Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), bi daxuyaniyekê derbarê êrişên hêzên Îranê yên li ser herêmên Serdeştê agahiyan belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di berdewamiya êrişên topbaran û droneyan ên Komara Îslamî de, 18’ê Mijdara 2026’an herêmên ser bi navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî herêma Mîrawa, ji saet 11:00 heta 12:00’ê nîvro, bi saetekê bûn hedefa êrişan.
YRK’ê ragihand ku di êrişan de ziyan gihiştiye xweza û erdnîgariya herêmê û jiyana rojane ya niştecihan asteng kiriye û xistiye rewşeke zehmet.
YRK’ê bal kişand ser wê yekê jî ku berdewamiya van êrişan, li gel afirandina rewşeke bê ewle û fikaran di nav xelkê de, bandorê li ser rewşa jiyan û çalakiyên rojane yên welatiyên herêmê jî dike.
Di dawiya daxuyaniyê de YRK’ê destnîşan kir ku di encama van êrişan de ti ziyan negihştiye hêzên wan.

