Di vê demê de ku nîqaş li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê kirin, rola hişê civakî û nirxên baweriya Elewiyan a li çareseriya demokratîk, wekheviya gelan û çanda aştiyê jinûve dikeve rojevê.
Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete mijar ji ANF’ê re nirxand.
‘EV PÊVAJO DIVÊ WEKE FIRSEND Û DERFETEKE DÎROKÎ BÊ NIRXANDIN’
Zeynel Kete anî ziman ku astengiyên li pêşiya jiyana bi hev re ya gel, bawerî û nasnameyên cuda bi rengê welatiyên wekhev ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ye û got, “Meseleya Kurd, daxwazên Elewiyan ên li ser welatîbûna wekhev û azadiya baweriyê, perwerdeya bi zimanê dayikê, demokrasiya xwecihî, azadiya jinê û pirsgirêkên edaleta civakî ji hev cuda nikarin bêne nirxandin. Her yek ji van xwedî taybetmendiyên siyasî û dîrokî yên cuda jî bin pirseke hevpar tînin rojevê: Civak çawa dikare bi cihêrengiyên xwe dûrî têkiliyên zext û înkarê bi hev re bijî?
Ji ber vê yekê divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê weke hevdîtinek navbera aktorên siyasî yan jî sererastkirinek tenê ji bo bidawîkirina şer neyê dîtin. Ev pêvajo divê weke derfeteke dîrokî bê dîtin ku pêşî li wê yekê veke ku pirsgirêkên civakî bi rêya siyaseta demokratîk bêne çareserkirin, mafên wekhev ên nasnameyên cuda bêne naskirin û civak li ser paşeroja xwe xwedî mafê gotinê be. Lê belê pêrkhatina vê derfetê bi zelaliya pêvajoyê, tevllîbûna civakî, baweriya herdu aliyan û gavên demokratîk ên şênber ve girêdayî ye.”
Zeynel Kete destnîşan kir ku civaka Elewî divê nebe civakeke welê ku ji derve ve li vê pêvajoyê temaşe dike, yan jî tenê daxwazên têkildarî wan tê rojevê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bîra dîrokî, tecrûbeya rêxistinbûnê û feraseta jiyanê ya li dora dilxwaziyê ya Elewiyan dikare tevkariyên girîng li civakîbûna aştiyê bike. Ji bo vê jî girîng e saziyên Elewiyan beriya her tiştî aştiyê weke parçeyek ji berpirsyariyên xwe yên hebûnê bibînin.
Berpirsyariya destpêkê ya Elewiyan ew e ku aştiyê bikin zimanekî demokratîk ê xurt û hevgirtî. Ev ziman divê ne gotina fermî ya dewletê bêyî lêpirsînê bipejirîne, ne jî pirsgirêkên civakî tenê li ser daxwazên hinekan binirxîne. Saziyên Elewiyan divê îradeyeke serbixwe dînin holê ku wekheviya gelan, azadiya baweriyan, siyaseta demokratîk û edaleta civakî ji xwe re dikin esas.
Alîbûna aştiyê nayê wateya pejirandina hemû nêrînên aktorekî siyasî; tê wateya xwestin û parastina bidawîbûna şer, vekirina rêyên çareseriya demokratîk û azadiya civakê bi temamî.
Berpirsyariya duyemîn jî parastina çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd ji perspektîfa welatîbûna wekhev e. Naskirina mafê siyaseta demokratîk, çand, ziman, nasnameya gelê Kurd; afirandina mekanîzmayên çareseriya demokratîk li şûna polîtîkayên ewlekarîperest û înkarê ji mercên bingehîn ên aştiya mayinde ye. Têkoşîna ku civaka Elewî ji bo mafên xwe yên çandî û baweriyê dimeşîne, divê her wiha piştevaniya bi daxwazên maf ên gelekî din be. Ji ber ku azadiya civakekê nabe ku li ser tengkirina qada azadiyê ya civakeke din ava bibe.
Berpirsyariya sêyemîn jî ew e ku civaka Elewî rêveçûna demokratîk û pirralî ya li nava xwe xurt bike. Aştî ne tenê veguherîna têkiliyên navbera civakê û dewletê ye; di heman demê de demokratîkbûna têkiliyên navxweyî yên civakê bi xwe ye. Mafê gotina wekhev a Elewiyan, kedkar, ciwan û jinan, birêxistinkirina saziyan bi rengê şefaf, tevlîkar û hesabdayinê gelekî girîng e. Rêxistinbûneke ku nikaribe xwe li fikrekî cuda rabigire nikare jiyaneke pirreng a ji bo tevahiya civakê biparêze.
Berpirsyariya çaremîn jî ew e ku bîra dîrokî veguherîne hêmaneke damezrîner a aştiyê. Bi nixumandina komkujî, polîtîkayên înkarê û cihêkariya bawerî û koçberiya ji neçarî paşerojeke hevpar nikare bê avakirin. Her wiha zindîhiştina bîra dîrokî jî divê neyê wê wateyê uk dijminatiyên nû biafirîne. Pêwîste çandeke rûbirûbûnê bê afirandin ku êşa her kesî lê tê naskirin, gotina mexdûran tê bihîstin, heqîqet tê lêkolîn û edalet tê avakirin. Saziyên Elewiyan ji bo bîra wan bê parastin û êşa beşên cuda yên civakî bê dîtin di vê mijarê de dikarin bi berpirsyariyê rabin.
Berpirsyariya pêncemîn jî ew e ku ji bo aştî tenê di gotinê de nemîne torên piştevaniya civakî bêne mezinkirin. Di asta xwecihî de civînên gel, diyaloga navbera baweriyan, piştevaniya jinê, karên ciwanan, çalakiyên çandê yên hevpar û nîqaşên li ser civaka demokratîk dikarin bêne kirin.
Cemxane dikarin veguherin wan deveran ku nasnameyên cuda hevdu nas dikin û pirsgirêkên jiyana hevpar bi hev re tê nirxandin. Têkiliyên bi şaredarî, sendîka, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikare aştiyê bixe nava jiyana rojane.”
Zeynel Kete got, ji bo civakîbûna aştiyê girîng e saziyên Elewî cihêrengiya nava xwe li dora daxwazên demokratîk ên hevpar bigihînin hev, binirxînıin û got, “Mirov nikare ji hemû saziyên Elewiyan heman fikrî hêvî bike. Lê belê di mijarên bingehîn ên weke welatîbûna wekhev, azadiya baaweriyê, siyaseta demokratîk, azadiya jinê û aştiya gelan de hevparebûn dikare bibe. Ev hevparebûn divê ne yekîtiyeke welê be ku cihêrengiyan ditepisîne, divê zemîneke piştevaniyê be ku cihêrengiyan diparêze û bi berpirsyariyeke hevpar radibe.
Danheviya dîrokî ya fikrê Elewîtiyê vê yekê tîne bîra me: Pirsgirêkên civakî tenê bi biryarên li jorê hatine dayin çareser nabin; divê mirov li ser jiyana xwe xwedî mafê gotin û biryardanê be, mafên hev nas bikin û bi berpirsyariyeke hevpar rabin. Civaka demokratîk sazîbûna vê îradeyê ye. Aştî Jî gihîştina îradeya civakî li azadî, edalet û wekheviyê ye.”
Hevserokê DAD’ê destnîşa kir ku aştî ne tenê dijberiya li şer e, di heman demê de jiyana demokratîk bi xwe ye û got, “Ev heqîqet tenê bi civaka azad dikare zindî bibe.”
‘DIVÊ ELEWÎ BIBIN KIRDEYA CIVAKÎ YA AŞTIYÊ’
Di dawiya axaftina xwe de Zeynel Kete got, “Berpirsyariya Elewiyan ne tenê parastina aştiyê ye, berpirsyariya wan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê. Ji ber ku aştî ne diyariyek e ku hinek bide me, ew jiyaneke hevpar e ku em ê bi hev re ava bikin. Nirxên dilxwazî, wekhevî, parvekirin û piştevaniyê yên Elewîtiyê dikarin bibin zemîna exlaqî ya vê jiyana hevpar. Di rêya me de ti can di ser canê din re nîne. Em çiqasî karibin vê rêgezê di nava jiyana civakî û siyasî de pêk bînin, em ê karibin ewqasî jî tevkariyê li avakirina aştiya mayinde û civaka demokratîk bikin.
Aştî erkanê herî mezin ê cemê ye. Cewhera vê erkanê jî dilxwazî ye, rêya wê heqîqet e, pîvana wê wekhevî ye, armanca wê jî dewamiya jiyaneke bi rûmet û azad a hemû canan e. Dawiya dawî berpirsyariya Elewiyan ne tenê parastina aştiyê ye, berpirsyariya wan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê.
Dem bê xwedî nîne, war bê dilxwazî nîne, mezlûm bê çare nîne.”

