Girtî Omer Yildirim di sala 1994’an de li Stenbolê tê binçavkirin û girtin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM), cezaya muebetê li Omer Yildirim dibire. Diviyabû ew di sala 2025an de hatibûya berdan lê berdana wî salekî hatibû taloqkirin. Omer Yilirim piştî 32 salan ji Girtîgeha Jimara 2yan a Kocaeliyê hate berdan. Omer Yildirim ji aliyê rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û malbata xwe ve li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin. Dema ku Omer Yildirim ji girtîgehê derket girseyê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.
Omer Yildirim li pêşiya girtîgehê axivî. Omer Yildirim diyar kir ku di girtîgehê de gelek girtiyên nexweş hene û wiha got: “Divê ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin. Ez hatim berdan lê di girtîgehê de gelek hevalên me di bin rewşên zehmet de ne. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Ji bona wê divê gavên pêwîst werin avêtin. Azadiya me bi hev ve girêdayî ye. Divê ji bo pêkanîna aştiyê gav bên avêtin. Em bi hev re bin em ê vê pêvajoyê jî derbas bikin. Têkoşînekî 50 salî heye û çavê her kesî li ser azadiyê gelê Kurd e. Wekî her kesî hewcehiya gelê Kurd jî bi statuyê heye.”
Piştî axaftinê Omer Yildirim li gel malbata xwe derbasî navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê bû.

