Hêzên rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî gelek deverên herêma Pênciwênê kir û têkildarî mijarê Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya PJAK’ê wiha hate gotin; “Di 17’ê Mijdara 2026’an de, di saet 19:30’an de hêzên rejîma îslamî ya Îranê bi dronên xwekuj êrişî gelek deverên herêma Pênciwênê kirin. Ji ber êrişên rejîmê tu ziyanên canî yên hêzên me çênebûye.”

