Endamên Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan (ÎHÎK) a Meclisê yên DEM Partiyê parlamenterê Amedê Serhat Eren, parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez û parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsû ku li girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin û bi nexweşiya penceşêrê ketiye û rewşa wê giran e, serî li ÎHÎK’ê dan.
Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku rewşa Evîn Zapsû xeternek e û ew nikare bi pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bike. Her wiha hate diyarkirin ku li gel rewşa Evîn Zapsû giran e jî li ser pêyan tedawî hatiye kirin û bêyî tedawiyeke bi rêk û pêk bê kirin ew dîsa sewqî girtîgehê hatiye kirin. Parlamenteran di serlêdana xwe de ji ÎHÎK’ê xwestin rewşa Evîn Zapsû bê lêkolînkirin.
Di serlêdanê de hate xwestin ku derbarê van xalan de lêkolîn bê kirin:
* Divê rewşa xeternek a Evîn Zapsû li ber çavan were girtin û ev serlêdan were lêkolînkirin.
* Divê ji ber şert û mercên xeternek a Evîn Zapsû înfaza wê bê taloqkirin û bê berdan.
* Divê bê lêkolînkirin; li gel gumanên pênceşêrê jî Tebaxa 2026’an çima pêvajoya teşhîsê hate dirêjkirin. Her wiha divê bê lêkolînkirin ku di 3’ê Mijdara 2026’an de piştî rewşa wê giran bûye û rakirine serwîsa lênihêrîna awarte bêyî ku tadawiya wê temam bibe jî şandine girtîgehê. Divê ev yek ji Wezaretê Dadê û Midûrê Girtîgeha Kayseriyê bê pirsîn û derbarê kesên berpirs de tu lêpirsîn hatiye kirin an na. Eger nehatibe kirin divê bê lêkolînkirin.

