Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê di rojên pêş de biçin Girava Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin.
Heyetê herî dawî 13’ê Îlonê serdana Îmraliyê kiribû. Têkildarî serdana nû ku wê piştî 62 rojî pêk were, dem û detayên wê nehate eşkerekirin.

