îro jî dewam dike. Jinan xwe nas kirin, xurt bûn û bûn xwedî îrade. Em vê salvegera damezrandina partiya xwe careke din li Rêbertî, hevalên şehîd û tevahiya gelên xwe pîroz dikin.
GELÊ KURD BI BERXWEDANA XWE LI SER PIYAN MA
Elî Dirêj: Beriya her tiştî salvegera partiya me li Rêber Apo, şehîdên şoreşê hemûyan û gelê me yê welatparêz pîroz dikin. 27’ê Mijdarê ji bo me xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Damezrandina PKK’ê piştî şehadeta hevalê Hakî pêk hat. Gelê Kurd ku heta niha gelek komkujî lê hate kirin, bi berxwedaneke mezin li ser piyan ma. Divê em xwedî li vê berxwedanê derkevin. 27’ê Mijdarê ji bo me xwedî nirx û manewiyateke cuda ye. Wezîfeya me ya bingehîn e ku em têkoşîna gihîştiye vê astê bi ruhê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hîn xurt bikin. Wezîfeya me ew e ku têkoşînê hîn xurt bikin û bi vî ruhî, bi vê coşê tevlî bibin, manewiyata xwe dînin holê.
Amed Dêrik: 27’ê Mijdarê bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kir ne tenê li Kkurdistanê. Şehîdên me ev têkoşîn gihandin vê astê. Îro jî ya ku civakê digihîne hev ked û berhema şehîdan e. Ji ber vê yekê di şexsê Rêber Apo û şehîdên me de vê rojê em careke din pîroz dikin. Partiya me nirxên girîng afirand. Keda ku bi salan hate dayin, îro vê têkoşînê hîn ferz dike. Em ji şehîdên xwe hînî israra li ser jiyana azad bûn. Bi vê têgihiştinê me hewl dan erk û berprisyariyên xwe bi cih bînin. Li ser vê bingehê xwedîderketina li vê pêvajoyê wezîfeya me hemûyan e. Em ê hem weke gel hem jî weke gerîla berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Li ser vê bingehê salvegera partiya me bila li her kesî pîroz be.
Ezîz Derwêş: Salvegera damezrandina partiya me ji bo me cejn e. Em her sal cejna xwe pîroz dikin û qîmetê hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin. Em bi keda partiya xwe, hevalên xwe yên şehîd gihîştin heta vê rojê; bi keda Rêberê me ava bû û hate parastin. Li pêşberî vê rastiyê divê em xwedî li partiya xwe derkevin û hêjayî şehîdên xwe bin. Salvegera partiya me ji bo me xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Şehîdên me nirxên partiya me ne; em xwedî vê têgihiştinê ne. Bi xwedîderketina li şehîdan em dikarin xwedî li partiya xwe derkevin. Me soz dan şehîdên xwe û di her şert û mercî de xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwwe derkevin û xeyalên wan pêk bînin. Ji bo karibin salvegar partiya xwe her salê pîroz bikin, em ê keda Rêber Apo, hevalên xwe yên şehîd û gelê xwe yê berxwedêr biparêzin û xwedî lê derkevin.

