Pêncşem, 20 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Kanîreşê civîna gel: Rêbertî çav û guhê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya karkerên madenê di roja 11’emîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    20 kes li ser rêya koçberiya ber bi Ewropayê winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karker ev 10 roj in di greva birçîbûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê kesek hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komên alîgir: ‘Têkoşîna li dijî hişbirê bi rêxistinkirinê pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15’ê Tebaxê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘15’ê Tebaxê vejîna neteweyekê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hikumeta Tirk divê gavê biavêje
Kurdistan

Hikumeta Tirk divê gavê biavêje

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên tevlî 'Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk' bûne, destnîşan kirin ku divê hikumeta Tirk gavên pêwîst biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji DEM Partiyê Celaledîn Erkmen anî ziman ku divê şerê li Rojava bi dawî bibe û got, “Mirovên li Rojava parçeyek ji me ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo tevkariya li aştiya li welêt divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

‘Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk’ ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ ji Amedê ber bi Enqereyê destpê kir, doh li Edene û Mersînê bû. Meşa ku nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûne, îro digihêje Enqereyê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên tevlî meşê bûne ji ANF’ê re axivîn.

DIVÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ BÊ AVAKIRIN

Rêveberê Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine yên li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç bal kişand ser girîngiya Meşa Azadiyê ji bo jinûve avakirina pêvajoya aştiyê û demokratîk û got, “Bi salan e êş tê kişandin. Agirê şer ê ku dema dawî li Rojhilata Navîn gur bû nêzî me bûye. Bi taybetî tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan divê tavilê bê rakirin. Ji bo meseleya Kurd bi rengekî demokratîk bê çareseerkirin me ev meş lidar xist. Divê ev pirsgirêk tavilê çareser bibe. Divê desthilatdariyê gavên pêwîst ên ji bo çareseriyê biavêje.”

MUXATAB Û ÇARESERÎ DIYAR E

Hevserokê Amedê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Gurbuz anî ziman ku ew statuyeke ewle û aştiyeke bi rûmet dixwazin ku bersiv ji daxwaz û mafê gelê Kurd re tê dayin û got, “Bi Meşa Demokratîk û Azadiyê em dixwazin peyama xwe bi şênberî bigihînin desthilatdariya AKP’ê; muxatab diyar e, divê muxatab esas bigire û tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê rake, dest bi danûstandinan bike. Rêya çareseriya li Rojhilata Navîn ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derbas dibe.”

FERASETA YEKPARÊZ DIVÊ ÊDÎ BIQEDE

Rêveberê Rihayê yê DEM Partiyê Celaledîn Erkmen destnîşan kir ku ji bo pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin ew li qadan e û got, “Ji bo me gelekî girîng e ku gel bi rengekî azad xwe îfade bikin. Lewma bi salan e em dibêjin, divê ev feraseta yekparêz a ku bi sedan sal in dewam dike êdî biqede û hîn bêhtir xwîn neyê rijandin. Bi taybetî li Sûriyeyê, li Rojava divê şer biqede. Mirovên li Rojava parçeyek ji me ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo tevkariyê li aştiya li welêt bike divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

DIVÊ HER KES DAXWAZA AŞTIYÊ BIKE

Hevserokê Dîlokê yê DEM Partiyê Mehmet Satan jî got, “Meşa Azadiyê meşek ji bo gel û baweriyên li Tirkiyeyê ye. Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên welatê me pirsgirêka Kurd e û em dixwazin bê çareserkirin. Navnîşana çareseriyê ya vê pirsgirêkê jî Birêz Ocalan e. Lewma em ji aştîxwazan dixwazin ku vê qîrîna aştiyê bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÎLOK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YRA/YRJ: Em ê pênûs û kamareyên wan li erdê nehêlin
Nûçeya Pişt re Kongreya Îslama Demokratîk: Gelê Kurd parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo vegera Kurdên ji Reqayê komîteyeke hevpar ava bû

Ji bo Kurdên ji Reqayê bi rengekî ewle vegerin cihê xwe, komîteyeke hevpar hate avakirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kirmanşanê Dilara Kazemî bi êşkenceyê hate qetilkirin

Di protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de jineke Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî!

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakırhan, gotin: "Serdana Îmraliyê ya ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘15’ê Tebaxê vejîna neteweyekê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?