Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Pete Hegseth roja Çarşemê serdaneke surpriz li Caracasê kir û bi rêveberiya Venezuelayê re peymana hevkariya leşkerî îmze kir. Wezareta Parastinê ya DYE’yê beriya serdanê daxuyaniyeke fermî neda.
Hegseth ji televîzyona dewletê re axivî û îdîa kir ku armanca esasî ya peymanê parastina gelê Venezuelayê ji aktorên biyanî, ‘terorîstên narko’ û gefên rêxistinên sûc e.
Serokdewleta demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguez jî anî ziman ku peymana hatiye mohrkirin ji bo bernameyên perwerdeya artêşê, kapasîte û teknolojiyên nû ye.
Serdana Hegseth piştî girtina Serokdewletê berê yê Venezuelayê Nicolas Maduro serdana destpêkê ya payebilindê DYE’yê ye, ku Maduro 3’ê Çileyê ji aliyê DYE’yê ve bi operasyonekê ve hatibû girtin.

