Şemî, 21 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Têgihiştina tekparêz û nîjadperest ên li dibîstanan li pêşiya çanda aştiyê asteng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak: Divê qanûna çarçoveyê tavilê bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta ji bo girtiyên nexweş: Mafê jiyanê pîroz e, nabe bazartî bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Edeneyê 9 jinên ku ji bo meşa 25’ê Mijdarê bang kirin, hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye
Jin

Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye

Ebru Eker diyar kir ku jinên serî li DÎKASUM’ê didin herî zêde bi daxwaza piştgiriya aborî xwe digihînin wan û bal kişand ser kûrbûna xizaniya jinan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Navenda Lêkolîn û Sepandina Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ku di bin banê Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a girêdayî Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatan dimeşîne, xebatên xwe yên ji bo piştgiriya jinan didomîne. Navenda ku di sala 2001’an de hat damezrandin, di sala 2016’an de ji aliyê qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatibû kirin ve hat girtin û piştî 8 salan di 29’ê Çileya 2025’an de dîsa hat vekirin û ji daxwazên piştgiriya aborî, psîkolojîk û hiqûqî yên jinan re dibe bersiv.

Midûra Şaxa Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ebru Eker behsa serlêdanên ku heta niha ahtine kirin, tabloya tundiyê ya li bajêr û xebatên ku dimeşînin kir.

 

‘XIZANIYEKE KÛR A JINAN HEYE’

Ebru Eker diyar kir ku di sala 2025’an de 241 û heta meha Mijdara 2026’an jî 250 serlêdan hatine kirin û destnîşan kir ku jin herî zêde bi daxwaza piştgiriya aborî xwe digihînin wan.

Ebru Eker bal kişand ser kûrbûna xizaniya jinan û destnîşan kir ku di serlêdanan de piştî piştgiriya aborî daxwazên piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî tên û wiha axivî:

“Ji serlêdanên ku di sala 2025’an de hatine kirin ya herî zêde piştgiriya aborî bû. Piştî wê piştgiriya psîkolojîk û di qonaxa din de jî piştgiriya hiqûqî dihat. Dema em li daneyên xwe yên îsal jî dinêrin, dîsa bi heman awayî berdewam dike. Îsal jî serlêdanên herî zêde  piştgiriya aborî bûn. Mixabin li bajarê me xizanî û bêpariyeke jinan a ku kûrtir dibe heye. Dema wisa be, bi awayekî xwezayî herî zêde li ser vê mijarê serlêdan çêdibin.”

DERÎ BI DERÎ DIGERIN Û BI JINAN RE HEVDÎTINAN DIKIN

Ebru Eker diyar kir ku wan di şêwazê xebata navendê de guherîn pêk aniye, di dema borî de hevdîtinên komî yên mal û gundan pêk dianîn, lê ji sala 2026’an pê ve giranî dane hevdîtinên yek bi yek. Ebru Eker anîna ziman ku vegotina tundiyê ji bo jinan pêvajoyeke dijwar e û destnîşan kir ku hevdîtinên yek bi yek têkiliya baweriyê ya di navbera wan û jinan de xurt dikin.

Ebru Eker guherîna şêwazê xebatên xwe wiha vegot:

“Êdî şêwazekî me yê xebatê heye ku bêhtir derî bi derî dixebitin, bi jinan re yek bi yek sohbet dikin tundiyê, mekanîzmayên serlêdanê û DÎKASUM’ê didin nasîn. Sedema vê jî ew e ku axaftina li ser tundiyê gelekî zor e. Ji bo jinekê di nava xwe devehotina vê yekê, jiyîna wan pêvajoyên hundirîn û vegotina wan qonaxeke gelekî zor e. Me ferq kir ku di hevdîtinên komî de jin dema xwe îfade dikin hinekî paşde dimînin.

Xebata derî bi derî û bi her jinekê re cuda cuda axaftin, girêdana baweriyê ya di navbera me û jinan de xurt dike. Me ferq kir ku jin dema serî li me didin an jî dema em li deriyê wan dixin îfadeyên zelaltir bi kar tînin û dikarin xwe rehettir îfade bikin. Ji ber vê yekê em li ser xebata takekesî dimeşin.”

‘EM DIXWAZIN KOMÎNÊN HILBERÎNÊ AVA BIKIN’

Ebru Eker diyar kir ku DÎKASUM têkiliya xwe ya bi jinan re di qadên cuda de didomîne û got ku bi rêya navendên jiyana jinan, DÎKASUM û xebatên qadê mekanîzmayên piştgiriyê didin nasîn.

Ebru Eker ragihand ku xebatên avakirina atolyeyên hilberînê û komînên hilberînê jî berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Li gel xebatên derî bi derî, em bi kursiyerên ku tên navendên me yên jiyana jinan û bi jinên ku serî li DÎKASUM’ê didin re têkiliyan datînin. Em mekanîzmayên xwe yên piştgiriya aborî, psîkolojîk û hiqûqî ji jinan re vedibêjin. Em hewl didin atolyeyên xwe yên hilberînê û komînên xwe yên hilberînê ava bikin. Li navendên me yên jiyanê ev xebat hene. Ji ber ku em bi gelek mekanîzmayên serlêdanê xwe digihînin jinan, em gelek caran dest didin jiyana wan.”

‘JI BO PÊŞÎGIRTINA TUNDIYÊ DIVÊ GAVÊN QANÛNÎ BÊN AVÊTIN’

Ebru Eker beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan tabloya tundiyê ya li bajêr jî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tundî hê jî heye. Ji bo ku em bikaribin rawestînin divê gavên qanûnî yên pêwîst jî bên avêtin. Divê verastkirinên destûra bingehîn, cezakirin, yanî cezayên heyî hinekî din bên zêdekirin da ku polîtîkayeke pêşîgir bê dabînkirin. Piştî ku jin hat qetilkirin heke kiryar çend salan di girtîgehê de bimîne û derkeve, mixabin ev nabe faktoreke pêşîgirtinê. Di vî alî de bi taybetî divê gavên destûrî bên avêtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin
Nûçeya Pişt re ‘Têgihiştina tekparêz û nîjadperest ên li dibîstanan li pêşiya çanda aştiyê asteng e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Metînayê 15 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên ku vê siharê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Metînayê pêk anîn de, 15 leşkerên…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi fuzeyê li baregeha Bamernê hate xistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker,…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Parlamenterên Îngilîstan-YE’yê li Kurdistanê ye

Şandeya Parlamenterên Îngilîstan-YE’yê li Kurdistanê dest bi rêze hevdîtinên dîplomasiyê kir. Şande piştî hevdîtinên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Edeneyê 9 jinên ku ji bo meşa 25’ê Mijdarê bang kirin, hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?