Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan îro (çarşem) li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê komxebatek organîze kir. 300 endamên tevger û rêxistinên jinan, rewşenbîr û siyasetmedarên jin tevlî komxebatê bûn.
Di komxebatê de tundiya siyasî, hiqûqî û rola jinan a di entegrasyonê de hate nirxandin. Di dawiya komxebatê de berdevka Kongra Star Gulistan Gulo encamname xwend.
Encamname wiha ye:
“1- Misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de, wekhevî di navbera jin û mêran de hebe. Li ser bingehê zayendî, neteweyî û olî cudahî neyê kirin û mafên wan di destûrê de bên misogerkirin.
2- Tevlîbûna jinan a saziyên zagonsaz, rêveber, îdarî û dadwerî bê misogerkirin, di hemû astan de nûnertiya xwe bike û bibe xwediyê biryarê.
3- Perwerdeya bi zimanê dayikê di destûrê de bê misogerkirin.
4- Têkoşîn li dijî tundiya siyasî û sazûmanî ya li ser jinan bê kirin. Her wiha li hemberî siyaseta paşguhkirine bibe xwedî helwest. Garantî bê dayîn ku jinan xwe bi rêxistin bike, nêrîna xwe bînin ziman û tevlî siyasetê bibe.
5- Bi rêya qanûn û mekanîzmayan jinan ji tundiyê biparêzin. Dawî li tundiya malbatî, civakî, aborî û zayendî bê û kesên tundiyê li jinan dikin bêne cezakirin. Garantî bê dayîn ku jin bigihêjin edaletê û bê cûdahiyê têxin di navbera wan hemû jin bêne parastin.
6- Xurtkirina rola tevger û rêxistinên jinan û tevlî pêvajoya aştî û edaleta veguhêz bibin.
7- Mekanîzmayên xweser bêne avakirin da ku kiryarên li dijî jinan qanûnî bişopînin. Kesên ku zirarê didin deskeftiyên jinan û mafên wan, bêne cezakirin.”

