Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê têkildarî şantaj û êrîşên li dijî şêniyên Serêkaniyê, dest bi lêpirsînê kir.
Duh (10 Tebax) karwanê yekemîn ê koçberên Serêkaniyê vegeriya warê xwe û di dema vegerê de êrîş lê hatibû kirin.
Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê ya taybet, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê, komkirina agahiyên derbarê êrîşê de û tespîtkirina agahiyên girêdayî berpirsyarên êrîşê kiriye.

