Dilxwazê Koalîsyona Edaleta Avhewayê Mehmet Horuş ku di dozên ekolojiyê yên têkildarî projeyên Kanal Istanbul û Santrala Nukleerê ya Sinopê de parêzeriyê dike, li Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan (HIZ) a li Antalyayê ji ajansa me re axivî.
Di çarçoveya têkoşîna li dijî madenkariya zêr a bi siyanurê de ya ku salên 1990’î destpê kir Mehmet Horuş işaret bi girîngiya têkoşîna gundiyên Bergamayê kir û got, “Têkoşîna Bergamayê yek ji xalên werçerxê yên tevgera ekolojiyê ya Tirkiyeyê bû. Ew qonax bû ku têkoşîna ekolojiyê li nava gel belav bû. Piştî gundiyên Bergamayê bi têkoşîna HES’ê ya li Derya Reş re berxwedana xwecihî li çar aliyên welêt belav bû. Mirov dikare bibêje ku gundiyên Bergamayê pêşî li têkoşîna ekolojiyê ya girseyîbûnê vekirin.”
Horuş bal kişand ser civîna bilind a HIZ’ê û got, “Civîna bilind a niha jî rewşa navneteweyî ya meseleyên xwecihî nîşan dide ku em di ser Bergamayê nîqaş dikin. Çawa ku em hiqûqa li Bergamayê nîqaş dikin, bicihneanîna mewzûata Neteweyên Yekbûyî ya li ser cihêrengiya biyolojîk, guherîna avhewayê û çolbûyînê işaretê bi heman pirsgirêkeke di asta navneteweyî de dike. Neteweyên Yekbûyî bi rastî jî ji asta xwe ya belavkirina edaletê dûr ket.
Li dijî bêhiqûqiya global em têkoşîna edaleta avhewayê dimeşînin. Em hewl didin ku gel normên xwe, têkoşîna xwe, exlaqê xwe, pîvanên xwe yên polîtîk û hiqûqî biafirîne. Navê xwe kapîtalîzm, civaka pîşesaziyê, modernîteya kapîtalîst an jî sermaye jî be; sîstema kapîtalîst a navneteweyî di nava krîzekê de ye. Li gel vê yekê krîza hiqûqê ya navneteweyî jî heye. Neteweyên Yekbûyî veguheriye fîgurekî vê krîzê.”
COP31 yek ji civînên salane yên nirxandina peymanên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî ye. Lê belê Neteweyên Yekbûyî ev civîn derxist derveyî çarçoveya hiqûqê û weke karekî têkiliya bi gel re nirxand. Veguher wê amûrê ku rewabûna xwe ya hiqûqî ya winda kir jinûve bi dest bixe. Gelo civîneke bilind a hiqûqê ya ji 100 hezar kesî dibe? Ev civînên bilind weke fûarên wesayit, înşaet û makîneyan têne lidarxistin. Vediguherin karekî bazarê ku şîrket û komên sermayeyê lê ne. Bi vê rêyê nikarin careke din xwe rewa bikin.
Tevlîbûneke xurt li mîtîngên Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan bû. Sedema vê tevlîbûnê jî pûçbûna naveroka civîna bilind a COP31 e. Peyameke ku ji bo paşeroja me bibe cihê baweriyê jê dernakeve. Ji ber vê yekê mirov tevlî Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan û meşa global bûn.”
Di dewama axaftina xwe de Horuş qala encamên COP31 kir ku tê de dibêje, wê biryarên hatine wergirtin bêne bicihanîn û got, “Par meha Kanûnê têkildarî COP31’ê biryarnameya Serokkomariyê hate weşandin. Piştî wê bi 2 hefteyan bi lez biryara cemawerîkirina Akbelenê hate dayin. Ji bo santrala termîkê pêşî li desteserkirina bi rêbaza cemawerîkirinê hate vekirin ku tenê di dema şer de ev dikare bê kirin. Destpêka COP’ê bi vî rengî bû. Derketina ji qada komirê li aliyekî, hîn bêhtir berê xwe didin komirê. Akbelen di heman demê de herêmeke ku daristan, qadên çandiniyê û çavkaniyên avê lê ne.
Min ji bo destpêkê mînaka Akbelenê da, em niha jî li dawiyê binihêrin. Di nava vê gengeşiyê de kes li ser nesekinî. Murat Kurum di COP31’ê de got, wê Gola Meke ya li Konyayê jinûve geş û mezin bikin. Piştî bi du rojan biryarnameyeke din a Serokkomariyê li Rojnameya Fermî hate weşandin û statuya parastinê ya Gola Egirdirê hate betalkirin. Gola Egigrdir a li Antalyayê li Tirkiyeyê duyemîn gola herî mezin a Tirkiyeyê ya ji ava şîrîn e û çaremîn gola herî mezin e. Biryarên têne dayin û yên têne bicihanîn li dijî hev xuya dikin.”

