Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê ji bo Komîsyona Şopandinê ya Meclîsê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogullari li Edeneyê bi keyayan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan: Pêwîstiya Kurdan bi statuyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên Selmasê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Kamaç: Ev budçeya şer e ne ya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê li dijî êrîşên zayendî banga ‘têkoşîna birêxistinkirî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin
Jin

Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan, li bajarên Girkê Legê, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Til Temir û Qamişloyê çalakî û meş têne lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ku ji hêla Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava ve li bajarên herêma Cizîrê tên birêxistinkirin, didomin.

GIRKÊ LEGÊ

Kongra Star a bajarê Girkê Legê bi beşdariya endamên saziyan û şêniyan meşek li dar xist.

Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke yên bajêr geriya. Li sûka bajêr piştî deqeyeke rêzgirtinê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Cizîrê Eyhan Murad axivî û da zanîn ku tundiya li dijî jinan îrade, kesayet û mafê wê hedef digire, rejîmên desthildar hewl didin jinan bê maf û îrade bihêlin û rê li ber pêkanîna rola wan bigirin.

Eyhanê diyar kir ku mafê jinan ji bo avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û adilane esas e, azadiya civak û welat bêyî azadiya jinan pêk nayê.

Meş bi berzkirina sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Kongra Star a bajarê Tirbespiyê meşek li dar xist, meşê ji pêşiya Avahiya Perwerdeyê dest pê kir û li Qada Azadî bi dawî bû.

Meşvanan wêneyên şehîdên Komkujiya Parîsê rakirin û sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Di mîtînga piştî meşê de endama Kongra Star Munteha Mehmûd axivî û da zanîn ku tundiya li dijî jinan bi her awayî berdewam dike.

Muntehayê destnîşan kir ku divê li hemberî tundiya li ser jinan hemû jin derkevin û bê deng nemînin û got: “Divê hemû jin daxwaza mafê xwe yê destûrî bikin.”

Di dawiyê de endama Kongra Star Munteha Mehmûd got: “Divê di avakirina Sûriyeyê de, jin cihê xwe bigirin, jin dikarin di her alî pêşengiyê bikin û ev yek di Şoreşa Rojava de hat xuyakirin.”

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo Meclisa Jinan a PYD`ê bi beşdariya endamên PYD`ê û bi armanca pêşxistina hişmendiya mafên jinan û redkirina hemû cureyên tundiyê, semînerek organîze kir.

Di semînerê de endama Kongra Star Zêrîn Derbas behsa rewşa jinan û tundiya li dijî wê ji dîrokê heta roja îro kir, bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina maf û tesbîtkirina rola wê ya di navendên biryardarî û rêveberiyê de.

Zêrîn Derbas destnîşan kir pêşxistina jinan di xebatê de û pêkanîna serxwebûna wê ya madî û xwebûnî girîng e, divê wekheviya di navbera her du zayenda de di milê hiqûqî, derfetdayîn û berpirsyartiyê de pêk were.

Di dawiya semînerê de Zêrîn Derbas da zanîn ku têkoşîna li hember tundî û cudakariyê, misogerkirina azadiya jinan û beşdariya wan a aktîf, temsîla bingeha esasî ya avakirina civakeke adilane û wekhev dike.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê Kongra Star ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meş organîze kir.

Meşê ji Çerxerêya Jinê dest pê kir û heyanî Çerxerêya Şaredariyê dewam kir. Di meşê de pankartên “Ji bo bidawîanîna tundiya li dijî jinan bibin yek, Jin, Jiyan, Azadî” berz kiribûn. Her wiha dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê şaredarê bajêr Silêman Xelîl axivî û got: “Jinan pêşengî ji Şoreşa Rojava re kir û rolê wan xurt bû. Heyanî jin azad nebe civak azad nabe. Hişmendiya mêr ne tenê desthilatdariyê li ser jinan dike, her wiha koledar desthilatiyê li mêran jî dike. Divê her kes ji vê zîhniyetê rizgar bibe û jin û mêr wekhev bijîn.”

TIL TEMIR

Kongra Star îro li bajarê Til Temirê bi beşdariya şêniyên bajarokê Zirganê, bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşeke girseyî li dar xist. 

Meşê ji pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest pê kir û di kolanên sereke yên bajêr re derbas bû û li ser Rêya M4`ê veguherî mîtîngeke girseyî.

Di mîtîngê de, rêvebera Kongra Star a Til Temirê Ronaz Yûnis diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê bi çalakiyek salane ve sînordar e, lê têkoşîneke berdewam e.

Ronazê behsa ezmûna jinên li Rojava kir û diyar kir û got: “Şoreşa ku di sala 2012’an de dest pê kir, rê da jinan ku beşdarî biryardanê bibin, saziyan bi rê ve bibin û di warên siyasî, civakî, aborî, parastin û dadwerî de bixebitin.”

Ronazê her wiha behsa rola Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di şerê li dijî  DAIŞ`ê û parastina civakê de kir û banga xurtkirina rêxistinên jinan, hevgirtin û çalakiyên hevbeş ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û parastina destkeftiyên jinan kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê
Nûçeya Pişt re Xwendekarên li Qamişlo û Dêrikê ji bo Kurdî û Zanîngeha Rojava meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Deriyê mejiyekî nû vedibe

Hejmara Hezîrana 2025'an a Newaya Jin bi sernavê 'Deriyê mejiyekî nû vedibe' hate weşandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Hêza Cîhanê ya Hegemonîk a Super

Emperyalîzma hêza super pêkhatineke aborî ye ku tê de hêzek kapîtalîst hegemonyayê bi dest dixe…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Nasnameya 2 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê hate eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamên wan Leyla Qasim û Gerîla Amara di berxwedana Şêxmeqsûd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xwendekarên li Qamişlo û Dêrikê ji bo Kurdî û Zanîngeha Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?