Li kargeha hesin û polayê ya HABAŞ’ê ya li Taxa Bozkoyê ya navçeya Alîaga ya Îzmîrê piştî teqînekê şewat derket. Hejmara karkerên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 16’an. Her wiha dermankirina 15 birîndaran ku rewşa 4 ji wan giran e li nexweşxaneyan berdewam dike.
Hat ragihandin ku ji bo gihîştina 4 karkerên di bin kavilan de mane, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Hat hînbûn ku 4 dozgerên komarê ji bo bûyerê hatin peywirdarkirin û lêpirsîn hat destpêkirin. Di encama lêpirsînê de 5 kes hatin binçavkirin.

