Li Rojhilatê Kurdistanê du welatiyên Kurd ji ber kirîn û firotina amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Dadgeha Cezayê ya bajarê Bokanê du welatiyên bi navên Rehîm Şîlanî û Azad Resûlîfard bi tohmeta “kirîn, firotin û bazirganiya amûrên înterneta satelaytê ya Starlinkê”, her yek bi 2 salan cezayê girtîgehê mehkûm kirin.
Rehîm Şîlanî û Azad Resûlîfard di 30’ê Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve bêyî biryara dadgehê hatibûn girtin.
Li gorî agahiyên saziyên mafên mirovan, ew 52 rojan di navenda desteserkirinê de di lêpirsînê de mane û rastî êşkenceya dijwar a fîzîkî hatine. Hat zanîn ku di vê demê de mafê hevdîtina bi malbatê re û hebûna parêzer ji wan re hatibû qedexekirin.
Rayedarên Îranê di salên dawî de piştî qutkirin û astengkirina înternetê li Îranê, yasayên li dijî anîn û bikaranîna amûrên satelaytê yên Starlinkê gelekî tundtir kirine.

