În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parêzer Mahsuni Karaman: Divê Mazlum Içli beraat bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Tosun: Zimanê tund ê dewletê berê civakê dide tundiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo Komîsyona Şopandinê ya Meclîsê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne
Jin

Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

Dayika Dîlan a ku ji aliyê mêrê pê re zewicî bû ve hate qetilkirin Şadiye Dalkiran xwest, tundiya li dijî jinê û kuştina jinê bi dawî bibe û got, "Divê ti jin li cihê lê tundiyê dibîne nesekine, malbat jî divê bêdeng nemîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dîlan Aslan par meha Adarê ji aliyê Abdulvahap Aslan ve bi çekê hate kuştin, ku jê cihê dibû. Kiryar piştî bûyerê hewl da ku kuştinê weke xwekuştinê nîşan bide û ji bo delîlan tine bike nêzî du saetan bi wesayitê li nava bajêr geriya.

Dîlan (Tuga Atilgan) ku li Stenbolê di dema zewacê de timî li tundiyê rast hat, gelek caran gefa kuştinê lê hate xwarin. Dîlan piştî ku dît êdî tundî li zarokên wê jî tê kirin, biryar da ku cihê bibe û ji Stenbolê hat Amedê ku malbata wê lê dimîne.

Dîlan demekê bi malbata xwe re ma û li gel gefên Abdulvahap Aslan jî hewl da jiyana xwe jinûve ava bike. Lê belê li ser daxwaza lihevkirinê ya kiryar û israra malbatan qebûl kir ku bê gel hev.

Şeva 31’ê Adarê Abdulvahap Aslan û Dîlan li navenda navçeya Xana Axparê ya Amedê gihîştin hev û derbasî mala li navçeya Baglarê bûn ku lê dima. Aslan li vê derê destpêkê tundî li Dîlan kir û piştre jî bi çekê qetil kir.

Kiryar piştî kuştinê ji bo tinekirina delîlan ji malê derket. Abdulvahap Aslan li xizmê xwe geriya û jê re got, ‘Hevjîna min berda serê xwe’ û hewl da kuştinê weke xwekuştinê nîşan bide. Piştre jî bi wesayita xwe li nava bajêr geriya û nêzî du saetan winda bû.

Abdulvahap Aslan piştî du saetan çû qereqolê û teslîm bû. Heman rojê hate girtin û ew şandin girtîgehê.

CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ YÊ HETA BI HETAYÊ YÊ GIRANKIRÎ LI KIRYAR HATE BIRÎN

Kiryar Abdulvahap Aslan di dema darizandinê de îdîa kir ku bûyer xwekuştin e. Lê belê rapora Tipa Edlî û îdîanameyê îdîaya kiryar piştrast nekir. Parêzerê dosyayê di daxuyaniya xwe ya beriya bûyerê de ragihandibû ku Dîlan Aslan dema hat Amedê şopên tundiyê li ser wê bedena wê hebûn.

‘BI SALAN TUNDÎ LÊ DIHATE KIRIN Û GEF LÊ DIHATE XWARIN’

 

Dayik Şadiye Dalkiran ku piştî kuştinê bi rêk û pêk serdana gora keça xwe dike, qebûl nekir ku paşnavê kiryar li ser kêlê gora keça wê bê nivîsandin. Dayikê paşnavê keça xwe ya li nava malê, paşnavê xwe Tuba da nivîsandin û gora keça xwe bi kulîlkan xemiland. Şadiye Dalkiran li ser gora keça xwe dua kir, li gel keça xwe jinên hatin qetilkirin bi bîr anî û qala bûyerên bi serê keça wê ve hatin kir ku di dema zewacê de tundî lê dihate kirin, gefên kuştinê lê dihate xwarin û li gel vê yekê keça wê hewl da ji xwe re jiyanekê ava bike.

Şadiye Dalkiran diyar kir ku keça wê zewicî bû, ji vê zewacê çar zarokên wê hene û anî ziman ku li gel vê yekê jî bi salan tundî û zilm li keça wê hate kirin. Şadiye Kaldiran got, “Keça min piştî ku zewicî rojekê jî rûyê wê nekeniya. Gelekî êş kişand, êşkence dît. Ji bo em pê neêşin ji me re nedigot, timî vedişart.

Ji destê wî zilamî gelekî zilm dît, heqaret dît. Timî tundî lê diahte kirin, gefê kuştinê lê dihate xwarin. Piştî ku em bi rewşa wê hesiyan me jê re digot, ‘Were vê derê’, lê belê ji bo zarokên xwe dixwest li wir bimîne. Ez zanim ku çend caran kêm mabû bimire. Wî zilamî bersiv nedida pêwîstiyên keça min û zarokên wê. Keça min bi derfetên xwe zarokên xwe mezin dikir. Dema ku tiştek dixwest an jî diaxivî, tundî lê dihate kirin.”

‘HETA KÊLIYA DAWÎ LI BER XWE DA’

Şadiye Dalkiran anî ziman ku kiryar li gel malbatê rûyê xwe yê rast veşart, lê belê dema ku gef gihîşt asta mirinê keça wê dest bi vegotina bûyeran kir û diyar kir ku tundî êdî li zarokên wê jî dibû. Şadiye Dalkiran got, “Dema ku zarokên wê qebûl nedikirin ku tundî li dayika wan bê kirin, li wan jî dixist. Herî dawî keça min îdare nekir, guhar û kolyeya xwe firot û ji xwe re û zarokên xwe re bilêt kirî. Ji zilma wî zilamî reviya û hat vê derê. Tuba dixwest jiyaneke nû ava bike û bi zarokên xwe aram be. Digot, li hemberî her zehmetiyê wê li ber xwwe bide. Hat vê derê, lê ji wî zilamî xilas nebû.”

‘DIVÊ JIN LI CIHÊ KU TUNDÎ LI WAN TÊ KIRIN NEMÎNE’

Piştî kuştina keça wê Şadiye Dalkiran bang kir ku dayikên din heman êşê nebînin û ji jinan xwest ku li cihê tundî lê bê kirin nemînin û bêdeng nemînin. Şadiye Dalkiran got, “Ez weke dayikek ku kezeba wê şewitiye vê dibêjim: Bila kezeba dayikeke din neşewite, dayikeke din negirî, zaroka ti dayikê neyê kuştin. Bila kuştina jinan êdî bisekine. Em giriyan, keça min hate kuştin. Bila êdî ti jin neyê kuştin. Cezayê ji wî zilamî re hate dayin bila ji her kesî re bê dayin. Eger ev ceza ji her kesî re bê dayin wê jin neyên kuştin. Mêr çi bikin ji wan re dimîne. Bila cîgera dayikekê êdî neşewite. Mêrê ku tundiyê li jinê dike, jinê dikuje divê ji girtîgehê dernekeve.”

Şadiye Dalkiran ev bang li jinan kir, “Ji jinan, ji dayikan re dibêjim: Li cihê ku tundî û zilm li wan tê kirin divê lê nemînin, vê qebûl nekin. Bila li jiyana xwe binherin, ji bo kesî bila li wir nemîne. Em êdî naxwazin komkujiya jinan bibihîzin. Bila jin li dijî tundiyê têbikoşin, li her qadê dengê xwe bilind bikin. Bila ev tundî û komkujî bi dawî bibe. Divê em li ber xwe bidin, bêdeng nemînin. Ne heqaretê ne jî tundiyê qebûl bikin. Tiştên bi serê keça min hat bila kes ji bîr neke. Ne tenê jin, divê malbat, kek, xwişk, bira û dayikên wan jî vê tundiyê qebûl nekin. Bila kes bêdeng nemîne.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzer Mahsuni Karaman: Divê Mazlum Içli beraat bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rapora Girtiyan a Rihayê: Berdana 17 girtiyan hat astengkirin, 34 girtî hatin sirgûnkirin

OHD, şaxên ÎHD'ê yên Rihayê û Baroya Rihayê "Rapora Girtiyan" parve kirin û ragihandin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê li Dêrazorê şaneya DAÎŞ’ê têk bir, serçete girt

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li bajarokê Dernicê yê Dêrazorê şaneyeke DAÎŞ'ê têk…

Ji aliyê Stêrk TV

Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz li dijî projeya enerjiya jeotermal a ku 16…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Parêzer Mahsuni Karaman: Divê Mazlum Içli beraat bike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?